Erzîncan: Em banga tevlêbûna pêngavê li hemû kesî dikin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan: Em îsal bi pêngava ‘Em bi jin, jiyan û azadî ve ber bi şoreşa jinan ve diçin’ vê salê pêşwazî dikin. Em banga tevlêbûna pêngavê li hemû kesî dikin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji bo geşkirina pêngava ‘Bi jin, jiyan û azadî ve ber bi şoreşa jinan ve’ bang kir. Erzîncan got “Divê jin nehêlin ku Erdogan were hilbijartin, divê jin rêveçûna siyasetê biguherîne.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan pirsên ANF’ê bersivand.

Li ser bingeha pêngava ‘Em bi jin, jiyan, azadî re ber bi şoreşa jinan ve dimeşin’ di warê geşedanê siyasî yên rojane û tevgerên jinan divê em pêngavê çawa binirxînin? Divê nêzikatiya me ya bingehîn û plansaziya me çawa be?

Em 8’ê Adara 2023’an Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ji bo bîranîna şehîdên me yên jin ên azadiyê yên sala 2022’an, bi pêngaveke nû ya azadiyê ya li ser esasê slogana “Em bi jin, jiyan û azadî re ber bi şoreşa jinan ve dimeşin’ pêşwazî dikin. Şoreşa me ya jinê ya li Rojava, asta awarte ya ku gerîlayên me yên jin di berxwedana Zap û Avaşînê de bi dest xistine, biryarên me yên ji bo pêşvebirin û avakirina konfederalîzma demokratîk û herî dawîn serhildanên jinan ên di bin slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ ên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ku li Îranê hatibû qetilkirin; ast, îddîa, civakîbûn û aliyê gerdûnîbûna têkoşîna me ya azadiyê jinê bi awayekî zelal nîşan dide.

Ji ber vê yekê bi vê pêngava azadiyê ya ku me di serdemeke ku ji bo jinan dîrokî ye daye destpêkirin, em jinên Kurd di nav biryardarî û îddîaya bersivdanê ya ji bo peywirên me yên pêşengtiyê ye. Em hewl didin pêngava xwe tevî hemû jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn ên li dijî dewleta Tirk a faşîst dimeşin û tevî hemû jinên li hemberî pergala mêrserwer li ber xwe didin, geş bikin.Di vê çarçoveyê de hedefa me ev e ku em têkoşîna xwe ya azadiya jinê civakî bikin û li her derê belav bikin, civakek nû ava bikin û bi tevlêbûna hemû têkoşînên civakî û têkoşîna jinê ku wê di vê serdemê de pêş bikevin, hêza têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê mezin bikin. Yek ji hedefa me ev e ku em armanca xwe ya avakirina konfederalîzma jinê ya demokratîk li ser vê bingehê gav bi gav pêş bixin.

Di serî de bi wesîleya 8'ê Adara 2023'an Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, roja berxwedan û azadiyê ya Rêbertiya me, ya jinan, ya berxwedêrên zindanan,ya hevrêyên gazî, ya gerîla, ya malbatên şehîdan, ya gelên me û ya mirovahiyê pîroz dikim. Ez hemû jin û kesên beşdarî van çalakiyan bûne bi hezkirin û rêz silav dikim.

Berxwedanên me yên jinan a ku di 8'ê Adarê de dest pê kir û li hemû dera jiyanê belav bû, her sal mezin dibe. Berxwedana me îro li ser hîmê dirûşma efsûnî ya "Jin, jiyan, azadî" ne bi tenê rê li ber jiyana wekhev û azad vedike. Di heman demê de li dijî hemû neheqî, newekhevî, neheqiyên ku ji aliyê pergala serdest a mêr ve hatine afirandin û xerakirin bi giştî li ber xwe dide. Di meseleyên wekî rakirina tundiya li ser jinê, pêşîgirtina li kuştina jinan, bidawîkirina zewacên di temenê biçûk û pirzewacê de, bidestxistina mafên hemwelatîbûnê yên wekhev ên jinan, têkoşîna li dijî xizaniya jinan, mafê jinan ê kurtajê, rêzgirtin û nirxdayîna keda xwe ya sereke, xebata watedar û binirx a jinan a li nav malê, geşkirina hevjiyanên azad, demokratîkkirina malbatê, geşkirina jiyana ekonomîk a li ser bingeha ekolojî û mezinkirina zarokan a li ser esase geşbûna wan a kesayetiya wan a azad de tevgerên me yên jinê yên azadiyê bi geşkirina projeyên alternatîf ji bo jiyana li ser vî esasî were geşkirin rol û mîsyona xwe bi cih tîne. Ji vî alî ve berxwedanên jinan bûne pêşenga hemû berxwedanên civakî, bûne dengê mazlûman û bûne îlhama afirandina cîhana nû. Serhildanên jinan karekterekî gerdûnî wergirtiye û veguheriye serhildanên ku hemû beşên civbakî û mêrên li dijî îstîsmar, tundî, şer û koletiyê, beşdarî serhildanên jinan dibin.

