Di konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ de berxwedana girtîgehan hate silavkirin

Aktîvîsta TJA’yê Hacer Ozdemîr di konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ de axivî û berxwedana girtîgehan silav kir.

Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” destpê kir. Konferansa ku ji qada navnetewî jî kes beşdar bûne, li oteleke li navçeya Sûr a Amedê tê lidarxistin.

Li eywanê pankarta “Bi Jin Jiyan Azadiyê re Ber bi Azadiyê ve” ku dirûşmeya kampanyaya TJA’yê ye hate daliqandin. Li konferansê pêşengeheke ku ji wêneyên girtiyan pêk tê jî hate vekirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, nûnerên partiyên siyasî û parlamenter, aktîvîstên femînîst ên ji welatên cuda hatin, nivîskar, siyasetmedar, jinên ku piştî demekî dirêj li girtîgehê man û piştre derketin, rojnamevan, Dayikên Aştiyê, çalakvanên Nobeta Edaletê gelek jin tevlî konferansê bûn.

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Kader Ûzûn ve hate kirin. Kader Ûzûn bi gelek zimanan beşdaran silav kir û qala berxwedana jinên girtî ya li girtîgehan kir. Kader Ûzûn diyar kir ku ew weke jin li hemû kolanan berxwedanê didomînin.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Piştre akîtîvsta TJA’yê Hacer Ozdemîr xîtabî beşdarên konferansê kir. Hacer Ozdemîr di destpêka axaftina xwe de jinên girtî yên di berxwedana girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din şermezar kir û xwest ku demildest tecrîd were bidawîkirin.

Hacer Ozdemîr diyar kir ku erdnîgarî, ziman, çand û hebûna gelê Kurd, nayê qebûlkirin û anî ziman ku gelê Kurd bi salan li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo hebûna xwe bide qebûlkirin, têdikoşe. Hacer Ozdemîr got: “Jinên Kurd jî li ser vê rêyê bi salan li girtîgehan li ber xwe didin. Bi derbeya 12’ê Îlonê re hûn hemû karesata li Girtîgeha Amedê dizanin. Li vir berxwedaneke mezin hebû. Di vê berxwedanê de jî Mazlûm Dogan bû sembola Girtîgeha Amedê. Sakîne Cansiz û hevalên wê jî bi asta têkoşîna xwe bûn sembola jinên Kurd û cîhanê.”

‘SERKEFTIN WÊ YA BERXWEDANA ZINDANAN BE’

Hacer Ozdemîr, diyar kir ku bi mezinbûna têkoşînê re her çend zext û girtin zêde bibe jî tevlîbûna jinên Kurd li nava têkoşînê berfirehtir dibe û got, "Tevlîbûna jinên Kurd li nava şoreşê, hin zehmetî bi xwe re derxist holê. Di sala 1990'î de hevrêyên me rastî êşkence, tacîz û tecawiza herî mezin hatin. Di dîroka Kurdan de qadên zindanan her tim bûne qadên berxwedanê û li vir têkoşîneke mezin hatiye kirin. Her wiha em dibînin ku hema hema her aktîvîsteke tevgera jinên Kurd hatiye girtin ango piraniya aktivîst di girtîgehê de ne."

Hacer Ozdemîr, anî ziman ku di salên borî de binçavkirina jinan ji aliyê civakê ve baş nedihat pêşwazîkirin û got ku jinan bi berxwedana xwe ferasetên bi vî rengî yên di nava civakê de guhertine û wiha domand, “Li çar parçeyên Kurdistanê li zîndanan zehmetiyên mezin hatin jiyîn. Cihê Leyla Qasim tê zanîn. Leyla Qasim dema hat darvekirin gotibû: ‘Porê min bihûnin û bikin ala Kurdistanê û li her derê daliqînin. Dibe ku min bi darve bikin, lê bi hezaran jinên Kurd wê serî hildin û vê alê li her derê daliqînin.’ Dema ku Şirîn Elemhollî hat darvekirin got: ‘Weke jineke Kurd ez li ber xwe didim û gelê Kurd wê serî netewîne.’ Sakîne Cansiz li zindana Amedê rastî êşkenceyek mezin hat û li ber xwe da. Li dijî êşkencekaran bi helwesta xwe bersiva herî xurt da. Bi gotineke din, çiqasî girtin û êşkence hebe, berxwedan jî ewqasî berfireh dibe. Bi felsefeya Jin, Jiyan û Azadî ev berxwedan her ku diçe belav dibe."

Hacer Ozdemîr, da xuyakirin ku li zindanan ne tenê jinên Kurd li ber xwe didin û got ku bi vê konferansê re ew dixwazin zemînekê ava bikin ku berxwedana jinê ya li zindanan bêhtir bikin yek û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ev konferans wê bibe wesîleya mezinbûna têkilî û parvekirinan, di paşerojê de xebatên mezin û bibe sedema hevpariya xebatên navneteweyî. Ev dê ji bo hevgirtina navneteweyî jî gavek girîng be. Jin hene û dê her hebin. Em dixwazin bibin dengê hin berxwedanan û dengên wan bidin bihîstin. Ez hêvî dikim ku ev konferans ji bo vê û hevgirtina navnetewî bibe wesîle. Em hêvî dikin ku nîqaşên me bigihêjin encamekê û rê li ber tiştên baş veke. Em weke jinên Kurd, vê konferansê diyarî Şirîn Elemhollî, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz û Semayan dikin. Berxwedaneke gelekî xurt hat kirin û ev yek bû sedem ku berxwedan mezin bibe. Dîsa em silavan ji Sabahat, Leyla û Fîgen re dişînin. Di encama parvekirina fikran a du rojan de, têkiliyên ku li vir bên danîn wê bandorê li hemû zindanan bike. Serketin wê ya jinan be û ya yên li zindanan li ber xwe didin be."

Piştî axaftina vekirinê peyamên girtiyên jin ên li girtîgehan hatin xwendin.