Encamnameya kongreya Înîsîyatîfa Jinên Rojava û Sûriyeyê aşkere bû

Encamnameya kongreya Înîsîyatîfa Jinên Rojava û Sûriyeyê aşkere bû

Encamnameya kongreya Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê hate aşkerakirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di kongreyê de li ser pirsgirêkên jinê bi berfirehî hatiye rawestîn û di encamê de jî biryar hatiye girtin ku ji bo çareseriya pirsgirêkan li tevahiya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê birêxistinkirina înîsiyatîfê bê avakirin. Encamên kongreyê wê ji Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê, Yekîtiya Ereban û Yekîtiya Ewropayê re jî bêne şandin.

Encamnameya Kongreya Damezirîner a Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê ku bi pêşengiya Yekîtiya Star li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi slogana “Jin bi hemû netew û olên xwe ji ber ku jin in yek in” duh hate lidarxistin, hate aşkerakirin.

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku kongre bi beşdariya 150 nûnerên sazî, partî, rêxistin û komeleyên jinan ên herêmên Heleb, Dêra Zor û Hesekê û kesayetên serbixe pêk hatiye. Di berdewama encamnameyê de hate diyarkirin ku di kongreyê de pêşnûmayên ku rewşa jinê ya dîrokî, siyasî, çandî û civakî tînin ziman hatine xwendin, her wiha li ser rewşa jinê ya di dema desthilatdariya rejîma Baas de nîvîsek hatiye xwendin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku piştî xwendina pêşnumayan li ser mijarên ku di pêşnumayan de hatine vegotin, her wiha li ser zagonên jinan û rêveberiya înîsîyatîfê nîqaş hatin meşandin. Di berdewama encamnameyê de hate destnîşankirin ku di encama nîqaşan de biryarên girîng hatine girtin û biryar wiha hatine rêzkirin:

1-Li Qamişlo wê navenda giştî ya Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê bê vekirin û li bajarên din jî şaxên wê bêne  vekirin. Ev navend wê pirsgirêkên jinan bişopînin.

2- Encamên kongreyê wê ji hemû herêmên Sûriyeyê re bêne ragihandin.

3- Encamên kongreyê wê ji Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê, Yekîtiya Ereban û  Yekîtiya Ewropayê re bêne ragihandin.

4- Derbarê şîdeta ku di nava salekê de li ser jinên Sûriyeyê hatiye meşandin wê lêkolîn bê kirin û îstatîstîk bêne derxistin.

5- Li ser tecawîzê û jinên bêmal û bêxwedî yên di dema şerê Sûriyeyê de wê lêkolîn bê kirin.

6- Li ser girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Sûriyeyê, dê lêkolîn bê kirin.

7- Li ser navê Înîsiyatîfê wê malperek înternetê bê vekirin û nûçe û çalakiyên jinê li ser bêne belavkirin.

8- Ji bo ku di kongreya duyemîn a jinan de meclîsa jinên Sûriyeyê ku ji hemû pêkhateyan pêk tê were avakirin, wê xebat bêne meşandin.