Erzîncan: Mîlada azadiyê ji aliyê jinan ve tê nivîsandin

Erzîncan 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê û jinên Kurd pîroz kir û destnîşan kir, ku di 8'ê Adara 2017'an de berxwedan û têkoşîna hevpar a jinan li pêş in.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ajansa me re nirxand.

Erzîncan da xuyakirin, ku yekemcar e çalakiyên 8'ê Adarê di vê astê de li nava jinên cîhanê belav bûne û got, "Di destpêkê de ez hemû dayikên Kurd ên ji bo azadiyê tevlî çalakiyan bûn, hemû jinan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Mîladeke nû ya azadiyê ji aliyê jinan ve tê nivîsandin."

Erzîncan diyar kir, li 50 welatên cîhanê, banga jinan a bi wesîleya 8'ê Adarê hat kirin bi cih hatiye anîn û wiha dewam kir: "Bi mîlyonan jin, cara yekemîn ji bo şermezarkirina polîtîkayêna boriyê yên modernîteya kapîtalîst, di 8'ê Adarê de dest ji kar berdan. Ji bo azadiya jinê, ji bo mafên jinê tevlî çalakiyan bûn. Ev pîrozbahî li hemû parzemînan pêk hatin."

Erzîncan da zanîn, weke tevgaer jinên Kurd wan jî li her devera cîhanê bi mîtîng û berxwedanê, 8'ê Adarê pêşwazî kirine.

Besê Erzîncan got, "Cara yekemîn e ku jin di 8'ê Adarê de di vê astê de çalakiyên berfireh lidar dixin. Ji aliyê derûnî ve, xwe gihandin hevgirtineke xurt, piştevanî û hevkariyê."

Di dewama axaftina xwe de endama Koordînasyona KJK'ê Erzîncan anî ziman, ku di nava jinên cîhanê de asta fêhmkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûye û got, "Tevgerên jinan û femînîst, Rêberê me dixwînin, hewl didin fêhm bikin. Bi taybetî, bi wesîleya 8'ê Adarê dixwazim vê yekê diyar bikim. Nêrîn û felsefeya Rêberê me hê bêhtir ji aliyê jinên li gelemperiya cîhanê ve tên qebûlkirin, lêkolînkirin û esasgirtin."

Erzîncan da xuyakirin, hewldanên wan ên afirandina neteweya demokratîk li Kurdistanê bi pêşengiya jinê, bi xurtî dewam dikin û wiha dewam kir: "Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, em modeleke alternatîf dafirînin. Sedema bingehîn a êrîşên di vê demê de li gelê me û jinan tê kirin, ev e. Jinên Kurd, ciwanên Kurd, gelê Kurd ber bi azadiyê ve gavên mezin davêjin."

Besê Erzîncan bal kişand ser berxwedana jinên Êzidî yên li Şengalê li dijî êrîşên çeteyan nîşan didin û got, "Berxwedana jinên Şengalî watedar e. Jinên Şengalî her nêrînên Rêber Apo nas dikin, xwe di nav de dibînin û li ber xwe didin. Jinên Êzidî bi xurtî Rêber Apo fêhm dikin, hîs dikin. Potansiyela azadiyê ya dîrokî ya jinên Êzidî bi rêxistinbûn û nêrîna Apoyî rabûye ser piyan û li ber xwe dide. Û ev yek wê bidome. Jinên Kurd, em hemû, ji bo parastina Şengalê em ê li ber xwe bidin. Êrîşa li dijî Şengalê hatiye kirin, êrîşa li dijî azadiya jinê hatiye kirin. Êrîşa li dijî hemû jinan e. Li ser vê bingehê, berdêla xwe çi dibe bila bibe, wê jin li ber xwe bidin."

Erzîncan bibîr xist, ku jin li gorî mêr hîn bêhtir nêzî yekîtiya neteweyî ne û anî ziman, divê ew ji bo pêkhatiya yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.