Dayikên Şemîyê ji bo Kirlangiçli û Babaoglû li hev civiyan
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Alî Kirlangiçlî û Nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû li hev civîyan û akûbeta wan pirsîn.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Alî Kirlangiçlî û Nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû li hev civîyan û akûbeta wan pirsîn.
Dayikên Şemiyê, di hefteya 624'an de li Qada Galatasarayê aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan wêneyên zarok û xizmên xwe yên winda hembêz kirin û qurnefila sor danîn ser wêneyan. Dayikên şemiyê piştî lêgerînê derbasî qadê bûn û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne" vekir û wêneyên windayan li ser pankartê bi cih kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Alî Kirlangiçli yê di 7'ê Adara 1993'an de hat windakirin û aqûbeta nûçegîhanê Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglu yê di 12'ê Adara 1994'an de çû nûçeyê û li Sîweregê hat windakirin pirsîn. Dayik li qada çalakiyê li ser sungerê ku bi xwe re anîbûn qadê rûniştin û piştgirên çalakgeran jî li ser piyan ew pêşwazî kirin. Çalakiya dayikan bi axaftina Serokê Çapemeniya Disk Basın-Îş'ê Faruk Eren dest pê kir. Eren, Nazim Babaoglu yê 23 sal berê hat windakirin bibîr anî û wiha got: "Nazim ji bo nûçeyekê çû Sîweregê. Lê carek din venegeriya. Wekî Ferhat bi sedan rojnameger hatin binçavkirin û windakirin. Wekî Musa Anter û Hrant Dink. Rojnameya Ozgur Gundem wê demê jî di bin zextan de bû û îro jî di bin zextan de bû. Îro Ozgur Gundem girtî ye. Em dixwazin dinava aştiyê de welatê azad be." Dayika Murat Yildiz ê 22 sal berê hat windakirin Hanife Yildiz jî daxwaza xwe ya edaletê anî ziman û wiha got: "22 salin li edaletê digerim. We hemû dayik bi girî kirin. We ligel dayikan zarokên wan jî bigirî kirin."
BIRAYÊ KIRLANGIÇLÎ; ÇI JI BIRAYÊ MIN HAT?
Birayê Alî Kirlangiçli Îbrahim Kirlangiçli, ji bo birayê xwe wiha got; "Binçavkirina Alî derbasî qeydan nekirin. Ez dê Alî ji kê bipirsim. Li gel ku parêzer Kemal Kirlangiç lêpirsîna vê yekê meşand jî tu agahî nedan parêzer. Qebûl nekirin ku Alî Kirlangiçli dibin çavan de ye. Me serî li hemû cih û waran da. 24 salin em di nava lêgerînê de nin. Fikarên megelek zêde ne. Em dixwazin aşkere bikin ku piştî Alî binçav kirin çi kirin jê. Em dixwazin aqûbeta wî fêr bibin. Em nizanin sax e an mirî ye. 24 sal borîn. Gelo em birayê xwe ji kê bipirsin?"
PIŞTÎ BINÇAVKIRINÊ AGAHÎ JÊ NEHAT GIRTIN
Herî dawî Dayika Şemiyê Hatice Onaran, aqubeta windayan pirsi. Onaran, bal kişand ser bê hiqûqiya salên 1993'an u wiha got: "Di wê serdema ku bê hiqûqî zêde bû bi dehan polîsan bi ser malan de digirt. Mirovên li malan bi saxî digirtin înfaz dikirin. Di 6'ê Adara 1993'an de li taxa Kartal a Esentepeyê polîsan li malekê gule reşandin û 5 kes kuştin. Di heman operasyonêde polîsan li taxa Fatihê jî bi ser malekê de girt û 5 kesên d malekê de binçav kirin. Alî Kirlangiçli di 7'ê Adara 1993an de saet di 11.00'an de dema çû vê male ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Di heman operasyonê de 30 kesên din hatin binçavkirin. Qeyda 30 kesan hat kirin lê qeyda Alî Kirlangiçli neha kirin. Ji wê rojê heta niha agahî jê nayê girtin. Hêj kujer û faîlê Alî tên parastin. Daşikên Şemiye piştre çûn Goristana Ferikoyê û gora Berkin Elvan ziyaret kir.