Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Dirûşmên jinan li kolanên Kolnê deng vedan

8'ê Adarê li Kolnê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Li gel baranê jî gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Meşa 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya li Kolnê ji aliyê Platforma Jinan a 8'ê Adarê ve hate lidarxistin û nêzî çar hezar kes tevlî bûn. Jinên ku saet di 15:00 de li Roncalîplatzê li hev kom bûn beriya meşê li ber muzîkê dans kirin.

Koma govendê ya Koln Kevana Zêrîn jî li ber dahol govend gerand. Li qadê dirûşma "Jin, jiyan, azadî" deng veda. Jin piştî kombûnê li pişt pankarta bi nivîsa "Bloka femînîst, jin di grevê de ne" ber bi Chlodwîgplatzê ve meşiyan. di meşê de jinên Kurd jî korteja xwe ava kirin.

Alên TJK-E û wêneyên sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin di meşê de hatin hildan.

Jinên ku li nava kolanên qelebalix ên Kolnê meşiyan dirûşmên "Em gelekî bi hêrs in", "Em ê rê nedin faşîzmê" qîriyan. Di çalakiyê de şoreşa Rojava jî hate silavkirin û têkoşîna hevpar a jinan hate destnîşankirin.

Piştî meşa ji 3 saetan mîtîng hate lidarxistin.

Qisekeran destnîşan kirin ku ji bo jiyaneke bedew û wekev divê ew yekîtiya xwe xurt bikin û navê "Serdema jinê" li vê yekê kirin.

Platforma Jinan a 8'ê Adarê her wiha Şoreşa Rojava silav kir.

Mîtîng piştî axaftinan bi şahiyekê bi dawî bû.