Di vê çarçoveyê de ji Sakîne Cansiz a ku ji bo xwe gihandina vê astê ya tevgera me ya jinan kedeke mezin da destpêkirin û îro jî Raperîn Amed, Evîn Guyî, Aysel Dogan, Nagîhan Akarsel, Delal Nûrhak, Bêrîvan Zîlan, Peyman Bagok, Melsa Mûş, Sara Tolhildan, Rûken Kamişlî, Jiyan Tolhildan, Zeynep Saruhan, Zînarîn Amûdî û Çîçek Harûnî de hemû şehîdên xwe yên çar parçeyên Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em îdeal û soza xwe ya ji bo avakirina civaka azad a li gorî bîranîna wan dubare dikin.

Rêber Apo ji bo jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê rêbertiyeke cuda ye. Ji ber ku bi nêrîneke stratejîk nêzî nakokiya jinan dibe û wê çareser dike, xeta azadiya jinan, felsefe û helwesta jiyanê li ser vî vî tiştî şênber dibe, di xwe de temsîl dike, vê cudatiyê bi dest dixe.

Rêbertiya me bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ve taybetmendiya Rêbertiya gerdûnî bi dest xistiye. Ew rêbertiya mirovahiyê û ya jinê ye. Bi vê wesîleyê ez 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar, li ser esasê hezkirin, rêzgirtin û dilsoziyê, 8'ê Adarê li rêhevalê jin yê heqîqî li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikim. Rêbertiya me li ser esasê azadiyê gotina jin û jiyanê aniye ba hev. Plansaziya herî girîng a tevgera me ya jinê wê xebatên li ser esasê belavkirina ramanên Rêbertiya me û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî be. Azadiya Rêberê me azadiya jin û gelan e. Li ser vê bingehê em ê giraniya xwe bidin xebatên li ser bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me.

-Hemû girtiyên azadiyê yên li zindanên Tirkiye û Îranê bi rêzdarî silav dikim, 8'ê Adara wan pîroz dikim. Zindan bingeha kevneşopiya berxwedaniya me ye. Di vê çarçoveyê de ez berxwedana dîrokî ya van hevrêyên di bin faşîzmeke tarî dee silav dikim.

Karesata erdheja ku îsal li Kurdistanê pêk hat, bandor li hemû gelê me û jinan kir. Ji ber vê yekê çalakiyên me yên 8'ê Adarê li ser esasê piştgirîkirina gelê xwe û jinên li qadên erdhejê, parvekirina êşan û li ser bingeh hevgirtina ji bo gel, pêk hatin. Em careke din diyar dikin ku em bi gelê xwe erdhejzede ne. Ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re em sersaxiyê û ji birîndaran jî şifaya xêrê dixwazin.

Tevgerên me yên jinên Kurd bi pêngava me ya ‘Em bi jin, jiyan, azadî re ber bi şoreşê ve dimeşin’dema li qadan xebatan dikin, divê rol û mîsyonên xwe yên stratejîk û peywirên xwe piralî û xurt temsîl bikin. Ev rol divê li ser esasê karbeşiyê, bi rêxistinbûneke cîddî, avakirin û geşkirina pergala jinan, bi hev temamkirinê û yekparetiyê mumkun e.

Derbaskirina pirsgirêkên civakî yên jinan û avakirina civakeke nû, ancax bi şoreşên jinan ên bi perspektîfa Jineolojiyê pêkan e. Divê şoreşên jinan xwedî pergal û rêxistin bin. Konfederalîzma jinan a demokratîk, ji bo afirandin û mayîndebûna şoreşa jinê, şeklê rêxistinbûna bingehîn e. Em tevgera jinên Kurd wê sedsala 21’emîn çawa bibe sedsala jinê? Rêxistin û xebatên wan wê çawa pêş bikeve? Di zemînên cihê de wê yekîtiyên jinan ên herêmî û gerdûnî çawa bên avakirin? Jiyana nû wê çawa bê avakirin? Konfederalîzma jinê ya demokratîk wê çawa ava bibe? Divê xweparastina jin û civakê çawa be? Li ser esasê paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo bersivên me yên xurt ji van pirsan re hene. Di vî warî de em jin di warê xebatên pratîkî de xwedî tecrube û danheviyeke cidî ne. Lê belê kêmasiyên me di avakirina rêxistin û formeke wekhev a van tecrubeyan de hene. Di vir de pirsgirêkên me yên zîhniyet û sîstemê, rol, mîsyon û erkên me yên jinan, ji ber ku em nikarin erka xwe bi cih bînin, dikevin ber pirsê. Di warê meşa li ser armancê de qelsiyên me hene.

