Dayikên Şemiyê: Komkujiya Ermeniyan aşkere bikin

Dayikên Şemiyê: Komkujiya Ermeniyan aşkere bikin

Dayîkên Şemiyê di çalakiya hefteya 422'an de 220 rewşenbîrên ermenî yên di 24'ê nîsana 1915'an de hatin binçavkirin û hatin windakirin bibîrxistin û wiha gotin: "Bi înad em dê li hemberî polîtîkayên înkarê rastiyan bidin jiyîn, me hûn ji bîrnekirin û em ji bîr nakin."

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 422'an li Qada Galatasaraiyê bi wêneyên kesên hatin windakirin li dar xistin. Dayîkên Şemiyê wêneyên rewşenbîrên ermenî yên di sala 1915'an hatin binçavkirin û hatin windakirin danîn erdî û gul danîn ser wêne û ew bibîrxistin.

'ERMENÎ KIRIN QURBANÊ ŞOVENÎZMÊ'

Dayîka Murat Yildiz Hanîfe Yildiz di çalakiyê de ewil axivî û wiha got: "Bi salene ji bo darbestên ciwanan ranekin têkoşîn dan." Yildiz, diyar kir ku kesê berê xwe bide wêneyên kesên hatin windakirin dilê wî bi êş nebe tuneye û wiha axivî: "Ez ji kesê dilê wî neêşe bi guman im." Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî diyar kir ku rewşenbîrên ermenî qurbanên şovenîzmê ne. Ocak, anî ziman ku heke rû bi rûbûnek çêbike divê teqeze bi qetilkirina rewşenbîrên ermenî re jî pêk bê.

'HETA RÛ BI RÛ BÛN PÊK NEYÊ AŞTÎ PÊK NAYÊ'

Hevsera Fehmî Tosun Hanim Tosun jî bal kişand ser pêvajoyê û 18 salin li qadan aştiyê tînin ziman û wiha got: "Bi salane em êşan dijîn bila tu kesên din nejîn." Tosun, anî ziman ku ji bo aştiyekî rast pêk bê divê aqubeta windayan bê zelalkirin û rû bi rûbûnek pêk bê û wiha got: "Bila bi dewlet kur re rû bi rû pêk bê. Bila arşîvên veşarî bên vekirin. Em jî aştiyê dixwazin. Lê heta rû bi rûbûnê çênebe aştî çênabe." Pişt re ji dengê hûnermendê ermenî Gomîdas stranek hate gudarkirin.

'GIRTINA REWŞENBÎRÊN ERMENÎ JI BO BI DESTÊ DEWLETÊ DAWIYÊ LI HEBÛNA ERMENIYAN BÎNE BÛ'

Daxuyaniya hefteyê xizma windayan Serpîl Taşkaya kir û diyar kir ku di 24'ê nîsana 1915'an de şevê 220 rewşenbîrên ermenî hatin binçavkirin û ber bi Enqere ve derxistin rê. Taşkaya, anî ziman ku piştî rewşenbîr gihiştin Enqere sirgûnî Ayaş û Çankiriyê hatin kirin. Taşkaya, da zanîn ku rêvîngiya rewşenbîrên ermenî a dawî bû û careke din tu agahî ji wan nehate girtin û wiha got: "Bêyî bên darizandin û hatin windakirin. Di qeydan de tê gotin an firar kirin û an jî serberst hatin berdan." Taşkaya, bilêv kir ku kesên di 24'ê nîsanê hatin girtin ji kesên civaka ermenî yên herî nav û deng bûn. Taşkaya, destnîşan kir ku girtina van kesan polîtîkayên dewletê yên hebûna ermeniyan tune bikin bû.

'EM WE JI BÎR NAKIN'

Taşkaya, diyar kir ku heke hişmendiyan ji cudakarî, dijminahî û nefretê xwe xwedî dike bê mahkumkirin dê pêşerojekî wekhev bê înşakirin. Taşkaya, anî ziman ku ji bo sûcên mirovahiyê bên astengkirin divê mekanizmayên bikevin mayetê û wiha axivî: "Em ji bo kesên ermenî yên bêgor re bêjin em dahî û xwîşk û birayên we ne li vir in. Bi înat em dê li hemberî polîtîkayên înkarê rastiyan bidin jiyîn, me hûn ji bîrnekirin û em ji bîr nakin."