'Ez di şopa dê û bavê xwe de me'
Gerîla Bêrîvan Harûn ku polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yê sîstemêqebûl nekirî û di rêka dê û bavê xwe de tevlî nav refên PKK’ê bûyî, li şûna ku bibe hevkarê asîmîlasyonê hemû sîstem red kir.
Gerîla Bêrîvan Harûn ku polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yê sîstemêqebûl nekirî û di rêka dê û bavê xwe de tevlî nav refên PKK’ê bûyî, li şûna ku bibe hevkarê asîmîlasyonê hemû sîstem red kir.
Gerîla Bêrîvan Harûn polîtîkayên sîstemê yên zext û asîmîlasyonê qebûl nekir, di rêka dê û bavê xwe de tevlî nav refê PKK’ê bû, di nav sîstema dewleta Tirk de xwend, çend salan mamostetî kir. Piştre li şûna ku bibe hevkarê asîmîlasyonê sîstem bi temamî red kir.
Bêrîvan Harûn 1992’an li Cizîrê ya Şirnexê tê dinê. Salên 90’î ji bo gelê Cizîrê salên serhildanê û berxwedanê bûn, dewleta Tirk jî polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê zêde kiribûn. Malbata welatparêz a gerîla Bêrîvan Harûn rastî li êşkence û zext û zordariya dewleta Tirk tê û êşkenceya dewletê dibîne lê dîsa jî serê xwe ji dewletê re natewîne. Bavê wê yê ku li dijî her cure nêzîkatiya faşîst, nîjadperest û mêtinger serê xwe rakirî 1991’an tevlî nav gerîla dibe. Diya wê ku gelek caran ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û her cur tundî lê hate kirin ji bo ku radestbûn qebûl nekir ji hêla dewleta Tirk ve tê kuştin. Ji ber zext û zordariya dewleta Tirk Bêrîvan Harûn neçar dimîne ku biçe Entalya. Lê zext û zordarî û êşkenceya dewleta Tirk li vir jî berdewma idke. Gerîla Bêrîvan Harûn li dijî van hemû polîtîkayên dij mirovî serî radike û di rêka diya xwe Hediye Ertaş û bavê xwe Hasan Ertaş de ku 1994’an şehîd bûn dime, 2014’an dev ji Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Sêrtê berdide û tevlî nav refên gerîla dibe.
NE CIZÎR RADEST BÛ NE MALBATA WÊ
Gerîla Bêrîvan Harûn her çendî salên 90’î tenê weke xeyal bi bîra wê tên jî got di wan salan de wê hay jê hebû ku dewleta Tirk li ser Cizîrê tundî û zextê dike. Harûn li ser zilma dewletê ya li ser malbata xwe jî wiha got: ‚Malbata min jî ji bo ku welatparêz bû tim zext li ser hebû. Bavê min jî ji bo ku dawî li zilmê bîne û çalaktir têbikoşe 1991’an tevlî nav gerîla dibe. Dijmin dema ku pê hisiya bavê min tevlî nav gerîla bûye zexta li ser me zêdetir kir. Diya min gelek caran hate binçavkirin. Her cure êşkence lê hate kirin lê radest nebû. Dijmin li dijî vê berxwedanê tundiya li ser diya min zêde kir û di êşkence de ew şehîd xistin. Lê zexta dewleta Tirk a faşîst a li ser me kêm nebû. Kalikê min, pîrîka min û birayên min ji bo ku em ji van êşkenceyan xilas bibin ji neçarî me berê xwe da Entalyayê.’’
'ZILMA DEWLETÊ Û NÎJATPERESTIYA TIRK'
Harûn neçar ma ku şûnwarê xwe biterikîne lê dîsa jî li metropolên Tirkiyê jî faşîzma dewleta Tirk bi dawî nebû, dibêje ji bo ku ew Kurd bûne ji hêla nîjatperestên Tirk ve nehatiye qebûlkirin, ew kêm hatine dîtin û wiha dibêje:’’ Dema ku em çûne Entalyayê me got qey wê êşkence bi dawî bibin. Lê rewşa ku em ketinê xirabtir bû. Em ji şûnwarên xwe hatibûn kirin. Li bajarên Tirk ku em xerîbê wan bûn zexta dewletê dewam kir. Ya dî jî li wî welatî ku em lê xerîb bûn nîjatperestiya Tirk em kêm dîtin. Miemeleya terorîstan bi me û hemû Kurdan dikirin. Mamoste xwendkar ên ku hîn bûn ez Kurd im miemeleya terorîstan bi min dikirin, em kêm didîtin. Li dijî van nêzîkatiyên faşîst û nîjadperest min hew xwe ragirt û min dev ji zanîngehê berde. Pitşî ku hinekî mezin bûm min dît ku ez ne aidî vê xakê me û nikarim zêdetir bijîm, min berê xwe da Kurdistanê.’’
