'Em ê di hilbijartinê de Eniya Jinên Demokratîk ava bikin'

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Bedîa Akkaya diyar kir ku armanca wan ev e, ew ê Eniya Jinên Demokratîk ava bikin û got, "Bi kampanyaya 200 hezar jin wê li ser 200 hezar sindoqan bin, em ê kampanyayekê çêbikin."

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê û Endama Koordînasyona Jinan Bedîa Akkaya diyar kir ku wê di pêvajoya hilbijartinê de tifaqa jinan di xeta 'eniya jinên demokratîk' de bînin cem hev û got: "Kotaya namzetiya 600 parlamenterî 300 wê ji jinan pêk bê. Em ê bi dirûşma ‘200 hezar jin li ser 200 hezar sindoqan e’ xwedî li sindoqan derkevin."
 
Akkaya ji Jinnewsê re derbarê stratejiya pêvajoya hilbijartinê û xebatên ku jin li Tirkiye û Kurdistanê wê bimeşînin axivî.
 
Akkaya da xuyakirin ku li dijî biryara bloga desthilatdariyê, xeta têkoşînê ava kirine û got "Bi têkoşîna jinan a hevpar di seranserê pêvajoya hilbijartinê de bi nêrîna jinê em ê xetekê ava bikin û armanca me ev e ku em 'Eniya Jinan a Demokratîk' ava bikin."
 
Akkaya her wiha anî ziman ku di encama nîqaş û hevdîtinên kirine de gelek alî ji desthilatdariyê bi awayekî ciddî aciz in û got: "Di vê esasê de derket holê ku hêza sereke jin in. Di heman demê de ev berpirsyariya me jî zêde dike."

NÎVÊ NAMZETAN EW Ê JIN BIN
 
Akkaya ev tişt anî ziman: "Li Kurdistanê di warê yekîtiya neteweyî de û bi pêşengiya meclîsa jinê xebat hene. Em dixwazin bi jinên hatine îxrackirin, jinên xebatên sendîkal dimeşînin re ruhê yekîtiyê ava bikin. Wê bi jinan re tifaqa me berfireh bibe. HDP pêşnûmeyek e ji bo gelan hatiye pêşniyarkirin û hêviya jiyaneke nû ye. Em hinceta hebûnê ava dikin."
 
Akkaya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û got, "Ji 600 endaman ew ê nîvê wê, ango 300 heb jê jin bin. Di heman demê de, em ê bi dirûşmeya ‘200 hezar jin li ser 200 hezar sindoqan e’ em ê xwedî li sindoqan derkevin."