‘Em ê li Meclîsê destûra tesfiyekirina îradeya jinê nedin’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgeh Yuksekdag di civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Derbeya AKP’ê ya di mijara desnedanan de li hemberî îradeya jinê ye. Em ê desturê nedin ku îradeya jinê ji meclîsê tesfiye bikin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgeh Yuksekdag di civîna koma partiya xwe de axivî û got dayikên zarokên xwe ji ber polîtîkaya şîdetê yê dewletê winda kirine heqê xwe li Ahmet Davûtoglû helal nakin û got: “Derbeya AKP’ê ya di mijara desnedanan de li hemberî îradeya jinê ye. Em ê desturê nedin ku îradeya jinê ji meclîsê tesfiye bikin.”

Vê hefteyê dayika Azîz Guler ku li Rojava jiyana xwe ji dest da, Elîf Guler, dayika Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, ku li Cizîrê di jêrzemînê de hat qetilkirin, Melîha Aktaş û endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û jin beşdarî civîna koma jinan a HDP’ê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di civînê de, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bi bîr anî û got: “Di ser de çiqas dem derbas bibe jî me Denîz û hevalên wî ji bîr nekirin. Parlamenterên duh ji darvekirinê re destê xwe rakirin, îro jî tên hemberî me. Îro jî xwe amade dikin ku ji mirin û şer re destê xwe rakin.”

Yuksekdag da zanîn ku siyasetmedar rondikan didin barandin û got: “Behsa qiymeta dayikbûnê kirin, lê di saetên ku ev şov dihatin kirin , dayikan rondik dibarandin. AKP’ê dayiktî li jinan kir jehr. Li ser bidawîbûna rondikên dayikan siyaset kirin. Lê, herî zêde di bin zilma wan de dayik giriyan.”

‘DAYIK WÊ HEQÊ XWE LI DAVÛTOGLÛ HELAL NEKIN’

Yuksekdag di berdewamiya axaftina xwe de li ser qewirandina Ahmet Davûtoglû ya ji aliyê Tayyîp Erdogan ve jî sekinî û wiha pê de çû: “Ji her kesî helaltî xwest. Lê, nikarîbû ji dayikên vê salonê helaltiyê bixwaze. Ji dayikên Roboskî û Geziyê helaltî nexwest. Ji dayikên Sûr û Cizîrê nexwest. Rûyê wî tinebû. Pir baş dizanibû ku wê dayik heqê xwe lê helal nekin.”

Yuksekdag destnîşan kir ku CHP û MHP bûne hevkarên polîtîkayên AKP’ê û da zanîn ku partiya din a muxaleftê jî hema hema wê mifteya partiya xwe bide AKP’ê. Lê, di meclîsê de li dijî vê dijminahiya li dijî gel hewcedarî bi partiyeke jinê yanî bi HDP’ê heye.

‘EV DERBEYA LI DIJÎ ÎRADEYA JINÊ YE’

Yuksekdag bal kişand ser rakirina destnedanan jî û got: “Dixwazin HDP’ê ji meclîsê derxînin. Ez nabêjim siyaset; ew ti carî me nekarin ji siyasetê derxînin. Ev derbeya ku AKP pêş dixîne, li dijî îradeya jinê ye. Jinan bi HDP’ê re di rêya temsiliyeta wekhev de pêngavek radîkal avêtine. Em ê desturê nedin tesfiyekirina îradeya jinê.”

Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê vê derbeyê serobino bikin û got eger ew nekin, bila ew hesab ji wan bipirsin, wiha dom kir:  “Leyla Bîrlîk a HDP’î ji ber beşdarî cenazeya tiyê xwe bûye têkildarî wê de fezleke hatiye amadekirin . Di vir de ti nirxên exlaqê nabînim. Wê ev zilma wan têk biçe” û got ew serî li dijî vê bêexlaqiyê natewinin. Yuksekdag da xuyakirin ku ev derbe piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê ketiye dewrê.

Piştî Yuksekdag dayika Rohat Aktaş, Melîha Aktaş û dayika Azîz Guler, Elîf guler axaftinek kirin.

DAYIK AKTAŞ: JI BO DÎTINA CENAZEYÊN XWE EM MORG BI MORG GERIYAN

Dayik Aktaş wiha axivî: “Ez bi ruhê zarokên me yên di jêrzemînên wehşetê de li ber xwe dan we silav dikim. Me qêrînên zarokên xwe bihîst. Me hewarên zarokên xwe bihîst. Me hewl da wan rizgar bikin, lê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Me bi torbeyên cenazeyan zarokên xwe pêşwazî kirin. Dema zarokên me li Cizîrê birîndar bûn, rojnamevanan ji Serokkomar re pirsîn, got: ‘ti birîndar li wir nîne.’ Ji bo dîtina zarokên xwe em morg bi morg, bajar bi bajar geriyan. Dema lêgerîna zarokên xwe heqaretên li me hatin kirin… Zarokên me tenê bi testa DNA’yê hatin teşxîskirin.”

Aktaş ji Erdoganê ku dibêje “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka min e” re got “ Ma hûn ê wisa vê pirsgirêkê çareser bikin” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Roja şer bi dawî bû û muzakereyan destpê kir wê ji bo ew roj bibe Roja Dayikan.”

DAYIK GULER: EM Ê TI CARÎ AKP’Ê EFÛ NEKIN

Dayika Azîz Guler ê dema parastina şoreşa Rojava de nemir bû, Elîf Guler jî ev gotin: “Ji bo wergirtina Azîzê xwe me 59 rojan li ber xwe da. Bedenekî bêcan… Azîz ji bo tevahî mirovatî, rûmeta mirovahiyê çû Rojava. Xwendekarê zanîngehê bû. Dikarîbû li ser maseyê rûnê û pereyan qezenç bike, lê wî fikrên xwe tercîh kir. 59 rojan cenazeyê men edan me. Em ê ti carî AKP’ê efû nekin.”