BI DÎMEN

'Divê em di vê pêvajoyê de bibin bersiv'

Çalakvanên jin û endamên tevgera jin diyar kirin ku ji bo bikaribin destketiyên şoreşê biparêzin û welatekî azad û wekhev ava bikin, divê ji vê pêvajoyê re bibin bersiv.

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina rewşa jinan û cihgirtina wan a di nava hikûmeta nû de, bi beşdarbûna hemû endamên tevgera jin û saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Burc a Qamişloyê civînek lidar xist.

Di civînê de çalakvan û beşdaran nêrînên xwe yên  derbarê rewşa jinan de bi ANF'ê re parve kirin.

Destpêkê Berdevka Kongra Star a Kantona Cizîrê Ibtîsam El-Huseyîn axivî û got: ‘’Piştî 13 salên şoreşê li Rojavayê Kurdistanê li hemberî van sîstemên zayendperest û netewperest kar û xebateke mezin û têkoşîneke mezin derket pêş.  Wan sîsteman bi hezar salî jin di nava civakê de bê deng û bê reng kiribûn. Li hemberî wê yekê me dît ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya jinan dest pê kir û bi awayekî serkeftî bi rojane pêş dikeve''

Ibtîsam El-Huseyîn di dewama axaftina xwe de diyar kir ku şoreşê li Rojava dest pê kir lê belê hemû jinên li ser vê erdnîgariyê di nav xwe de dihewand û wiha domand: "Vê şoreşê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir lê belê hemû jinên li ser vê erdnîgariyê di nav xwe de dihewandin. Her wiha armanca me ne tenê ew e ku em bes jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar bikin. Armanc ew e ku em  hemû jinên Rojhilata Navîn rizgar bikin. Li ser vê esasê jinên li Rojavayê Kurdistanê bi sîstema hevserokatiyê re di hemû beşên jiyanê de cih girt û bi awayekî aktîv tev geriya."

Çalakvan û Endama Meclîsa Jinan a Sûryeyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Esafê jî nêrînên xwe yên derbarê rewşa jinan û pêşeroja wan de anîn ziman û got: ‘’Îro li Sûriyeyê em derbasî qonaxeke nû dibin, her wiha di vir de mijarên weke wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê de cih bigrin, rewşa wan çi be û têkiliyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jinên herêmên din ên Sûriyeyê re, derdikevin pêş û derbarê van mijaran de gelek nirxandin ji aliyê jinên ku îro li vir amade ne ve hatin kirin. 14 salên derbas bûne gelek nirxên nû bi xwe re anîn ku civaka Sûriyeyê ji hev hatibû perçekirin. Gelek mijarên ku divê ji nû ve werin çareserkirin hene ku di van deman de gelek jinên pênaber û yên ku ji zîndanan derketine hene. Ji ber wê jî pêwîstiya me bi projeyan heye. Ji bo ku jin di pêşeroja Sûriyeyê de jî weke îro çalak bin da ku em rê nedin careke din ser jinan plan bên sazkirin û dîsa bi li ser navê Îslamiyetê jin bibin qurbanî. Lê îro jin ji qonaxeke mezin derbas bûne û civaka îro ne ya berî 15 salan e. Ji bo wê jî divê careke din kar û xebatekî mezin hebe da ku em bikaribin van têkiliyan xurtir bikin û li hemberî rewşên ku ihtîmal heye di pêşerojê de derkevin pêş, bibin bersiv'' 

Di dawiyê de Endama Rêveberiya Meclîsa Jinan a Malbata Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahêr Osman li ser parastina destkeftiyên jinan axivî û ev yek anîn ziman: "Destkeftî û nirxên ku bi keda hezaran şehîdan û jinan hatine bidestxistin weke bingehekê ji bo azadiya jinan hatine diyarkirin. Em van destkeftiyan weke pêngaveke bingehîn a ber bi Sûriyeyeke azad ve digirin dest. Her wiha em felsefe û hişmendiya xwe ber bi azadiya welatekî ve diçin, ji ber di hemû civakan de azadiya jinan tiştekî esasî ye da ku ew civak bikaribe awayekî demokratîk bi hevre bi bijî. Parastina van deskeftiyan di vê pêvajoyê de pir girîng e, ji ber ku ev destkeftî ji aliyê  bi hezaran şehîdên pêşeng ve ji me re hatiye diyarîkirin û parastina wan jî wê bi ked û têkoşînê bê kirin. Ji bo wê jî erk e li ser milê me ku bi hemû rêbazan van destkeftiyan biparêzin û em ji vê pêvajoyê re bibin bersiv."