Endama Koordînasyona KJA’yê Aktaş hate berdan

Endama Desteya Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) ya ku bi BHQ’ê hate girtin, hate berdan.

Endama Desteya Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi BHQ’ê hat girtin Sara Aktaş, di rûniştina doza xwe ya 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat berdan. Di rûniştinê de parêzerên Aktaşê amade bûn. Aktaş parastina xwe yên berê dubare kir û daxwaza berdanê kir. 


Piştre meqama îdîayê mutala berpêşî dadgehê kir, ji ber lêkolîna materyalên dîjîtal bi dawî nebûne, berdewamiya girtina wê hat xwestin. Parêzerên Aktaşê Banu Guveren û Keziban Yilmaz jî beraeta muwekîla xwe xwestin. 

Piştî parêziyan, navbera hat dayîn. Heyeta dadgehê piştî navberê biryara berdana Aktaşê da. Dadgehê bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û heftê 3 caran dayîna îmzeyê serbest berda.

Aktaş, ji 14’ê Kanûna 2016’an ve bi îdîaya “Avakirin û birêvebirina rêxistina bi çek” û “Propagandakirina rêxistinê” li Girtîgeha Kandira a Hêjmar 1dihate ragirtin.