DBP û HDP çûn serdana Şenyaşar û Gokkan

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlementerên HDP’ê çûn serdana Emîne Şenyaşar û dayika Ayşe Gokkan.

Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Ayşe Surucu û Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî bi boneya Roja Dayikan çûn serdana Emîne Şenyaşar a 61 roj in têkoşîna xwe ya edaletê. Şandeyê qurnefîl û laçika spî dan dayika Şenyaşar.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di serdanê de axivî. Beştaş, diyar kir ku ji ber qedexeyan şandeya wan ne qelebalix e û anî ziman ku li ser navê hemû dayikan vê seredanê pêk tînin. Beştaş, da zanîn ku dayik wê zû dereng aştiyê bînin û wiha got: “Em têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar ji nêz ve dişopînin. Îro Roja Dayikan e û em dizanin ka canê te çawa diêşe. Îro bi çavên bi sedan dayikan bi hêsirin. Dayik li edaletê digerin. Rengê hêsrên dayikan tune ye.”

Piştre Hevseroka DBP’ê ya Giştî Salîha Aydenîz axivî û wiha got: “Dayik ji bo her kesî jiyaneke wekhev dixwazin. Îro li me kirin dojeh lê daxwaza edaletê ya dayikên me ji hemû cîhanê re mînak e. Îro tenê em li vir in lê alîkariya hemû jinan bi we re ye. Dinya ji vê zilmê agahdar e. Tu ne tenê yî, em li vir in, li cem te ne.”

Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku qasî ku li malê nobetê digirin mala wan di bin çavderiya polîsan de ye. Şenyaşar, anî ziman ku dema derdikevin ber derî polîs wan tacîz dikin û wiha got: “We em tenê nehiştin. Ji destpêkê ve gelek mirovan piştevaniya xwe pêşkêş kirin. Piştevanî me li ser piya dihêle.”

Şande piştre çû serdana Lutfiye Gokkan a ku dayika Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan e .Şandeyê roja wê ya dayikan pîroz kir.