Fermandara min a efsanewî hevrê Gulçiya...

Fermandara min a efsanewî hevrê Gulçiya... Kulîlka çiya, hevrêgula çiya. Kûlîlka çiyayan a ku li kendalên asê yên welatên min şîn bûye.

Kesayet û navê te pir dişibin hev. Hevrêya min a dilnizm, esîl, serhildêr û çiyayî, ku her tim li ber rojê mezin dibe, bi xwe dizane û bi helwesta xwe hevrêyên xwe dixemilîne. Di hemû dema xwe de min çiqas bêriya te kiriye û li te geriyam. Ez tu carî suhbet û parvekirinên te yên hevrêtiyê ji bîr nakim. Sembola xwezayîbûn û sadebûnê. Bîranînên me di nava Avaşînê de dem girt. Em di pratîkê de û di şert û mercên xwezayî de hîn pir nû bûn. Ji ber vê yekê, mîna sekna bi rûmet û zane ya xwedawendên ku rêberî ji me re kir û hêz û tecrûbe da me, we di rêya wan de fermandarî ji gerîlayên jin ên ciwan û bê tecrûbe re dikirin. Tu her tim bûye çavkaniya hêz û baweriyê ku mîna çiyayekî li pişt me be, em xwe bispêrin û lê biparêzine.

Me cara yekem di sala 1998’ de hev dît. Di mehên ewil ên biharê de eM weke yekitiya jinan ji Garê ber bi Zapê ve ketin rê. Jiyana me ya gerîla ya di bin fermandariya hevrê Gulçiya de li derdora ava Zapê derbas bû. Bi dawîbûna biharê re em ber bi herêma Çemço ve çûn. Jiyana me li Çemço cuda bû. Ez qet ji bîr nakim; Bihara sala 1998’an bû. Hate hînbûn ku dijmin wê li herêma Çemço operasyonê bike. Ji bo ku em di operasyonê de asê nebin, diviyabû em xwe bigihînin ava Avaşînê û xwe bigihînin qeraxê beramber. Em ji herêma Çemço ber bi ava Avaşînê ve bi rêketin.

Dema ku em dimeşiyan çav çavî nedidît. Her ku em nêzî avê dibûn, dengê xûm xûma ava Avaşînê guhê me tejî dikir. Axir, em daketin ber bi jêr û me xwe li kelek avê dît. Di reşiya şevê de me nikarîbû bi awayekî rast firehî, kûrahî û leza herikîna ava Avaşînê pêşbîn bikin. Lê hevrêyên ku di gerîla de xwedî tecrûbe bûn, yekser dest bi amadekirina kelekek ji çar tekeran û texte kirin da ku em pê derbasî aliyê din a avê bibin. Hevrê Gulçiya kulîlka çiyê jî di vê komê de bû, bi tevgerên xwe yên bi tecrûbe û jêhatî, alîkarî dida hevrêyên mêr di çêkirina kelekê de.

LEHENGA KEDÊ BÛ

Hevrê Gulçiya ji herêma Merdînê tevlî têkoşînê bûbû. Hevrêyên jin ên ji Mêrdînê di têkoşîna me ya gerîla de û bi taybetî di artêşbûn û fermandariya jinan de her tim rolên girîng lîstine. Hevrê Gulçiya her tim şopdarê vê xetê bû û di qonax û qadên herî dijwar ên têkoşîna me de roleke pêşeng lîst û her tim dilsozê xeta Rêbertî û azadiyê bû. Hevrê Gulçiya bi taybet di aliyê gerîlatiya jin û fermandariyê de dişibe şehîda me ya mezin hevrê Bêrîtan. Weke hevrê Bêrîtan beriya ku erka fermandariya taximê bigire ser milê xwe, her tim çeka BKC di pratîkê de û di çalakiyê de hilgirt û bikar anî.

Hevrê Gulçiya piştî sala 1992'an ku li eyaleta Botanê gerîla bû, li herêma Girê Barana di encama operasyoneke dijmin de ji hevrêyên xwe qut dibe û ji ber ku derfeta xilasiyê tune bû, bi çeka BKC'ê nêzî mehekê bi tena xwe di nava dijmin de mabû. Di wê demê de bêyî ku ji dijmin bitirse, bi îrade û cesareteke mezin li qadeke teng, di navbera du zinaran de, tî û birçî xwe ji dijmin vedişêre. Tenê bi şev derdikeve derve bêyî ku dijmin ferq bike, bi xwarina piçekî hewl dide xwe li jiyanê bigire. Piştî vê dema dijwar ku mehekê dom kir, encax karî xwe bigihîne hevrêyên xwe.

Piştî guhdarîkirina çîroka hevrê Gulçiya, di çavên hevrêyên me yên jin de bû leheng û efsane. Girêdana wê ya li hemberî xeta Rêbertî, xeta gerîla û hevrêyên xwe bê nîqaş bû. Ji ber vê jî bi ked û pratîka xwe ya ku yek bû, bi awayekî xwezayî di nava hevrêyên xwe de hate qebûlkirin. Ez dikarim bibêjim ku ew lehengekî kedê bû. Hevrêyeke ku ji bo her tiştî li pêş bû, di her zehmetiyê de bi hevrêyên xwe re bû û dizanibû ku bi hevrêyên xwe re bi hêz be. Her wiha di jiyana rojane de tu carî xwe ji nîqaşên felsefî û siyasî dûr nexist û fermandareke ku di vî warî de lêkolîn dikir û xwedî xebatên teorîk bû. Di her nîqaşa li ser siyaset, felsefe, jiyanê de nêrînek hevrê Gulçiya hebû.