Li ser vî esasî di pêngava me ya ‘Bi jin, jiyan û azadiyê ve em ber bi şoreşa jinan ve dimeşin’, em tevgerên jinan rola me ya sereke ev e ku em jinan bi xurtî perwerde bikin, wan rêxistin û çalak bikin. Heta ku akademiyên jinê tunebe, em nikarin rêxistinbûnê geş bikin. Niha bi milyonan alîgirên tevgera me ya jinan heye. Lêbelê asta rêxistinbûna wan qels e. Divê em bi lez vê yekê çareser bikin. Divê em bi seferberiyeke rêxistinî endamên pergala xwe ya jinê ava bikin. Ya rast, divê em bi mîlyonan jinên ku bi me re dimeşin û sempatiya wan ji me re hene,  rêxistin bikin û perwerde bikin. Divê em yên heyî mezin bikin. Divê em li ser bingeha komun, meclîs, akademî û kooperatîfan di qadên cuda de rêxistinên xwe pêş bixin. Rêxistinên konfederal ên demokratîk ji sosyalîzma reel cuda ne. Di sîstema konfederalîzma demokratîk de têkiliyên rêxistinî zindî, berhemdar, piralî, nerm û li ser firehiyê ne. Li ser bingeha xwerêveberiyê ye. Di nav meclîsan de pîvanên cihêreng tên organîzekirin. Rêzikname, bername, rêziknameyên xebatê yên rêxistinan li gorî hewcedariyên li gel bingeha îdeolojîk tên çêkirin. Tê de tiştên burokratîk, bêzar û dubarekirin tune. Em tevgerên jinan divê em giraniyeke cidî bidin rêxistinbûnê.  Yek ji awayê xebata herî bingehîn  a tevgera me ya Apoyî ev e ku em yek bi yek bi mirovan re eleqedar bibin û wan rêxistin bikin. Divê em vê tarzê li her derê geş bikin. Avakirina komîte, komun û meclîsên li ser esasê parêznameyên Rêbertiya me, perwerdekirina saziyan û gihandina girseyên mezin ên jin û em bigihêjin endamên gelê xwe, wê tişt aliyê herî girîng ê pêngava me be. Avakirina jiyanê a ji nû ve wisa dikare pêk were. Beriya her tiştî divê bîra jinê were geşkirin, hevrêtî, hezkirin û hevgirtina jinan were domdarkirin, avakirina xurt a rojevên jinan, yekîtiya giyanî ya jinan, bawerî, moral, zindîbûn, afirîneriya jinê bi awayekî xurt derxîne holê û vî ruhê azadiyê li rêxistinbûna were zêdekirin.

Li ser vê bingehê, erka herî bingehîn a tevgerên me yên jinan divê ev be ku jin û gelê me ji yekîneyên biçûk dest pê bike, wan perwerde bike, rêxistin bike, têkiliya rêxistibûna bi hev re çêbikin, wan bike yek û mezin û li her derê belav bike. Ji ber vê tevgerên me yên jinan nabe ku xebatên xwe ji jor ve, bi feraseteke burokratîk, navendîparêz, kesperest, desthilatdarxwaz û dûrî pirsgirêkên jinan be.  Heke wisa be ji dêvila geşkirina têkoşîna azadiyê ya jinan wê têkevin nav rol û pozîsyoneke ku têkoşînê qels dike û dixitimîne.

Peywir û rola duyemîn a tevgerên me yê jinan divê ev be ku tecrubeyên xwe bighîne jinên Rojhilata Navîn û dinyayê û van tecrubeyan par ve bike û belavî her derê dike. Jinên gelên li Kurdistan û Rojhilata Navîn di serî de, divê em tecrubeya xwe bigihînin hemû jinên dinyayê. Ji bo ku jin xwerêxistinkirinên xwe yên resen li ser rêbazên azadiyê ava bikin, divê em alîkariyê bidin wan.

Parvekirina tecrubeyên bi jinên ku dixwazin azad bibin; dibe ku li ser esasê rêxistinbûn, perwerde, çalakî, pêşxistina hevpar a xebatên avakirina neteweya demokratîk be. Em ê bi jinên ji gel, bawerî û bîrdoziyên cuda yên li herêmê dijîn re rêxistinên hevpar ava bikin, têkoşîna xwe ya azadiya jinê berfireh bikin. Rêbertiya jina Kurd encax bi parvekirin, bi alîkariyê, fêrbûn û li ser esasê rêgez û prensîbên kolektîf, demokratîk pêkan e. Pêkanîna van tiştan bi hişmendî, hewldan, bawerî, moral û coşeke mezin a tê wateya afirandina şoreşên jinan û pergalên jinan di asta herêmî û gerdûnî de, pêkan e.

Ya sêyem jî, awayê ku em beşdarî xebatên giştî yên tevgerên me yên azadiya jinê bibin jî pir girîng e. Em jinên Kurd em bi hev re hem hewldanên zayendî û hem jî xebatên azadiyê yên gelê xwe dimeşînin. Lewma em bi xurtî û bi bandor beşdarî azadbûna gelê xwe dibin. Ji ber vê yekê em di xebatên giştî de jî rol û erkên girîng pêk tînin. Di vê çarçoveyê de rêxistin û meclîsên me yên jinan bi rêxistin û meclîsên giştî re paralel dixebitin û di gelek lêkolînan de di perwerde, rêxistin û çalakiyan de jî hevpar tevdigerin.

Di vê çarçoveyê de bi vê pêngava jinê re divê em di hemû geşedanan de ji bo azadiya gelê xwe mafê xwe yê axaftinê baş bi kar bînin, nêrînên xwe bi xurtî bînin ziman, îrade û rengê jinê bidin xuyakirin. Divê meclîsên jinan nebin dewsa meclîsên giştî û bi awayekî paralel xebatên xwe bimeşînin. Divê rêxistinên me yên xweser ne tenê ji pirsgirêkên jinan, ji hemû qadên jiyanê jî xwe berpirsyar bibînin. Divê bi nasnameya jinê ya rêxistinkirî beşdarî her qada jiyanê bibin. Sîstema konfederalîzma demokratîk li ser esasê hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev hatiye avakirin. Pergala hevserokatiyê yek ji destkeftiyên herî mezin ên tevgera me ya jinê ye. Divê ev pergal bi xurtî bê xebitandin.

