Gerîla lingê xwe da ber konsepta dagirkerî û tasfiyekirinê

Dewleta Tirk li her girê ku dagir kirî wê asê bimîne. Artêşeke ku li gorî gerîla xwedî derfetên zêde ye, bi teknîka berdest wê bikeve girê ku dixwaze lê wê nikaribe fatore kontrollkirina araziya giştî bide.

Tevgera Azadiyê ya Kurd ji gelek rewşên giran bi rengekî xurtbûyî derket. Vê rewşê kir ku dewleta dagirker û nokerên wan zêdetir çavtirsandî bike, şer gemarîtir bike û rûyê wan ê rastî derkeve holê. Dagirker eynî lîstk li gorî her demê guherandin û bi cih anîn. Civakeke ku nifûsa wê 50 milyon e, ziman, çanda wê û mafê diyarkirina çarenûsa wê ji dest hatiye standin, tê xwestin ku qira wê bînin.

Yek ji hevkarê vê tabloya trajîk jî Kurdên noker in. Her serdemê karakterê xwe yê îxanetê bixwe re aniye. Kirin revdeyeke dîroknezan, dijmin nezan û dersnestandî. Dijminên gelê Kurd û dagirkerên Kurdisatnê ji bo hebûna we kirin sedem.

BERXWEDAN DIBE ŞEVŞREŞKA WAN

Dagirkerên Kurdistanê li pey mêtingerî û qadên dagirkirinê ne, noker jî ji bo ku para xwe bistînin dîsa çavên xwe girtine û bi êgir dilîzin. Dewleta Tirk ji bo ku qadên dagirkirî berfireh bike van salên dawî hin gavan davêje. Teknolojiya dawî ya bi dest de weke ku rejîma Tirk çavbirçî kiriye, noker jî ji bo ku pariyekî jê bistînin ketine pêşbirkê, lê berxwedana ku derketiye holê vê xewna wan li wan dike şevreşk. Dema ku hemû derfetên xwe dikin vê dagirkirinê û weke plana wan naçe hêrs dibin, diqilqikin û şaşiyên mezin dikin.

'SEROK'Ê KU DAGIRKERAN DIPARÊZE

Weke ku te zanîn dewleta Tirk 16'ê Hezîranê tevgera dagirkirinê li ser herêma Heftanînê da destpêkirin. Li gel teknîka zêde hemû hêmanên şer seferber kirin, jîgehên sivîl û çiyayên li ser xeta sînor bombe kirin; sivîl qetil kirin, gund kirin hedef û ziyana madî çêbû. Li ser vê li Şeladizê li gel hemû astengiyan gel derkete kuçeyan û li dijî hêzên asayişê ku dixwest protestoyan asteng bike li ber xwe da. Tam dema ku ev rageşî dom dikir li Kunemasiyê komkujiyeke dî hate kirin. Gelê Şeladizê li ser medyaya sosyal dema ku rêxistiniya xwe kirin û xwe ji bo protestoyê hazir kirin PDK'ê gelek wesayitên zirxî û hêz şandine herêmê. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya çapemeniyê de ya ku duh dayî got, sivîlên ku hatine qetilkirin ne li jîgehên sivîl lê li qadên çiyayî bûne. Gotina, ''pirsgirêk ne bombebarana dewleta Tirk lê hebûna PKK'ê ye' jî deşîfre dike ku planeke herêmî û navnetewî ye û rêveberiya Kurdistana Federe jî di nav de ye. Ev gotin wêdetirî wan daxuyaniyan ên li dijî êrîşên Tirk ên heta niha ye, ku PKK sûcdar dike, ji ber ku hebûna PKK'ê dike hedef. Li gorî vê îfadeyê ku Wezareta Karê Derve behsa serweriya Iraqê ike û şîret dike ku Tirkiye û Kurdistana Federa bi hev re li dijî PKK'ê rabin, asta konsepta dagirkirin û tasfiyeyê tê fêhmkirin. Jixwe Iraq jî zêrevanên sînor şandin ser sînor. Gerîla tevgera van du hêzan jî kontrol dike.

ENCAMÊN KU QET NE LI HÊVIYÊ BÛN

Bi vî rengî helwesta PDK'ê, bi kêmanî bi asta rêveberiyê zelal e, lê partiyên din ên siyasî hê dudilî ne. Wê berxwedana li Heftanînê diyar bike bê ka ev dudilî wê bi kû ve bişemite. Rewşa li Hefatnînê ji bo dewleta Tirk û PDK'ê wê encamên ku qet ne li bendê ne bi xwe re bîne.

Dewleta Tirk bi teknolojiya herî pêşketî ya ku ji NATO'yê standî li pey wê ye ku di demeke kurt de encamekê bistîne. Dewletên rojavayî jî bi bêdengiyeke bi zanebûn in. Li dijî dewleta Tirk ku desteka rojavî dayî pişt xwe, li gel aboriya xwe ya têkçûyî jî bi comerdî kanê ji bo şer vediqetîne, diyar e ku berxwedaniyeke dîrokî heye. Dewleta Tirk bi maweya kurt dibe ku wiha xuya bike weke ku destkeftî be lê ji bo gerîla bi maweyea dirêj teqez e ku wê destkeftiyên mezin be.

ARTÊŞA TIRK BI LINGÊ XWE HAT

Li gorî daneyên fermî yên HPG'ê di nav 17 rojan de bi kêmanî 110 leşkerên Tirk hatin kuştin. Gerîla dema ku leşkeran datînin bênavber çalak dibin. Kitekita herî balkêş e jî çalakiyên hêzên berevaniyê yên hewayî yên gerîla ne. Ev nîşan dide ku gerîla ji teknolojiyê sûd werdigire û li dijî dewleta Tirk di şer de gihaştiye astekê. Taktîkeke gerîla ya ku bi çav nayê dîtin lê her gav li ber guhê wan e geş dibe. Gerîla berê ji bo ku artêşa Tirk bikişîne çiyayên Kurdisatnê her rêbaz diceriband, niha jî artêşa Tirk bi lingê xwe hate qada ku dixwest. Ev ji bo gerîla bi demdirejî avantajên cidî ne. Jixwe parvekirinên çalakiyan ên du salên dawî vê rewşê bi giştî vedibêje.

WÊ DI HER GIRÎ DE ASÊ BIMÎNE

Li gel bikaranîna her teknîkê ya artêşa Tirk berxwedana li Heftanînê û tabloeya 17 rojan, nîşan dide bê ka wê reng bi kû ve biçe. Dewleta Tirk li her girê ku dagir kirî wê asê bimîne. Artêşeke ku li gorî gerîla xwedî derfetên zêde ye, bi teknîka berdest wê bikeve girê ku dixwaze lê wê nikaribe fatore kontrollkirina araziya giştî bide.