Edaleta zilam 5 tecawizkar beraet kir
Edaleta zilam 5 tecawizkar beraet kir
Edaleta zilam 5 tecawizkar beraet kir
Heyeta dadgehê di rûniştina doza jina binavê H.O. ya ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rastî tecawiza 5 kesên xwe weke polîsan dan nasîn hatin de biryara beraeta 5 bersûcan da. Jinan bertek nîşanî biryarê da û pankarta "Em li hemberî tecawizkar û edaleta wan diparêzer, di serhildanê de ne" vekirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 30'ê nîsana 2012'an de 5 kesên xwe weke polîsan dan nasîn tecawiz li jina bi navê H.O. kirin. 4'emîn rûniştina doza derbarê bûyerê de hate vekirin li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate dîtin. Di rûniştinê de mexdura tecawizê H.O. amadebû 5 bersûcên tecawizê tevlî rûniştinê nebûn. H.O. bi hevjînê xwe tevlî rûniştinê bû û nûnerên saziyên jinan jî ji bo piştgiriyê bidin H.O. doz şopandin.
Di rûnştina ku demjimêr 11.00'an destpê kir de parêzerên bersûcan îdîa kir ku, muwekîlên wî bêsûç in û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kir. Parêzera H.O. Aycan Îrmez li hemberî parastinê îtîraz kir û diyar kir ku muwekîla wê H.O. bi gef û tundiyê rastî tecawizê hat û xwest ku bersûc bên cezakirin. Heyeta dadgehê biryara 5 bersûçên bêyî girtî dihatin darizandin bi hinceta "rewşa delîlan û guman sûç a bi hêz neyî" biryara beraetê da.
Piştî biryara dadgehê mexdur H.O. nerihet bû. Parêzera H.O. û nûnerên saziyên jinan ên piştgirî dan H.O. bertek nîşanî biryarê dan li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê saziyên jinan Civaknasa Komeleya Şêwirmendiyê ya Jinan a Zîlan Ozgur Çetîn daxuyanî xwen. Di daxuyaniyê de pankartên "Em li hemberî tecawizkar û edaleta wan diparêzere, di serhildanê de ne" û "Em edelata ziman na, edaleta rast dixwazin" vekirin.
Çetîn diyar kir ku, Saziya Tipa Edlî raporên têkildarî bûyerên tecawîzê de dayîn jinên rastî tecawizê hatin weke sûcdar tên nîşandan û wiha got: "H.O. ligel 2 kesên tecawîzkar teşhîs kirin serbest hatin berdan. 3 kesên din jî li navenda navçeyê bi rihetî digeriyan. Ligel dereng jî be hatin girtin lê li gorî rapora Saziya Tipa Edlîs tecawiz tuneye hêj rûniştin pêk nehatin serbest hatin berdan. Li gorî raporên Saziya Tipa Edlî li vî welatî tu jin rastî tecawizê nayên."
Parêzera H.O. Aycan Îrmez jî diyar kir ku, ew dê dosyayê temyîz bikin û wiha got: "Mixabin biryara ku em li bendê neyî derket. Heyeta dadgehê biryara beraeta 5 kesan da. Em dê vê biryarê ji temyîzê re bişînin. Hêvî dikim ku Dadgeha Bilind dê vê yekê xirab bike."