LI DIJÎ KOLETIYÊ AZWERIYA AZADIYÊ

Di rastiyê de bandora hevrê Şehîd Azîme (Zehra Okçuoglû) li ser girêdan û nêzîkbûna min a li hember hevrê Gulçiye zêde kir. Hevrê Azîme piştî ku di sala 1995'an de ji qada Rêbertiyê vegeriya, li herêma 7’emîn a Metînayê ligel hevrê Gulçiya di nava pratîkeke zehmet de mabûn. Gulçiya kesayetiya fermandariya siyasî û leşkerî ya Azîme, hevrêtiya wê ya ji dil a li ser esasê rêzgirtin, hezkirin û baweriyê bi hevrêyên xwe re gelekî bibandor dît û pê re têkiliyeke ji dil ava kir. Li aliyê din ez bi qasî salekê li Metîna di yekîneya hevrê Azîme de mam. Ne hêsan e ku ez hevrê Azîme vebêjim. Weke kesek ku min ji nêz ve dît, nas kir û pê re jiyam, dikarim bibêjim ku min her kêliya jiyana xwe ya gerîlatiyê bi wate, kelecan û hezkirineke mezin derbas kir. Ji bo min dem hatibû ku bi rastî jî xwe bibînim û rastiya azadiyê bijîm.

Sala 1998'an ji bo gerîla di her alî de saleke dijwar bû. Salek bû ku hêzên hevkar ên PDK'ê bi dewleta Tirk a faşîst re weke her carê tevdigerin. Ji ber vê yekê em di serdemeke ku em bi PDK'ê re di nava şer de bûn de dijiyan. Dewleta Tirk a dagirker bi desteka PDK'ê heta qadên bejahî yên Başûr êrîşî hêzên gerîla dikir. PDK’ê ji bo ku hêzên gerîla bitepisîne hemû kanalên xwe yên erzaq û lojîstîkê bi temamî girtibû û ambargo dabûn. Jiyana ku ji aliyê dijmin ve li ser me hatiye ferzkirin, em xistine ser rêyeke jiyanê ya ewqas dijwar û bi azwer. Ev azweriya azadiyê ya li dijî koletiyê ye.

DI NAVA ŞEHÎDÊN ME YÊN MEZIN Û PÊŞENG DE CIHÊ XWE GIRT

Hevrê Gulçiya li hemberî hevrêyên xwe gelek xwezayî bû û pir ji dil bû. Di sala 1998’an de piştî ku ez ji hevrê Gulçiye veqetiyam, demeke dirêj derfeta me nema ku em hev bibînin. Heta sala 2004’an dema em ketibûn ser rêya Dersimê û li Gabarê me kêfxweşiya hevdudîtinê bi dest xist. Salên dirêj ên navberê gelek tişt guherandin û serpêhatî û tekoşîna me tev li kanalên cuda bûbû. Beriya her tiştî Rêber Apo, damezrînerê jiyana me, têkoşîna me, siberoja me ya azad, dîl hat girtin. Paşê girseya xayîn a ku xwest tevgera me ya azadiyê talan bike, derket holê. Weke kadroyek partiyê di dawiya van pêvajoyên giran de me xwe ber bi bayê azadiyê ve berda û em gihîştibûn Gabarê.

Di heyameke wiha de em careke din bi hevrê Gulçiya re hatin ba hev. Dema em li benda derketina Dersimê bûn, 2-3 rojan em li cem hevrê Gulçiya man. Di şevên hîva tijî li Gabarê suhbeta me berdewam dikir. Hevrê Gulçiya hîna jî wek berê bû; ti taybetmendiyên xwe winda nekiribû, azweriya xwe ya ji bo hevrêtiyê û zindîtiya xwe berdewam dikir. Êvara dawî em ji Gabarê bi rê ketin, ew bi koma me re heta nuqteya ku em derketin rê hat û cara dawî me hev hembêz kir. Min qet nedifikirî ku rojekê hevrê Gulçiya şehîd bikeve û bêdem ji me veqete.

Helbet şehîdên me nemir in, lê veqetîna wan a fîzîkî ji me, windahiyeke mezin e ji bo tevgera me ya azadiyê. Bi taybetî windakirina fermandareke jin a mîna Gulçiya ku di tevgera azadiya jinê de xwe di her warî de perwerde kiriye û gihandiye asta pêşeng, di asteke welê de ye ku cihê wê di nava tevgera azadiya jinê de nayê telafîkirin. Hevrê Gulçiya cihê xwe di nava şehîdên me yên mezin û pêşeng de girt. Bersiva me ya herî mezin a ji bo şehîdên me ew e ku em di têkoşîna afirandina jina azad û jiyana azad a li Kurdistanê û ji bo jiyankirina heqîqeta wan dilsoz bin.