BI DÎMEN

Di çalakiya Cenevreyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin

Di hefteya 220’an a çalakiya li ber Neteweyên Yekbûyî hate lidarxistin de hate diyarkirin ku ji bo li Rojhilata Navîn aştî pêk were divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin.

Li bajarê Swîsre yê Cenevreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji 25’ê Çileya 2021’an heta niha li pêşiya NY’ê her roja Çarşemê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Çalakî di hefteya 220’an de didome.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê Komîteya Çalakiyên Cenevreyê ve hatibû amadekirin, hate xwendin.

Veysel Kûşkanadi daxuyanî xwend û diyar kir ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo, dewleta Tirk dev ji gavavêtinê berdin, bê navber êrîşên xwe didomîne. Kûşkanadi destnîşan kir ku artêşa Tirk rojane 500-1000 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike û bi çekên kîmyayî yên qedexe êrîş dike.

Kûşkanadi anî ziman ku di şert û mercên xebatê yên Rêber Apo de ti guhertin çênebûye, tecrîd û pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê hê jî didome.

Kûşkanadî ji ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a ku 7-11'ê Nîsanê de li Tirkiyeyê hin girtîgeh û neçû Girtîgeha Îmraliyê rexne kir û bi bîr xist ku CPT herî dawî di sala 2022’yan de çûne Girtîgeha Îmraliyê, lê rapor bi raya giştî re parve nekirin.

Veysel Kûşkanadi daxuyand ku ji bo li Rojhilata Navîn aştî pêk were divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin.

Kûşkanadi şehîdên 37’emîn salvegera jenosîda Enfalê bi bîr anî û bi bîr xist ku rejîma Seddam Huseyîn di 14’ê Nîsana 1988’an de 182 hezar Kurd qetil kirin, 4 hezar û 500 gund, 30 navçe, bi sedan nexweşxane, dibistan, dêr, mizgeft wêran kir. Kûşkanadi destnîşan kir ku ev karesat encama polîtîkayên înkar û îmhayê ya li dijî hebûn û nasnameya gelê Kurd e.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê berdewam kir.