Dayikên Aştiyê li aqûbeta Sogut pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişand ser xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin, li aqûbeta Omer Sogut ê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate êşkencekirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan, bi boneya aqûbeta kesên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîl bên cezakirin, çalakiya heftane ya şemiyê di hefteya 844’an de berdewam kirin. Dayikan, vê hefteyê jî, ji ber şewbê û qedexeya derve daxuyanî li ser înternetê dan. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Omer Sogut ê di 20'ê Gulana 1995'an de li Gundê Derxustê yê Navçeya Liceyê hatibû revandin û windakirin pirsîn. Hevjîna Omer Sogut Meyase Sogut, daxuyanî da û wiha got: "Bi salan e em têkoşîna edaletê dikin. Em tu carî dest ji Têkoşîna edaletê bernadin. Heta wihda bên dîtin û kujer bêne darizandin û cezakirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Keça Omer Sogut Ayşegul Sogut jî anî ziman ku piştî bavê wê hat destgîrkirin û windakirin polîs û leşkeran her tim zext li wan kir û wiha got: "Her tim xwestin me bitirsînin û em dest ji vê têkoşînê berdin. Herî dawî em ji gundên me dan koçkirin û em hatin Amedê. Lê dîsa me têkoşîna edalet û hiqûqê dewam kir. Gelek malbatên din jî têkoşîna heq û hiqûqê dan. Heta kujer bên dîtin û darizandin têkoşîna me ya edaletê dê bidome."

Vê hefteyê li ser navê Dayikên Şemiyê Mirova Şemiyê Ozgen Sadet, daxuyanî xwend. Sadet, anî ziman ku êdî baweriya wan bi vê edalet û hiqûqê nemaye û wiha got: "Rêbazên ku civakê ji edaletê pêş dixin zêde bûne. Li ser vê axê mirovên hatin revandin û windakirin ne sûcên tekakesî ne. Xizmên me ji aliyê hêzên dewletê ve hatin windakirin. Ev rastî di rapor û belgeyên dewletê yên fermî de jî hene. Di îtîrafên hatin kirin de jî derket holê. Lê dîsa ser sûc girtin û kujer bê ceza hiştin."

Sadet, diyar kir ku îro dîsa kesên îtîrafkar rastiyan tînin ziman û wiha lê zêde kir: "Wekî kesên din, niha kesên dewletê bi rêve dibin jî serê xwe xistine bin baskê xwe. Dîsa daraz bê deng e. Hêzên îqtîdarê bi daxuyaniyên xwe nîşan didin ku dê sûcdaran biparêzin. Em wekî Dayikên Şemiyê û Parazvanên Mafên Mirovan, em dixwazin dewlet dawî li van sûcan bînin. Em dixwazin daxuyaniyên Serokê Rêxistina Sûc û Organize Sedat Peker wekî îtîraf qebûl bikin û dozger têkevin nava liv û hevgerê."

Sadet, piştre çîroka Omer Sogut ê 47 salî ku bavê 8 zarokan bû xwend. Sadet, anî ziman ku Omer Sogut li Gundê Derxustê yê Navçeya Lîceya Amedê bû û wiha got: "Piştî hêzên dewletê gundê wan şewitand, neçar man ku koç bikin. Herî dawî di 20'ê Gulana 1995'an de dema Omer çû nava rez eskeran ew destgîr kirin û carek din agahî jê nehat girtin. Dema hevjîna wî Meyase Sogut çû nava rez alavên li pey wî mabûn dît. Piştre fêr bû ku wê demê li wir bi tevlêbûna hezaran eskeran operasyon hatiye lidarxistin. Piştî bûyerê dema Meyase çû Navenda Cendirmeyan û pirsa hevjînê xwe kir, efserê bi navê Şahabettin On neheqî li wê kir û li wê xist. Dîsa dema serî li dozgeriyê da jî piştî cara çaran daxwazname qebul kir.

Sadet, da xyakirin ku heta niha serlêdanên wan bi encam nebûne, lê dê heta dawî têkoşîn û berxwedana xwe berhdewam bikin. Sadet, bibîr xist ku 145 hefte ye qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin, lê dê ji bo Qada Galatasarayê jî têkoşîna xwe berdewam bikin.