’POLÎTÎKAYA HELANDINA JINÊN KURD, DE KEÇIKNO WERIN DIBISTANÊ’
Gerîla Harûn ku welatê lê xerîb terk dike û dîsa li Sêrtê ya Kurdisatanê vedigere, diyar dike tiştên ku li Entalya jiyaye ji bîr kiriye, li welatê xwe vegeriyaye bi mebesta jiyaneke nû û wiha dibêje:’’Li wir ez çûme cem xizmên xwe. Emrê min hinekî mezin bûbû. Li dijî wan mirovên ku digotin Kurd nezan in, Kurd kêm didîti min dîsa xwest dibistanê bixwînim. Bi kampanyaya ‚’de keçikno werin dibistanê’ ez li dibistanê vegeriyam. Piştre min fêhm kir ku mebesta wê kampanyaye ew bû ku jinên Kurd, zarokên Kurd asîmîle bike û ji rastiya wê dûr bixe. Heke berê min zanîbûya belkî min di sîstema dewleta Tirk de nexwendiba.’’
'MIN NEKARÎ WEKE WAN BÊ ÛCDAN BIM'
Harûn piştî ku vedigere Sêrtê fersenda wê çêdibe ku têkoşîna azadiyê baştir nas bike, beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Sêrtê dixwîne, 3 salan mamostetî dike. Harûn li gel ku xwedî pîşeyekî jî bû wiha dibêje bê ka çima ew hatiye nav gerîla:’’Ez gihaştibûm armanca xwe. Min xwendibû û ispat kiribû ku Kurd ji pewerdehiyê narevin lê bê perwerde têne hiştin. Lê li dibistanên wan bi ziman û çand û dîroka wan ez perwerde bûm. Dîsa li dibistanên wan min mamostetî kir. Zarokên ku min ew perwerde dikirin tim zarokên polîs û karmendan bûn. Min dikarîbû wan asîmîle bikim. Ji ber ku min zarokên wan perwerde dikirin. Ji her tiştî re vekirîbûn. Lê ûcdana min destûra vê nede û min exlaqî jî nedît. Min nekarî weke wan bê ûcdan bim.’’
Harûn dibêje wê sîstema dewleta Tirk red kiriye û tercîh kiriye ku di rêka dê û bavê xwe yê şehîd de biçeû wiha dibêje: ‚’Ev rê rêyeke birûmet û pîroz bû. Heke min ev nekira di jiyana min de wê tim tiştek kêm bimaya. Ez jî weke keça dê û bavê xwe, min tercîh kir ku di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de, di nav PKK’ê de bim.’’
'A GIRÎNG EW E KU MIROV SÎSTEMÊ RED BIKE’
Bêrîvan Harûn piştî ku tevlî nav PKK’ê dibe, dibêje ez çawa bi salan di nav sîstemê de jiyame û poşmaniya xwe dibêje ji bo ku dereng tevlî nav têkoşîna azadiya Kurd bûye û wiha didomîne: ‚’ Her çendî ez poşman bûbûm jî ne dereng bû. Heke mijar Kurdistan û têkoşîna azadiyê ya gelên çewisandî be mirov ji kûdera şaşîtiyê vegere baş e. Di nav sîstema dewletê de bi her cure lîstikê mirov tê xapandin û ji rastiya xwe mirov tê dûrxistin. Ya girîng ew e ku mirov wê sîstemê fêhm bike û rêya rast bibîne.
Gerîla Harûn bang li xwendekar û mamosteyên dibistana Tirkan kir û got:’’Heta ku hûn di nav sîstemê de bin hûn ê jiyaneke koledar qebûl bikin. Her çendî hûn bixwînin û bibin xwedî pîşe jî dîsa jî hûn ê xizmetê ji wê dewletê re bikn ku xwîna we dimije, we qir dike, her cure îmhayê layiqî we dibîne. Ango hûn ê xizmetê ji dijminê xwe re bikin. Ji bo vê jî ya ku li Kurdan dikeve ew e ku hem dibistanê wan red bikin û hem jî sîstema heyî ya ku vê jiyanê li we ferz dike red bikin.’’