Doza tecawizê ya li Denîzliyê sibê ye
Doza tecawizê ya li Denîzliyê sibê ye
Doza tecawizê ya li Denîzliyê sibê ye
Doza îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokekê ku li Denîzliyê pêk hat dê sibê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Denîzlî dest pê bike. Doza ku gumanbar ne girtî têde tên darizandin, jin dê bi dirûşmeya ‘Bila dozeke din a tundiya zayendî bê ceza nemîne’ bişopîne.
Li Denîzliyê zaroka 16 salî ya bi navê H.Î di 26’ê Sibatê de ji aliyê xizmê xwe Ahmet Çinar ve rastî tecawîzê hat. Zaroka ku bi rojan ev bûyer ji kesî re negot, di rojên pêş de jî ji Ahmet Çinar ve bi zorê hate girtin û rastî tecawîzê hat. Zaroka ku tiştên hatin serê wê ji hevala xwe re got û pişt malbat agahdar bû. bi gilîkirina malbatê re Ahmet Çinar hat binçavkirin.
TENÊ 9 ROJAN GIRTÎ MA
Çinar 9 rojan girtî ma û piştre hat tahliyekirin. Tecawîz bi peyamenên ku Ahmet Çinar ji zarokê re şandiye û rapora doktor re hate belge kirin. lê ligel vê tecawîzkar k udi heyeta dadgehê de dadgera jin jÎ hebû hat taliyekirin. Îtîraza malbatê ya bo tahliyê jî nehat qebûlkirin.
Piştî bûyerê der barê gumanbar Çinar de li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Denîzliyê bi sûcdariya tecawîzê zaroka biçûk, tehdît û xapandinê doz hat vekirin.
Lê di îdinameyê de şîroveyeke ku tê wateya ‘daxwaza mexdurê hebû’ cih girt.
TECAWIZ SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE
Ji Buroya Hiqûqê ya Bindestan parêzerên jin diyar kirin ku ligel ku sûcê Ahmet Çinar hatiye aşkerakirin jî hat berdan û got : “Ev jî fikaran zêde dike. tecawîz sûcê mirovahiyê ye.”
Ji Stenbol, Antalya,Îzmîr, Enqereyê dê jin dibê biçin Denîzliyê û dozê bişopînin.