BI DÎMEN

Di aktîvîteya AKP’ê ya 8’ê Adarê de li jinan xistin

Di aktîvîteya AKP’ê de jinan, Wezîrê Kevin Ramazanoglû protesto kirin. AKP’yiyan êrîşî çalakgerên jin kirin û li jinan xistin.

 

 

Ji hêla Navenda Koordînasyona AKP’ê ya Hilbijartina Bakurê Amerikayê şeva 8’ê Adarê, li bajarê Peersona Eyaleta New Jersey a ku piraniya wan Tirkiyeyî lê dijîn hate lidarxistin, di şeva Roja Jinên Kedkar de bûyer çêbû.

Parlementera Denîzliyê Sema Ramazanoglû û Wezîrê kevin yê Malbat û Polîtîkayên Civakê di aktîvîteyê de hatin protestokirin. Jinan sekna kêm a Ramazanoglû ya li dijî Weqfa Ensar a ku têde destdirêjî li hemberê zarokan çêbibû bertek nîşandan.

AKP’yiyan êrîşî jinên ku nerazîbûn nîşandan kir û bi lêdan û derbkirinê ve ji salonê derxistin.