Weke peywira çaremîn divê tevgerên me yên jin di platformên demokrasî, azadî, ekolojî û kedê yên welatê ku em tê de ne de, bi xurtî cih bigirin. Ev yek wê bike ku tevgerên jinan di van qadan de jî bi awayekî xurt rol û mîsyonên xwe temsîl bikin. Di vê çarçoveyê de tekoşîna azadiya jinê bi xwe berpirsyar dibîne ji hemû krîzên ku mirovahiyê jiyaye, dikare pêşengiya têkoşîna çîn, netewe û ekolojiyê bike. Ew dikare li ser bingeha rola pêşengiyê bi rêxistinên xweser an jî bi tevlêbûna nav van rêxistinan re bixebite. Weke jin jî hêza ku bi nêzîkatiyeke tevayî li krîzên mirovahiyê binêre xurt dike.

Dema ku pêngava xwe ya ‘Bi jin, jiyan, azadî re em ber bi şoreşa jinan ve dimeşin’ bi rê ve dibin, di warê rizgariya mirovayetiyê de li têkoşînên demokrasî, azadî û ekolojîk bi nêzikatiyên yekpare, dewlemend, temamker, nerm, hiş û aqilê bi prensîb ê jinê, pir girîng dibînin. Jixwe li dinyayê di nav van tevgeran de jî jin bi awayekî xurt û bandor cih digirin.

Wekî peywira pêncemîn, rol û xebateke girîng a tevgerên jinan ev e ku ji bo pêkanîna guhertin û veguhertina karekterê mêrên serdest e. Girîng e ku jina rêxistinkirî karibe mêrê heyî perwere bike û veguherîne. Di sedsala 21’emîn de bi geşbûna tevgerên azadiyê re, beşeke girîng a mêran heye ku baweriyê bi azadiyê jinê tîne û li ser vî esasî dixwaze xwe veguherîne û biguherîne. Hişmendiya mêrê serdest û pêkanînên wê êdî ne tenê ya jinan e. Ji aliyê mêr û civakê ve jî nayê qebûlkirin. Ji bo guhertin û veguhertina zîhniyeta mêrê serdest û kolekirina jinê di jiyana rojane de balkişandina ser plansaziya perwerde û nîqaşê girîng e. Tevgerên jinan jî roleke wiha dilîzin. Di şexsê jin û mêrên azad de wê bingehên jiyana nû û azad were afirandin.

BERXWEDANA KURDAN PLANÊN FAŞÎZMÊ PÛÇ KIR

Êrîşên desthilatdariya AKP û MHP’ê didome. Di van geşedanan de divê helwesta jinan çawa be?

Pêşketinên dawî yên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê, berxwedan û tevlîbûna me ya tevgera jinê girîng e.

Wekî ku tê zanîn tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî xwest di 100’emîn salvegera Komarê de bi tasfiyekirina tevgera azadiya Kurd re hêviyên azadiyê yên gelê me biqedîne û qirkirina Kurdan temam bike. Li gel vê, heta ku ji dest tê xizankirina civaka Tirkiyeyê, bêparkirina demokrasî û azadiyan weke stratejiya bingehîn ji xwe re diyar kiribû. Lê belê bi helwest û berxwedana Rêbertiya me ya li Îmraliyê, helwesta tevgera me ya azadiyê ya bi prensîb, îradeya xurt, xwerêveberî, berxwedana bêhempa ya serkeftî ya gerîlayên li Zap û Avaşînê, berxwedana gelê me ya li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî bi ya gelê me yê li Bakur û Kurdistanê û berxwedana hêzên azadî û demokrasiyê yên li herêmê re plana wan hate pûçkirin. Karesata erdheja li Tirkiyeyê veguherî qetlîamek ku tê de bi sed hezaran mirov mirin. Polîtîkaya erdhejê ya desthilatdariya faşîst ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî bû sedema bertek û hêrseke mezin. Di nava karesata erdhejê de, di tifaqa Neteweyê de krîzek pir giran rû da ku wê kî bibe Serokkomar. Namzediya Kiliçdaroglû ku di heman demê de kadroyekî taybet ê dewletê ye, ji ber ku Kurd û Elewî bû, nehat qebûlkirin. Meral Akşener yek ji kadroyên herî payebilind û girêdayî dewleta kûr e. Ev tê zanîn. Ew kesek e ku di salên ku tawanên nediyar bi tundî hatine kirin de xizmet kiriye û xwedî berpirsiyarî ye. Ew ne jineke asayî ye, lê jineke ku bi taybet di saziyên dewletê de hatiye mezinkirin û xwedî zîhniyeta zilamê serdest û faşîst e. Çawa ku MHP ji bo Erdogan hat tayînkirin, Meral Akşener jî di xeteke rastgir û nîjadperest de berpirsyara siyaseta CHP'ê hatiye diyarkirin. Tê xwestin CHP li ser xeteke rastgir û nijadperest be. Li Tirkiyeyê xeta nijadperest qels bû û teşhîr bû. Ji ber vê yekê klîkên faşîst ên nîjadperest li gorî xwe hin tevdîr stendin û li ser vê bingehê siyasetê dikin.

