'Dem dema hesabxwestinê ye'

Arjîn Nisêbîn, ku nû tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûye got, "Divê em ji pergala baviksalar û kapîtalîzmê hesab bixwazin."

Arjîn Nisêbîn a ku ev mehek in beşdarî nav refên gerîla bûye ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di nava mehekê de gelek tişt nas kiriye û got, "Divê em ji pergala baviksalar û kapîtalîzmê hesab bixwazin."

Arjîn ber bi gerîlabûyînê ve gavek avêtiye, lê gelo xeyalên ku te ji bo gerîlatiyê saz dikir, çiqasî bi cih hatin û niha hestên te çi ne? 

Min li vir tevahî sînorên xwe şikand. Gava ez yekser hatim min dît ku me gelek sînor di hişê xwe de daye avakirin. Ji bo vê jî jiyana gerîlayan, tevahî sînorên me yên ku me di hişê xwe de ji bo gerîla dabû ava kirin parçe kir. Belê ji bo gerîlabûyînê min gaveke gelekî girîng avet, ev ji bo min ji bo destpêkirina jiyana azad cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Ev mehek in ez hatime û em perwerde dibin. Waneyên me yên destpêkê li ser jiyanê bû. Di kîjan welat, bajar, pergalê de, mamoste û her wiha di malbatê de perwerdeyên jiyanê hatiye dayîn. Mirov çawa dijî, ji fikrandin, mêzekirin, tevger û heta şêwaza axaftinê bigire, her tişt tê de. Min li vir di nava mehekê de fêm kir ku li vir jiyan heye. 

Bi taybetî jî şêwaza perwerdehiya pergalê û ya PKK’ê ji hev gelek cuda ye. Em di pergalê de her tim ên nezan û şagirt bûn. Yên zane mamoste û memûrên dewletê bûn. Li vir jiyan û pergaleke wisa hatiye avakirin ku her kes hev perwerde dike, jiyan bi xwe perwerde ye. Modernîteya Kapîtalîst rejîm û pergaleke heywanî ava dike. Çawa ku heywan tenê dixwe, vedixwe û radizê û pêwîstiyên xwe pêk tîne. Bi taybetî jî yên ajoyî. Pergal jî di mirovan de vê çêdike.  Gava mirov tê jiyana gerîla, dibîne ku me çiqasî tiştên vala jiyaye. Di nava wê jiyana baviksalarî de ruh nîn e, li vir min ruh dît û min fêm kir ku ez mirov im.

Bi rastî jî te qet hêvî dikir ku di jiyana gerîla de ewqasî guhertin û veguhertin heye, tu yê ewqasî tişt bibînî û bijî?  

Pêwîst e her kes were vir û xwe nas bike. Bi rastî jî, ez ewqasî berfireh nefikirîbûm. Ewqasî tiştên girîng hene ku mirov bi lêv bike, bi gotinan naqede. Li serê van çiyayan de jiyan ava kirine, xwe birêxistin kirine û di gelek awayan de sazî ava kirine. Ev qas zanabûn û îsrara di têkoşînê de, hêzeke cuda li ba min dide avakirin. Mirov li vê derê fêm dike ku, divê em bibin ruhê demê. Pêwîst e her kes were vir, xwe nas bike, bi taybetî jî jinên ciwan, her kes were hesap ji pergalê bixwaze. Ya rast bi gotinan nabe, dîtin û jiyîn tiştên gelekî cuda ye.  

Hûn niha di perwerdehiyê rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dibinin, di nava vê rastiyê de we rastiya xwe çawa dît û nakokiyên çawa li ba we ava bû?

Me xwe radestî her tişt û her kes û pergalê kiriye. Gava min yekser ev wêne dît ez matmayî mam. Mirov li hember rastiya xwe gelek nakokiyan dijî.  Têkoşîn û berxwedaniya ku Serokatî di zarokatiya xwe û heya roja me ya îro dide meşandin, gelekî cuda ye. Me xwe radestî her tişt, her kes û pergalê kiriye lê Serokatî berovajiyê wê li hemberî her tiştî heta roja me ya îro jî têdikoşe û li ber xwe dide. Min di rastiya Serokatî de fêm kir ku pêwîst e mirov çawa bijî. Niha navê min Arjîn e, ango agirê jiyanê. Gava ez rastiya Serokatî ve didim girêdan, wê demê ez dibêjim pêwîst e, ez bibim reng û rastiya jiyanê, ez xwe ji nû ve ava bikim. Naskirina rastiya Serokatî, xwenaskirin e.

Di dîroka tevgera azadiya Kurd de lingê esasî rizgariya azadiya jinê ye. Gelo ev tişt hîseke çawa bi te re çêdike?

Weke jin ez li vir bi xwe hesiyam. Li vir ez ketim ferq û zanabûyîna gelek tiştan. Bi taybetî jî weke jin ez li vir bi xwe hesiyam. Min fêm kir ku artêşbûyîna jinan, ji nû ve jiyan û hebûn daye avakirin. Hêza parastina nirx û çandê jin e.

Arjîn di dawî de ji bo ciwanên Kurd bi taybetî ji bo jinên ciwan, tu dixwazî tiştekî bibêjî?

Pêwîst e tevahî ciwanên Kurd berê xwe bidin warên azad. Em baş dizanin ku pergala qirêj tevahî dek û dolabên xwe û qirêjiya xwe li ser ciwanan dide meşandin. Ji bo ku em hesab ji vê pergala qirêj bixwazin, pêwîst e em berê xwe bidin warên azad. Pêwîst e tevahî ciwanên Kurd bi taybetî jî jinên ciwan berê xwe bidin warên azad yê jiyana rast.