Ezer: Em amûreke hilbijartinê nînin

Endama Piştevaniya Mor Sezen Ezer diyar kir ku ew bi sozên li ser mafên bidestketî naxapin û got, "Em hîmê esasî yê jiyanên e."

Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiye û Kurdistanê demeke kurt ma. Nerazîbûna jinan a li hemberî AKP'ê û kiryarên wê yên 20 salên dawî jî zêde dibin. Di desthilatdariya 15 salên dawî yıa AKP'ê de 4 hezar û 300 jin hatin qetilkirin, bi hezaran carî destdirêjî, destavêtin li jinan hate kirin.

Endama Piştevaniya Mor Sezen Ezer bûyerên ku di nava 20 salên desthilatdariya AKP'ê de bi serê jinan ve hatin, nerazîbûna jinan a li hemberî desthilatdariyê û daxwazên xwe yên ji hilbijartinê ji ANF'ê re nirxand.

Sezen Ezer diyar kir ku jin demeke dirêj e li qadan bi rojeva xwe têdikoşin û destnîşan kir ku têkoşîna ji bo mafên bingehîn ên jiyanê yên jinan dewam dike û wê dest ji vê yekê bernedin.

Ezer ragihand ku ew bi bazariyên desthilatdariyê naxapin ên dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de bike û got, "Bi rojeva hilbijartinê re tifaqan pratîk û bernameyên xwe destnîşan kirin. Karnameya desthilatdariyê ya têkildarî jinan ji xwe li holê ye. Bi taybetî rojên dawî qanûna bi hejmara 6284 ku ji bo jinan ewlehî ye, kirine meseleya bazariyê. Li ser dijminatiya li jinê tifaq têne avakirin. Li aliyê din di bernameyên maseya 6 alî de jî em dibînin ku sozê didin wê careke din mohra xwe li binê Peymana Stenbolê daynin. Em ne amûreke hilbijartinê ne, ne jî bi wan sozan dixapin ku bi navê me biaxivin û mafên me yên bidestketî weke soz ji me re bêne dayin. Em hîmê esasî yê jiyanê ne û bi hêza ji têkoşîna xwe em şert û mercên newekhev ên li me têne ferzkirin qebûl nakin."

'EM LI GORÎ DAXWAZÊN JINAN NÊZÎ HILBIJARTINÊ DIBIN'

Ezer diyar kir ku li dijî dijminatiya li jinê wê têkoşîna wan dewam bikin û got, li hemberî yên ku bi rengekî rasteqîn nêzî pirsgirêkên jinan nabin ew ê dengê xwe bilind bikin. Ezer destnîşan kir ku tevgerên jinê ne li gorî daxwazên partiyên siyasî, lê belê li gorî daxwazên xwe nêzî hilbijartinê dibin.

Ezer ragihand ku di dema desthilatdariya AKP'ê de tundiya li dijî jinê zêde bûye û diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê li hemberî tundiya li jinê pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kiriye, ev yek ji bo wan cihê hêviyê ye.