Erzîncan: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 9'ê Cotmehê bibin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, ji bo çalakiyên "Em ê sîstema Îmraliyê parçe bikin, Rêber Apo azad bikin" banga tevlîbûnê kir.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, pêngava li dijî sîstema Îmraliyê hatiye destpêkirin ji ANF'ê re nirxand.

Erzîncan destnîşan kir, ku azadî, tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rojeva sereke ya tevgera wan e û got, "Em, azadiya civakê, azadiya Rêbertî û jiyana azad bi hev re dinirxînin. Ya rast jî ev e. Rêberê me jî azadiya civakê û azadiya xwe di zikhev de nirxand. Ji hev qut nîne. Her ku em ji bo civakê bixebitin, em hê bêhtir ji bo azadiya Rêbertî dixebitin. Her ku ji bo azadiya Rêbertî bixebitin, em ê bêhtir ji bo azadiya civakî bixebitin. 8. civata me ya giştî jî bi vê bîr û baweriyê, biryara pêngaveke xurt a Rêbertî da."

Erzîncan diyar kir, ku ev yek berxwedaneke jinan e li dijî faşîzma tarî ya li Tirkiyeyê û got, "Ev, têkoşîna parastina nasname, rûmet û azadiya xwe ye. Mîna ku Rêberê me dibêje, têkoşîna pêşvebirina azadiya civakê û geşkirina berxwedanê ye."

Besê Erzîncan bi bîr xist, ku pêngava wan wê di 9'ê Cotmehê de dest pê bike û bi sê qonaxan bi rê ve biçe. Erzîncan got, "Armanc ji vê pêngavê, jihevxistina sîstema tecrîdê ye. Ev yek, parçekirina sîstema faşîst e. 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê ye. Roja qebûlnekirina şîdeta li jinê ye. Em wek Tevgera Jinê, vê demê watedar dibînin. Ev dem û hemû roj, ji bo me rojên berxwedan û têkoşînê ne. Divê em tevlî têkoşîn û berxwedaneke bênavber bibin. Lazim e em ji bîr nekin, ku di dîroka mirovahiyê de kolekirina Kurdan bi şîdeta li dijî jinê dest pê kiriye. Her ku jin teslîm hate girtin, gelê Kurd, gelên Mezopotamyayê teslîm hatine girtin. Dîroka şîdeta li jinê, zext, destavêtin û girtina jinê li nava malê, di heman demê de dîroka kolekirina gelê Kurd, şibandina wan li sîstema serdest a mêr e."

Erzîncan destnîşan kir, ku di vê çarçoveyê de nêzîkatiya mêr a li jinê, nêzîkatiya li welêt, azadî û Rêbertî ye û got, "Mêrên Kurd her ku xwe ji taybetmendiyên serdestiyê rizgar bike, jinên Kurd her ku xwe ji taybetmendiyên koledariyê rizgar bikin, ewqasî nêzî Rêbertî û azadiyê dibin. Wê hingî rastiya Rêbertî baştir bê fêhmkirin. Û têkoşîn xurtir bibe. Têkoşîna azadiya jinê ya Rêberê me, têkoşîna avakirina Kurdistana azad e. Lewma divê em Rêberê xwe bi têrkerî û rast fêhm bikin û bi cih bînin. Di vê demê de bendewariya herî mezina ji gel û jinan ev e. Fêhmkirina pêvajoyê, tevlîbûna li çalakiyan, rêxistin û perwerdeyê divê li gorî vê yekê ji her demê xurtir be."

Di dewama axaftina xwe de Erzîncan işaret bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman, ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li hemberî hemû jinan e. Erzîncan destnîşan kir, ku azadiya Rêbertî azadiya jinê ye û divê her kes bi vê têgihiştinê tevlî pêvajoyê bibe.

Erzîncan got, "Em jinên Kurd û hemû jinên cîhanê, di pêvajoyeke hesas û krîtîk de ne. Rewşa Rêberê me jî krîtîk e. Bêyî ku li benda kesî bimîne, divê em bi xurtî tevlî bibin."

Besê Erzîncan diyar kir, ku têkoşîna azadiya Rêberê Gelê Kurd her ku mezin bû, wê jin jî azad bibin û ji bo pêngava "Em tecrîda li Îmraliyê û sîstema dîlgirtinê ji holê rakin" banga tevlîbûneke xurt kir.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di dawiya axaftina xwe de got, "Em bang li jinan, gelê xwe û hemû dostên xwe dikin, ku bi ruhekî mezin ê azadiyê tevlî çalakiyên pêngava 'Em ê sîstema Îmraliyê parçe bikin, bi Rêbertî re bi rengekî azad bijîn', ku 9'ê Cotmehê dest pê dikin, bibin."