FAŞÎZM DIXWAZE KILIÇDAROGLÛ TÊXE BIN KONTROLÊ

Di vê çarçoveyê de dema Meral Akşener namzediya Kiliçdaroglu qebûl nekir û serokkomarî pêşniyazî Ekrem Îmamoglû û Mansur Yavaş kir, ji gelek derdorên cuda bertekeke ew ne li bendê bû dît. Bi hezaran endamên wan ji partiya wê îstifa kirin.  Prestîja ÎYÎ Partiyê qels bû. Rêjeya dengên wan ket. Akşener hat asta ku ji siyasetê bikeve. Dema ku dît tifaqa millet bi hêzên çepgir û sosyalîst tifaqê bike, wê Kiliçdaroglû hilbijartinê qezenc bike, bi taktîkên dek û dolaban, bi fermana klîkên dewleta kûr dîsa vegeriya tifaqa millet.

Vegera wê jî ji bo domandina polîtîkayên li ser berdewamiya siyaseta înkar û îmhayê ya Kurdan, ji bo kontrolkirina tifaqa millet û Kiliçdaroglû ye yê ku wê were hilbijartin. Îxtîmala herî biçûk a pêşketina Tirkiyeyeke nû ya demokratîk jî bi rêya Meral Akşener tê xwestin rêya wê were girtin.

Li vir, divê ku ev rastî were nirxandin. Ger ku HDP, hêzên Ked û Azadiyê yên li dijî faşîzmê helwesteke zelal nîşan nedana û heta niha li ber xwe nedabûna û helwesteke bi prensîb nîşan nedabûna, Kiliçdaroglu wê rojekê jî nikarîbûya li dijî zîhniyeta faşîst, lîstik û provokasyonên Erdogan-Bahçelî-Akşener, li ber xwe bida.

Di warê tevgera jinên Kurd û tevgerên jinên Rojhilata Navîn de pirsgirêk û krîzên li Tirkiyeyê gelekî girîng in. Erdogan bi polîtîkayên xwe yên zayendperest, olî, nîjadperest û berfireh ên Osmaniyan, li ser Rojhilata Navîn ji bo herêmê xeteriyeke mezin çêdike. Desthilatdariya faşîst a Erdogan-Bahçelî, di pêşxistin û belavkirina polîtîkayên tekparêz, nîjadperest, navendîparêz, mêtînger, dijberî gel û li dijî civakê de, xwe wekî modelekê pêşkêş dike. Vî tiştî teşwîq dike.

Êrîşên qirêj ên ku di rojên dawî de li Bursayê li dijî Amed Sporê hatin kirin, parçeyek ji vê polîtîkaya qirkirinê ye. Bahçelî bêyî ku şerm bike ev hewldana lîncê bi awayekî vekirî xwedî lê derket. Ev yek pir eşkere nîşan dide ku rêxistin ji aliyê kê ve hatiye çêkirin. Faşîzma AKP-MHP’ê bi vê yekê hem hewl dide dirûşmên alîgirên Fenerbahçe û Beşîktaşê yên “Hikûmet îstifa bike” rojevê biguherîne, hem jî dixwaze gelê Kurd timî di nava polîtîkayên bi vî rengî yên qirkirinê de bihêle. Amed Sporê li hemberî van zext û kampanyaya lîncê serî netewandiye. Gelê me yê Amedê xwedî li werzîşê derket û bersiva pêwîst da van çeteyên faşîst.

JIN DIKARIN RÊVEÇÛNA SIYASETÊ BIGUHERÎNIN

Ji ber van geşedanên siyasî girîng e ku jinên ji Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşengiya eniya ked, azadî û demokrasiyê bikin û di van blokan de cih bigirin. Di demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn de, di pêşxistina jiyaneke wekhev, azad û adil de, rêxistinbûna jinan a hevpar û xebatên li ser vê bingehê jî di pozîsyonekê de ne ku bandorê li rêveçûna siyaseta li Tirkiyeyê bike.

Di keraseta erdheja li Tirkiyeyê de rêxistinên jinan çûn herêmê û xebatên hêja kirin. Li cem mexdûrên erdhejê sekinîn.

