'Em ê nehêlin ku Aysel Tûglûk bidin jibîrkirin'

Jinan diyar kirin ku biryarên têkildarî nexweşa demansê Aysel Tûglûk têne dayin bi nêzîkatiyên siyasî ne û destnîşan kirin ku wê ji bo Tûglûk têbikoşin.

Di doza Kûmpasê ya Kobanê de dadgehê ji bo Aysel Tûglûk a ku teşhîsa nexweşiya Demansê lê hatiye danîn, biryara berdanê da. Lê belê ji ber dozeke din Tûglûk hîn jî girtî ye. Parlamentera berê ya HDP'ê Aysel Tûglûk ji bo taloqkirina bicihanîna biryarê û bi armanca berdanê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dabû, lê ev serlêdana wê jî hate redkirin.

Li gel van hemûyan, Wezareta Edaletê, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Fermandariya Giştî ya Jendermeyan û Musteşariya MÎT'ê îtiraz li berdana Aysel Tûglûk kirin. 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê jî îtiraz red kir û dosya şand ber destê 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê.

Ji Komeleya Piştevaniya Jinê ya Esenyali Adîle Dogan, ji Parastina Jinê Zarîfe Akbûlût û ji Rêxistiniya 1000 Jinan a ji bo Aysel Tûglûk Hevberdevka HDK'ê ya Mûglayê Dîlek Gokçîn ji ANF'ê re li ser mijarê axivîn.

'EV ZORDARÎ WÊ LI HER KESÎ BÊ KIRIN'

Adîle Dogan anî ziman ku helwesta desthilatdariyê li dijî jinên bindest hemûyan heman e û destnîşan kir ku ji bo rewşa Aysel Tûglûk divê her kes li hev bicivin. Adîle Dogan got, "Sedema esasî ya vê kîn û nefreta li hemberî girtiyeke nexweş, hêrsa li hemberî pirsgirêka Kurd e. Hewl didin vê nefretê ji Aysel Tûglûk werbigirin. Me bi hezaran jinan îmze kom kir û hewl dan vî dengî bidin bihîstin, lê gelek caran ev têrê nake. Ji ber ku li holê dramake mirovahiyê heye û neçar e jinên ji her beşên civakê lê xwedî derkevin. Ji ber ku ev mesele wê bê serê hemû jinan. Êdî li dijî her kesên daxwaza mafê xwe dikin, hêza zordariyê tê bikaranîn. Zordariya ku niha li Aysel Tûglûk tê kirin sibe wê li febrîqeyekê li karkerên jin bê kirin."

Adîle Dogan destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê jinên bindest ên li Tirkiyeyê hemû li ber vê meseleyê rabin, piştgiriya hev bikin û got, "Divê her beşên civakê xwedî li vê meseleyê derkevin.

'CIHÊ XWE DI HIQÛQA DIJMINATIYÊ DE JÎ NÎNE'

Dîlek Gokçîn jî destnîşan kir ku Tûglûk li gel hemû bindestan bû û got, "Aysel Tûglûk xwe danîbû aliyê Kurdan, jinan û hemû bindestan, ji bo vê têdikoşiya. Aysel Tûglûk yek ji nîşaneyên têkoşîna azadî û demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê ye. Ji tevgera jinê û parêzvaniya maf ti carî xwe ji fedakariyê neda alî. Ji bo têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan gelekî ked da. Tevî nexweşiya xwe jî girtî tê hiştin û ji ber ku nepêkane di nava şert û mercên girtîgehê de baş bibe, tenduristiya wê her roj nebaş dibe. Ji xwe me bihîst ku tevî hevalên xwe yên li koxûşê bi Covîdê ketiye."

Dîlek Gokçîn destnîşan kir ku bi nêzîkatî û fikrê siyasî biryar têkildarî Tûglûk hatiye dain û got, "Biryareke ku ti pêwendiya xwe bi hiqûqê, edaletê, bi zanistiyê nayê. Di hiqûqa dijminatiyê de jî cihê vê yekê nîne. Em ê nehêlin ku Aysel Tûglûk bê jibîrkirin, bidin jibîrkirin. Divê Aytel Tûglûk tavilê bê berdan û bê dermankirin. Beriya ku dereng bibe, ji bo Aysel Tûglûk û di şexsê wê de jî ji bo girtiyên nexweş hemûyan em daxwaza azadiyê dikin."

'EM HEM PARÇEYEK JI TÊKOŞÎNÊ NE HEM JÎ ŞOPDARÊN WÊ NE'

Zarîfe Akbûlût jî destpêkê işaret bi gumanbariya Saziya Tipa Edlî kir û destnîşan kir ku divê Aysel Tûglûk tavilê bê dermankirin. Zarîfe Akbûlû got, "Saziya Tipa Edlî beriya niha di mijarên destdirêjî û destavêtinê de beyana jinan nedikir esas û raporên kêm dida. Lewma saziya navborî cihê gumanan e."

Zarîfe Akbûlût diyar kir ku haya wan ji cidiyeta rewşa Aysel Tûglûk heye û got, "Em di pêvajoyeke welê de ne ku êdî gihîştiye asta êşkenceyê. Divê tavilê ev pêvajo bi dawî bibe û Aysel Tûglûk bê dermankirin. Diyar e ku desthilatdarî vê rewşê ji bo çavtirsandina têkoşîna jinê bi kar tîne. Yekane tişta ku em dibêjin ew e ku Aysel Tûglûk tavilê bê berdan. Ji bo vê jî em hem parçeryek ji têkoşînê ne hem jî şopdarên wê ne."