Di meha Gulanê de herî kêm 32 jin û 6 zarok hatin qetilkirin

Li gorî bîlançoya mehane ya ku Bîanetê li ser şîdeta li dijî jin û zarokan amade kiriye, di meha Gulanê de herî kêm 32 jin û 6 zarok hatine qetilkirin.

Li gorî bîlançoya ku Bianetê ji rojname, malper û ajansên herêmî û neteweyî amade kiriye, kuştina jinan zêde bûye.

Li gorî lêkolînan, di meha Gulanê de mêran herî kêm 32 jin qetil kirine, tundî li 64 jinan kirine, îstîsmara zayendî li 4 jinan kirine, 22 zarokên keç û xort "îstîsmar" kirine, 11 jin "tacîz" kirine, bi darê zorê “fihûş” bi 65 jinan dane kirin.

Li gorî amarên mehane yên şîdeta mêran, ji sedî 62 ê kuştinan bi çekan, ji sedî 16 bi amûrên birînê û ji sedî 22 jî bi xeniqandinê hatine kirin.

Ji sedî 62 ê jinan di hundirê malê de, ji sedî 38 jî li derveyî malê hatine qetilkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tevî biryara parastinê jî 5 jin hatine qetilkirin.

Herwiha hat ragihandin ku meha borî 6 zarok hatine kuştin.