Têkbirina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û îstifakirina wê jî erkeke bingehîn a tevgerên jinan e. Ji nû ve hilbijartina Erdogan ji bo serokkomariyê wê were wateya sazûmankirina komkujiyên li ser jinan, tundiya li ser jinê, newekheviya jin û mêr. Yek ji armanca sereke ya tevgera me ya jinan a ku me pêş xistiye, hilweşandina desthilatdariya faşîst a li ser kar a li Tirkiyeyê ye. Erdogan dîsa dixwaze bibe Serokkomar. Divê pêşî li vê bê girtin. Ji bo hilbijartinan divê jinên Tirkiye û Kurdistanê bi hev re tevbigerin. Ne tenê ji bo têkbirina Erdogan, her wiha serokkomarekî çawa dixwazin? Serokkomarek çawa dikare ji aliyê jinan ve were qebûlkirin? Dikarin wê nîqaş bikin û bi raya giştî ragihînin. Dikarin vê yekê bi awayekî rêxistinî bikin. Li ser vî esasî dikarin bi namzetên serokkomariyê yên ku guncaw in re hevdîtinan pêk bînin. Divê jin ji Peymana Stenbolê bigire heta maf û azadiyên cuda, daxwazên xwe bînin ziman. Divê dengê jinan bilind be û rengên wan diyar bibe. Divê jin karibin siberoja Tirkiyeyê li ser esasê demokrasî û azadiyan ava bikin. Dîsa li ser vê bingehê divê jin di eniyên çep, sosyalîst, kedkar û demokrasiyê de roleke bi bandor bilîzin.

Tevlîbûna rêxistinbûyî û aktîf a jinan wê dînamîzm, enerjî û naverokeke xurt bi demokrasiya Tirkiyeyê re bîne. Di vê pêvajoyê de ji bo avakirina Tirkiyeya nû ji her tiştî zêdetir pêwîstî bi bîr û têkoşîna jinê heye. Divê platformên hevpar ên jinan herî zêde bersiva pirsa Tirkiyeya çawa ye bidin. Di vê çarçoveyê de heta ku em tê de bin, girîng e beşdariyeke ji aliyê jinê ve were nîşandan û pêşengî were kirin.

Ji ber vê yekê sekin û helwestên me yên siyasî di pratîkkirina pêngavên tevgera me ya jinan a îsal de girîng in. Rêxistinên jinan ligel pirsgirêkên jinan divê dest bavêje pirsgirêkên civakî jî û tev li rojevên siyasî bibin. Bi kurtasî divê tevgerên me yên jin ji bo rêxistinbûn, çalakî û avakirinê nêzîkatiyeke yekgirtî, stratejîk nîşan bidin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA ÎRANÊ Û BERXWEDANA ROJHILAT

Derbarê zextên dewletê yên li Îran û Rojhilatê û berxwedana jinan, şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana gerîlayên jin hûn dikarin çi bibêjin?

Dîsa li Kurdistana Îranê serhildanên ku par dest pê kiribûn û hê jî li ser hîmê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" geş dibin, hene. Dewleta Îranê li her herêmê bi taybetî li Belûçîstan û Kurdistanê bi polîtîkayên hovane dixwaze bi bikaranîna hêzên xwe yên zordar û bi zorê daxwazên azadiyê yên jin û gelan bi temamî bitepisîne. Ji ber vê sedemê bi sedan Îranî, Kurd û Belûcî ku beşdarî serhildanan bûne ji aliyê dewletê ve hatine darvekirin. Ew kesên ku beşdarî xwenîşandanan li kolanan bûn qetil kir û birîndar kirin. Di encama van birînan de bi dehan jin çavên wan kor bûn. Bi hezaran kes di zindanan de rastî êşkenceyên herî giran û pêkanînên dijmirovahî hatin. Herî dawî jî bi pêkanîna siyaseta jehrîkirina xwendekarên keç li zanîngehan li seranserê Îranê rûyê xwe yê mêtînger a li dijî jinan, bi awayekî pir qirêj nîşan da. Dewleta Îranê dixwaze jinan ji jiyana civakî dûr bixe. Naxwaze jinên ciwan biçin dibistanê û hişyariya jinan bilind be. Bi gazan jehrîkirina jinên ciwan, armanc tirsandin û çewsandine. Polîtîkayên herî hovane li dijî jinên ciwan tên meşandin. Kiryarên weke zewaca keçan a di temenê biçûk de, hicaba bi darê zorê û bêçalakîtiya jinan a bi tena serê xwe, hemû berhemên polîtîkayên şikandina vînê û destavêtinê ne. Tê xwestin ku jin di malê de bên hepskirin û weke xizmetkarên mêran di rewşa koletiyê de bên hiştin.

Weke ku tê zanîn di serhildanên ku li ser esasê "JIN JYAN AZADÎ" hatin pêşxistin de, xwendekarên jin ên li zanîngehan dixwendin û dîsa jinên hunermend-rewşenbîr pêşengiya civakê kirin. Ew hîn jî pêşengî dikin. Di navbera polîtîkayên dewleta Îranê yên li ser jinên ciwan û siyaseta Talîbanê ya li ser jinan tu cudahî nîne. Em van pêkanînên dewleta Îranê bi tundî û bi hêrs şermezar dikin. Divê dewleta Îranê dev ji van polîtîkayên qirêj û faşîst ên li dijî gelê Kurd, gelê Belûç, hêzên azadî û demokrasiyê û jinan berde. Divê cezayê darvekirinê bê rakirin û polîtîkayên zext û tundiya li ser jinan bi dawî bibe. Divê rêz li nasname û baweriyên gelan û maf û azadiya jinan bigire. Li ser vê bingehê em careke din diyar dikin ku, me tu carî van polîtîkayên li ser gelên me û jinan ji bîr nekir. Em wek jinên Kurd li kîjan parçeyê Kurdistanê dibin bila bibin. Em polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Îranê yên li ser gelê me û jinan baş dizanin. Em ê van polîtîkayan qebûl nekin.

