Encamnameya Konferansa Jina Kurd a li Moskowê hate weşandin
Encamnameya Konferansa 2. a Jina Kurd a li paytexta Rûsya Moskowê hate weşandin
Encamnameya Konferansa 2. a Jina Kurd a li paytexta Rûsya Moskowê hate weşandin
Encamnameya Konferansa 2. a Jina Kurd a bi navê ‘’Li dijî îslamiya radîkal rista têkoşîna jinê’ a li Moskowê pêk hatî, hate weşandin.
Di encamnameyê de hate gotin di konferansê de bi perspektîfa azadiya jinê li kêşeyên netewî û herêmî nerîne. Her wiha hate gotin ku eniya demokratîk a gelan a ku xwe dispêrê Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û Jina Kurd pêk tê, şertên xilasbûna ji kaosa sîstemê, li ser zemîna azadiyê derfetên rêxistinbûyina wekhev û jiyanê çêkiriye.
Bi berdewamî hate gotin ku ji ber vê sedemê jî Konferansa wan ji bo ku sedsala 21’ê bibe sedsala azadiyêya jinê û gelan perspektîfa Modernîteya Demokratîk, têkoşîna ku li ser vê paradîgmayê xwe ava kiriye di asta stratejîk de girîng ditiye û pejirandiye ku rizgariya dinyayê tenê bi vê dikare pêkan bibe.
Di encamnameya konferansê de tespît,daxwaz,pêşniyar û bang hatin ku kirin;
1-Di konferansê hate gotin ramanên azadîxwaz ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn pratîze bûne û ji bo vê jî azadiya Ocalan hewcehiya herî girîng e.
2-Di konferansê de hate gotin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku pirsa Kurd ji bi rêbazên demokratîk çareser bibe gelek caran hewl daye, dewleta Tirk ev hewldan sabote kirine, dewleta Tirk li gorî deklarasyona çareseriyê tevnegeriyaye û li ser Ocalan tecrîda giran danîne. Her wiha hate gotin piştî tecrîda li ser Ocalan bajar hatina şewitandin, mirov bi saxî hatine şewitandin.
3-Di konferansê de hate gotin hêzên ku di komployê de cih girtine ji jiyan û ewlehiya Ocalan berpirsyar in, rejîma Erdogan dîsa darvekirin aniye rojevê, li ser jiyana Ocalan ev gefeke vekirî ye û di serî de DYE, YE û Rûsya divê di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih bînin.
4- Di konferansê hate gotin ji ber sedema nêzîkatiya wî ya li azadiya jinê û rista wî ya di geşedana têkoşîna jinê de Rêberê Gelê Kurd baştirîn hevrê ye ji jinê re û ji bo vê jî peywira jinan e ku ji bo azadiya Ocalan têkoşînê geş bikin û bang li jinan hate kirin vê peywira xwe bi rengekî herî rast pêk bînin.
5-Her wiha di konferansê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên xwe yên komkuj sûcê şer kiriye û hate xwestin ku dewleta Tirk a dagirker di serî de Ocalan divê dev ji tehdîkirina jinan, gelê Kurd, beşên demokratîk biqere.
6- Di konferansa 2. a Jinê de hate gotin sedema krîza Rojhilata Navîn zilam-serwerî, desthilatdarxwazî û dewletxwazî ye û çareserî jî rêxistiniya neteweya demokratîk û konferderal a li ser Modernîteya Demokratîk hate nîşandan.
7-Di konferansê de hate gotin sîstema ku li Rojava bi pêşengiya jinê derketî holê ji bo pêkhatina azadiyê rengê rêxistiniyê yê sereke ye û hate xwestin ku ev bi qanûnan were mîsogerkirin û hêzên navdewletî jî vê sîstemê nas bikin.
8-Di konferansê de hate gotin ji bo avakirina neteweya demokratîk tevlêbûna wekhev a di temsîlbûnê de ya jinê ji bo azadiya jinê û civakê hewcehiyeke sereke ye û konferansê pêkanîna vê ji bo konferansa xwe weke berpirsyariya sereke diyar kir.
9-Her wiha di konferansê de bang hate kirin ku demildest Kongra Netewî bicive, perspektîfa têkoşîna hevpar were pêkanîn.
10- Ji bo Şengalê jî hate gotin parastina rêxistiniya xweser a gelê Şengalê peywira herî sereke ya jinan e û hêzên navdewletî divê xweseriya Şengalê nas bikin û hurmetê bidin vê.
11- Di konferansê de hate gotin bêyî azadiya jinê pêk were ne pêkan e ku azadiyeke pêk were û hate gotin, ‘’ji bo vê jî em di vê têkoşînê de ne, em pêşeng in, em ê encamê bigirin.’’
12- Hate gotin sîstema dinyayê ji nû ve tê dizanykirin, divê jin di vê pêvajoyê de ne temaşevan bin û hate gotin, ‘’Li ser vê bingehê rêgeza me ya sereke ,’’bi rêxistinî be, bibe yek, têbikoşe, azad bibe’’
13- Her wiha hate gotin ku jin li dor têkoşîna azadiya jinê xwe birêxistin bikin, nakokiyên sîstema zilam-serweriyê derbas bikin, wê azad bibin û hate gotin, ‘’biryardariya helwesta aktîf ya vê hewcebûnê di konferansa me de hatiye nîşandan.’’
14- Herî dawî jî di konferansê de hate gotin; ‘’Bi vê nêzîkatî û biryardariyê li dijî êrîşên li ser Rojava û Şengalê yên 25’ê Nîsanê di serî de Rûsya divê hemû hêzên navdewletî bikevin dewrê.’
Li ber ronkahiya van nêzîkatî û biryardariyan bi bawerî û kelecaniyê ya bi rêxistinbûn, têkoşîn û azadbûnê em delegasyona konferansê careke dî biryardariya xwe diyar dikin, em bang li hemû jin, gelê Kurd, gelan û beşên civakî yên demokratîk dikin ku li dor têkoşîna azadiyêbibin yek. Ê ku wê dinyayê rizgar bikin jin in. Kêliya ku em ê dinyayê rizgar bikin, ev kêlî ye.’’