Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 23'ê Nîsanê de li Şengalê bi beşdariya 350 delegeyî bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve" konferansek hate lidarxistin.
Ji beşdarên konferansê Wenes Elşemerî têkildarî konferansê ji ANF'ê re axivî. Wenes Elşemerî got, "Em gelekî kêfxweş in ji ber ku tevlî karekî bi vî rengî pîroz bûne. Ji ber girîngiya vê konferansê me dev ji cejna xwe berdan û em tevlî bûn."
Elşemerî bal kişand ser pêşengiya jin a Êzidî ya ji rêxistinkirin û têkoşîna azadiyê re û got, "Em jinên Ereb piştgiriya vî karî dikin. Em bi hêvî ne ku karên bi vî rengî dewam bikin."
Elşemerî got, "Ne azadî bê jinê dibe, ne jî jin bê azadî dibe" û wiha dewam kir: "Em tevgera jinên Êzidî pîroz dikin. Bi hemû hêza xwe li pişta wan in."
Wenes Elşemerî destnîşan kir ku ji bo Şoreşa Jinê pêk were pêwîstî bi van komxebatan heye.