Weke jin em ê van pêkanînên dewleta Îranê li hemû cîhanê teşhir bikin. Dîsa banga me ya li dijî zîhniyeta zilamê serdest a hov li Îranê ew e ku jinên Îranî û gelên wê rêxistinbûna xwe ya xweser di hemû qadên jiyanê de bi awayên curbecur pêş bixin û enî û platformên azadiyê yên hevpar ava bikin. Divê hemû civak, jin, gelên Îranê xwe birêxistin bikin. Tenê li ser vê bingehê mirov dikare li hemberî van polîtîkayên hovane yên dewleta Îranê raweste. Weke KJK’ê em careke din diyar dikin ku em li cem gel û jinên Îranê ne.

DIVÊ JIN PERGALA XWE YA XWESER A XURT AVA BIKE

Şoreşa jinê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşket, wê hîn zêdetir pêş bikeve. Şoreşa jinê ya li Rojava hêviya jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê ye. Li Rojava ji bo avakirina sîstema konfederalîzma jinan a demokratîk xebat tên kirin. Divê xebatên komun, meclîs, akademî û kooperatîfên jinan bên pêşxistin. Divê bikaribe pergala xwe ya bi hêz ava bike. Gel û jinên Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û Çerkez di çarçoveya modela neteweya demokratîk de jiyan û sîstemeke nû ava dikin. Xebatên avakirinê ku tê xwestin li ser esasê amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî bên pêşxistin, bi giranî bi pêşengiya jinan tên meşandin. Ji bo avakirina şoreşa jinê bi hezaran jin dixebitin. Di sala 2023’yan de wê li ser bingeha pêngava tevgera me ya jinan xebatên xwe pir bi bandortir û bi hêztir pêş bixin.

Di heman demê de jinên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina sîstemeke demokratîk, destûra bingehîn û pêşxistina têkoşîna hevpar a jinan li tevahiya Sûriyeyê xebatên xwe didomînin.

YJA STAR li ser bingeha armancên pêngava me ya jinê, wê çalakiyên xwe bi mezinkirin û xurtkirina wan bidomîne. Hêzên me yên YJA STAR'ê li Zap û Avaşînê berxwedana gerîla bi awayekî serketî bi rê ve birin. Nûnertiya radîkal a xeta me ya azadiya jinê hate kirin. Di vî warî de berxwedana artêşa me ya jin a di avakirina konfederalîzma jinê ya demokratîk de, asta rêxistinî û fermandariyê hêz û moralek mezin da. Ew bûye çavkaniya îlhamê. Di pêngava me ya jinê de xebatên YJA Starê, pêngavên ku pêş dixin, berxwedana wan pir girîng û watedar e.

ÊRÎŞÊN DAGIRKER ÊN LI SER ŞENGALÊ: XWERÊVEBERÎ GELEKÎ GIRÎNG E

Di demên dawî de êrîşên dewleta Tirk a faşîst li ser gelê me yê Şengalê hatin kirin. Di êrîşan de ewladên Êzîdxanê yên herî bi qîmet Agir Cefrî, Pîr Çeko û Naîf Şemo şehîd bûn. Em ji malbatên wan û gelê me yê Êzidî re sersaxiyê dixwazin. Ev sûîqestên ku beriya 8’ê Adarê, hatin kirin ne tesadufî ne. Zemînên azadiya ku gelê me û jinên me yên Êzidî bi dest xistin, bi destê komara Tirk dewleta faşîst û hevkarê xayîn PDK’ê tê xwestin ku paşve vegerînin. Biryarên di 9’ê Cotmehê de ji bo Şengalê hatin girtin, ti carî nayên qebûlkirin. Pêkanîna biryara 9’ê Cotmehê tê wateya ku gelê me yê Êzidî û jin wê rastî qirkirin û qetlîamên din were. Gel û jinên ku nikarin xwe biparêzin û xwe bi rêve bibin, her tim ji komkujiyan re vekirî ne. Ev yek herî zêde di fermana êrîşa dawî ya DAÎŞ'ê de hate dîtin. Li ser vê bingehê parastin û pêşxistina rêxistinên xwerêveberî û xweparastinê jiyanî ye. Divê jinên li Şengalê hemû jinên Şengalê bi rêxistin bikin. Divê sîstema rêveberiya xweser bi hemû aliyan ve bên parastin. Şengal ancax li ser bingeha berxwedana gelê me ya bi pêşengiya jinan dikare xweseriya xwe biparêze û pêş bixe.

Li Başûrê Kurdistanê di nava jinên Başûrê Kurdistanê de hişmendiyeke girîng pêş ketiye. Lê belê, di pêşxistina xwerêxistinkirina wan de zehmetiyên cidî hene. Di mekanîzmayên rêveberiya bilind û mekanîzmayên biryarên stratejîk ên partiyan de jin nînin. Li Başûrê Kurdistanê jin li şûna ku li hêviya mêran bin, divê ji bo avakirina û pêşxistina rêxistinên xwe hewl bidin. Divê rêxistinên xwe ava bikin û pêş bixin. Divê bi xurtî û bi bandor beşdarî têkoşînên azadiya jinê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybetî jî li yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd bibin.

