Dewleta Tirk li Efrînê malên mêtîngehî ava dike

Kongreya Star li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê çalakiye kir û nerazîbûn nîşanî avakirina malên mêtîngeh ên dewleta Tirk bi desteka gelek welatan li Efrînê ava dike, da.

Bi dehan endamên Kongreya Star a Kantona Efrînê û endamên saziyên sivîl li qada Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê û herêmên dagirkirî da.

Jinan alên Kongreya Star û pankartên "Na ji guhertina demografî ya li Efrînê, jin jiyan e jiyanê nekujin û Erdogan kujerê mirovahiyê ye" hildan.

Endamên kongreyê Arîn Elî û Emîne Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji dema ku Efrînê dagir kir hovantirîn sûc li dijî mirovahî û xwezayê pêk anîn ji girtin, kuştin, revandinê bigire heta bigihêje destavêtinê û birîna darên zeytûnê û wêrankirina şûnwaran û perestgehan.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Dewleta Tirk bi van sûcên xwe îsbat dike ku têkiliya wê bi DAÎŞ`ê re heye ku seriyan jê dike, kiryarên derexlaqî û nemirovî li dijî zarokan, jinan û temenmezinan pêk tîne û hebûna gelan qebûl nake. Bi vê yekê siyaseta Osmaniyan a ji bo dagirkirina herêmê, tirkirina wê û guhertina demografiya wê dimeşîne. Nexasim li dijî pêkhateya êzidî. Her wiha lîreyê Tirk, zimanê tirkî ferz dike, navendên çandê yên Tirk ava dike da ku çanda dagirkeriya Osmaniyan li wan herêman belav bike.”

Her wiha Kongreya Star bal kişand ser hewldana qutkirina bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve û wiha daxuyaniya xwe berdewam kir: “Dewleta Tirk bi rêya avakirina mêtîngehan li herêmên dagirkirî ji Cerablusê bigire heta bigihêje Idlibê nexasim li Efrînê û bi piştgiriya rêxistinên welatên Kendava Erebî û hinek dewletên ewropî armanc dike nasnameya herêmê qir bike. Ev yek jî siyasetên wê yên kirêt û stratejiya wê ya çewisandinê îsbat dike.”

Kongreya Star di daxuyaniyê de sûcên domdar ên li dijî gel û jinan li Efrînê û herêmên dagirkirî bi giştî pêk tên şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku van sûcan rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan dirûşmên “Ji guhertina demografiya Efrînê re na”, “Bijî berxwedana jinên azad” û “Bijî şehîdên azadî û rûmetê” berz kirin.