Encamnameya Konferansa Jinên Êzidî ya Navneteweyî

Encamnameya Konferansa Jinên Êzidî ya Navneteweyî, ku di 11-12'ê Adarê de li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê pêk hat, hat eşkerekirin.

Di encamnameyê de hat gotin, "Fermana li Şengalê rabû, bê şik û guman qirkirin e û divê li qada navneteweyî bi vî rengî bê naskirin."

Konferans bi sernavê "Êrîşên qirkirinê yên li dijî jinên Êzidî û rêbazên têkoşîn û berxwedanê yên li dijî qirkirinê", di 11-12'ê Adara 2017'an de li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê hat lidarxistin. Di konferansê de, li dijî qirkirina li Şengalê û qirkirina jinan, biryara têkoşîna hevpar hat dayîn.

Konferans bi beşdariya 300 kesên ji Elmanya, Bakur û Başûrê Kurdistanê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Qibris, Ermenîstan, Îngilîstan, Fransa, Belçîka, Hollanda, Îtalya, Swîsre û Danîmarkayê pêk hat.

Konferans ji aliyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd û Platforma Têkoşînê ji Jinên Hatine Revandin, hat organîzekirin. Ji Elmanyayê Weqfa Rosa Luksembûrg, Navenda Kombûna Jinê UTAMARA, JXK, Fraune fur Fireden, Courage, Partiya Femînîst Die Frauen; ji Îngilîstanê Peace in Kurdistan Campaing Women's, Alliance, ji Fransayê Femmes Solidaires û Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî destek dan konferansê.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku fermana 73'an a bi destê DAIŞ'ê hat kirin, ji her alî ve di konferansê de hatiye nirxandin.

Li gorî encamnameyê; "Di nîqaşên berfireh ên 2 rojan de encamên girîng derketin holê. Hat destnîşankirin, ku di fermana 73'an de jî hatiye dîtin, qirkirin bi giranî bi qirkirina jinê tê kirin û pêwîstî bi wê heye ku di mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî de qirkirna jinê weke kategoriyeke cuda bê naskirin. Tevî vê yekê, fermana li Şengalê rabû, bê şik û guman qirkirin e û divê li qada navneteweyî bi vî rengî bê naskirin. Şahidên qirkirinê, bi rengekî vekirî qala dema qirkirinê û pêvajoya piştî qirkirinê kirin. Di konferansa me de hat xwestin, hemû berpirsyarên di qirkirinê de cih girtine werin tespîtkirin û darizandin.

Yek ji tespîtên girîng ên konferansa me ew e, ku bêstatubûn û bêparastina civaka Êzidî bû sedem ku nekarî pêşî li fermanê were girtin. Ji ber vê yekê destnîşan kir, ku ji bo pêşî li komkujî û qirkirinên gengaz were girtin, pêwîstî bi xwerêveberî û xweparastinê heye. Beşdarên konferansa me ji bo statuya Şengalê bang kirin û xwestin, hurmet ji mafê xwerêveberî û xweparastinê ya civaka Êzidî re bê nîşandan.

Mijareke din a bingehîn ku di konferansa me de hat nirxandin, bandora qirkirinê li ser psîkolojiya kolektîf a civaka Êzidî ya li Şengalê ye. Bi taybetî, travmaya jin û zarokên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û kolekirin, her wiha rê û rêbazên çareserkirina vê travmayê hatin nirxandin. Di konferansa me de, polîtîkayên koçberkirinê weke parçeyek ji qirkirinê hat binavkirin û li ser girîngiya çareseriya li cih hat rawestîn. Di vî warî de bal hat kişandin ser girîngiya rêxistinbûn, vînbûn û zanebûna jinan ji bo jiholêrakirina bandorên qirkirinê.

Jineke ciwan a Êzidî ya ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hat revandin û piştre rizgar bû, di konferansa me de qala hovîtiya lê hat kirin, kir û bibîr xist, ku ji bo rizgarkirina jin û zarokên hê di destê DAIŞ'ê de girtî ne, têkoşîneke xurt û encamgir pêwîst e. Ji ber vê yekê hat ragihandin, ku divê destek ji hêzên YPG, YPJ ên li Rojava û YBŞ û YJŞ ên li Şengalê li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke xurt dimeşînin, bê dayîn.

Konferansa me, di demekê de ku pêşmergeyên PDK'ê hewl dide Şengalê dagir bike, pêk hat. Di êrîşa 3'ê Adara 2017'an de, yek jê jin bi giştî 7 endamên Hêzên Parastina Şengalê yên ku Şengal ji DAIŞ'ê diparastin, hatin qetilkirin. Konferansa me bang li PDK'ê dike ku derhal dest ji vê hewldana xwe ya dagirkirinê berde. Her wiha şermezar dike ku PDK çekên Elmanyayê ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê daye wan, li dijî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi kar tîne. Her wiha, ji bo naskirin û ewlekirina mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya civaka Êzidî bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên din ên navnteweyî hat kirin, ku bikevin dewrê.

Di konferansa me de ku biryarên girîng hatin girtin, ji bo naskirina qirkirinê, darizandina berpirsyaran û peydakirina alîkariyê ji bo ji nû ve avakirina Şengalê, du komên xebatê hatin avakirin.

Di konferansa me de biryardariyeke mezin derketiye holê. Em ê bi vê biryardariyê li qada navneteweyî xebateke bi bandor û koordîneyî bimeşînin."

Di dawiya encamnameyê de hat ragihandin, ku ji bo darizandina berpirsyaran ew ê têbikoşin û bang li hemû jinan û saziyên pêwendîdar hat kirin, ku tevlî vê têkoşînê bibin.