DIVÊ JINÊN CIWAN XWE LI HER DERÊ RÊXISTIN BIKIN

Derbarê têkoşînên jinên ciwan û jinên li Ewropayê peyamên we çi ne?

Ji bo xebatên me yên jinên ciwan bi awayekî berfireh xwe birêxistin bikin gelekî girîng e. Divê rêxistina me ya jinên ciwan pêngava “JIN JYAN AZADÎ, SERXWABÛN AZADΔ ku daye destpêkirin bi xurtî pêş bixe. Divê jinên ciwan li her qadê li dijî netew-dewletê xwe bi rêxistin bikin. Di avakirina konfederalîzma demokratîk de divê di hemû astan de beşdariyeke xurt û pêşeng hebe. Têkoşîna azadiyê ya di her astê de bi awayekî aktîf û radîkal girîng e. Sîstemên netew-dewletê li ser esasê qirkirina zêhnî û fizîkî ya ciwanan hatine avakirin. Pêwîste jinên ciwan di hemû qadên jiyana civakî de rêxistinbûna xwe ya xweser pêş bixin û her wiha tevlîbûna xwe ya di nava gerîla de pêş bixin. Divê bersivên xurt bidin pirsa Rêbertiya me ya 'Divê çawa were jiyîn' û tevlîbûneke bi hişmendî, îradeyî pêk bînin.

Tevgera me ya jinên Kurd li Ewropayê xebatên xwe bi erk û mîsyoneke gelekî dîrokî dimeşîne.

Fikrên konfederalîzma jinên demokratîk û Rêber Apo herî zêde bi vê qadê dikare li cîhanê belav bibe. Divê jin û ciwanên li Ewropayê bandorên takekesî yên jiyana modernîst a kapîtalîst qebûl nekin. Jina ku ji têkoşîna welatê xwe qut bibe û ji bo welatê xwe nexebite azad nabe. Ew nikare di cîhana xwe ya giyanî de aramî û bextewariyê bibîne.

Bi vî alî ve divê tevgera jinên Kurd li Ewrûpayê li her welatê ku lê heye bi hevaltî, hişmendî û hezkirina jinan bi awayekî afirîner platform û meclîsên jinan pêş bixe. Jinên ciwan dikarin bi xurtî pêşengiya xebatên Enternasyonal bikin. Her wiha divê tevgerên me yên jinên Kurd li Ewropayê bi têkoşîna azadî û demokrasiyê tevgerîn weke erkeke stratejîk bibînin.

 -Jineolojî, çapemenî, çand û xebatên dîplomasiyê xebatên pir girîng ên pêngava me ya jinê ne.

Yek ji planên herî girîng ên vê pêngavê jî ew e ku li ser esasê Jineolojiyê hişmendiya jinê bê pêşxistin û li ser vê bingehê xebatên avakirinê bi rê ve bibin. Di vê wateyê de divê hemû jin bi jineolojiyê re eleqedar bibin û xwe li ser esasê jineolojiyê perwerde bikin. Şoreşa me ya jinê wê li ser esasê jîneolojiyê pêş bikeve.

Li ser vê bingehê em roja 8’ê Adara 2023’yan û pêngava îsal ya “EM BI JIN JIYAN AZADÎ BER BI ŞOREŞA JINÊ VE DIMEŞIN” pêşwazî dikin. Bi vê pêngavê re em armanc dikin ku nêzîkatiyeke giştî û stratejîk a li hemberî pirsgirêkên mirovahî û jinê nîşan bidin û hem pêşketinên siyasî yên heyî hem jî plansaziya pratîk a fêhmkirina şoreşa jinê di dema navîn û dirêj de bi xurtî pêk bînin. Ji bo trajediyên di jiyana jinê de bi dawî bibin û jiyanek azad, wekhev û adil pêş bikeve, divê jin xwe bi rêxistin bikin. Sîstema kapîtalîst a zayendperest ku ketiye nava şaneyên civakê, ancax bi rêxistinbûn û birêxistinkirina pergalên xwe yên jin û gelan dikare ji holê rabe.

Em ê bi hevgirtina konfederalîzma jin a demokratîk, bi yekitiya neteweyî ya jinên Kurd, yekîtiya jinên Rojhilata Navîn û yekitiya jinên cîhanê têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Li ser vê bingehê careke din 8’ê Adarê li hemû jinan û mirovahiyê pîroz dikim. Em her kesî vedixwînin Xebatên Azadiyê yên ku em ê di çarçoveya pêngava “EM BI JIN JIYAN AZADÎ BER BI ŞOREŞA JINÊ VE DIMEŞIN” pêk bînin. Têkoşîna me ya azadiya jinê hêviya herî mezin a mirovahiyê ye. Em ê bersiva van hêviyan rast bidin. Em ê sedsala 21’an bikin sedsala şoreşên jinan. Em ê bi pêkanîna formula azadiya efsûnî ''JIN JYAN AZADI'' jiyana azad ava bikin. Em ê sala 2023’yan bikin sala azadî û berxwedanê û teqez em ê bi ser bikevin."