Dîroka 9’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan diyar bû
Dîroka 9’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan diyar bû
Dîroka 9’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan diyar bû
Mirhîcana Jinan a Zîlan ku her sal li Ewropayê ji aliyê jinên Kurd ve tê pîrozkirin, 22’yê hezîranê pêk bê. Mihrîcan diyarî sê jinên Kurd ên ku li Parîsê hatin qetilkirin hate kirin.
Jinên Kurd ên li Ewropayê her sal ji sala 2005 ve Mihrîcana Jinan a Zîlan li dar dixin. Buroya Aşitiyê ya Jinên Kurd CENÎ ku mihrîcanê li dar dixe, mihrîcana îsal diyarî sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibû qetilkirin kir.
Mihrîcana îsal dê bi dirûşima “Sarabûyin, Bêsînortî ye, azadî ye” roja 22’yê hezîranê li bajarê Almanya Dormundê pêk bê.
Rayedarên CENÎ’yê derbarê mihrîcanê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku mihrîcana îsal pir çandî û berfirehtir e. CENÎ da zanîn ku dê mihrîcan tenê ji bernameya mûzîkê û derketina ser dikê pêk neyê diyar kir ku dê çalakiyên cûda û berfireh ên ji çandên cûda bên lidarxistin.
Li gorî vê, dê di mihrîcanê de di beşa danê nîvro ya mihrîcanê de panel, semînerên cûda û pêşangehên jinan hebin. Bernameya dikê jî dê piştî nîvro dest pê bike.
Cenî bang li jinên Kurd û jinên din ên li Ewropayê dijîn kir ku tevlî mirhcaînê bikin.