'Em dîroka xwe bi xwe dinivîsin'

Gulîz Saglam ku di çArçoveya Rêzeya Vîdeoyên Dengê Jinan Ji Bo Aştiyê de derhêneriya "Rosa - Ji bo Mafên Me û Jiyana Me!" kiriye, behsa Komeleya Jinê ya Rosayê dike.

Derhêner Gulîz Saglam li ser Komeleya Jinan a Rosayê belgefîlma bi navê ‘Rosa –Ji bo maf û jiyana me’ amade kir. Ev belgefîlm di çarçoveya Rêzevîdeoyen Dengê Jinan a Ji Bo Aştiyê ya ji bo Platforma Wekhevî, Edalet û Jinan a SES’ê hate amadekirin. Di heman çarçoveye de belgefîlm li ser têkoşîna Aysel Tûglûk û Eren Keskîn jî hatine amadekirin.

‘EM DÎROKA XWE BI XWE DINIVÎSIN’

Derhênera belgefîlmê Guliz Saglam têkildarê xebatên xwe axivî. Saglam anî ziman ku, pêşniyaza çêkirina vê kurte belgefîlmê di çarçoveya projeya "SES'a Jinan a ji bo Aştiyê" ku ji aliyê Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES'ê ve bi hevkariya Operation 1325 û Enstîtuya Swêdê tê meşandin de hat pêkanîn û got, “Mijara wê ya sereke ew bû ku pirsgirêka "aştî" û "ewlehî" ji perspektîfa jinê binirxîne û weke civak dengê aştiyê bilind bike. Di vê çarçoveyê de 5 vîdeo hatin çêkirin. Demekê ev yek di hişê min de bû ku fîlmekî li ser Komeleya Rosa a Jinê çêbikim. Lê dema ku pêşniyazek ji min re hat, min biryar da ku li ser avabûn û xebatên Komela Jinên Rosa fîlmekî çêbikim. Ez wisa difikirim ku hemû vîdeo û podcastên ku di çarçoveya projeya Dengê Jinê ji bo Aştiyê de hatine çêkirin ji bo dîroka jinan girîng in. Em dîroka xwe bi xwe dinivîsin. Ji bo min jî girîng bû ku di pêvajoya afirandina hunerî de bi rehetî û bê sînor kar bikim.

Di projeya Rêze Vîdyoyên Dengê Aştiyê ya Jinan a Platforma Jinan a SES Wekhevî, Edalet, 5 vîdeoyên cuda hene. Ji 5 fîlmên vîdeoyê yek li ser portreya Aysel Tugluk û ya din jî li ser Eren Keskîn e. Xebata me Komeleya Jinan a Rosa, yek ji wan portreya helbestvana bi navê Fatma ye ku ew jî li Amedê dijî. Yek jê portreya rojnamevaneke jin e ku şîdeta mêr dişopîne. Ev hemû fîlm fîlmên ku hev temam dikin in.”

Saglam da zanîn ku, di pêvajoya ku şîdeta mêr zêde dibe, polîtîkayên şerê taybet tên meşandin, kuştina jinan zêde dibe, piştî ku Rewşa Awarte hat rakirin, jin hatin cem hev û Komeleya Jinê ya Rosa ava kirin û got, “Tevî derfetên kêm û zextan jî Komeleya Jinan a Rosa di demeke kurt de li qada şîdetê dest bi kar kir û bû komelekî ku ji bo jinên rastî her cure şîdetê tên serî lê bidin. Di fîlm de dibêjin, "Me jî bi fikara afirandina qadeke ku jin lê bêhnê vedin, ev komele ava kirin." Bêguman bi mîrateya têkoşîna azadiya jinên Kurd, bi zanebûn û tecrûbeya ku ji wir hat û bi veguhastina wê tecrûbeyê re ev yek pêk hat. Jinên Kurd tevî ku di hemû deman de bi zext, destgîrkirin û girtinan re rû bi rû mane jî, ev tevgereke ku berdewamiya wê heye û wê ti carî bi dawî nebe. Weke jinên ku li herêmên cuda yên Tirkiyeyê dijîn, ji bo berdewamî û mezinbûna hevgirtinê girîng dibînim ku em ji hev hêzê bigirin.”