Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Gul û Yaman pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefeteyê de li aqûbeta xwendekarên zanîngehê Mehmet Soner Gul û Husamettîn Yaman ên dema destgîrkirî hatibûn windakirin, pirsîn.

Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya ku her hefte ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên winda kirine û cezakirina faîlên wan li dar dixin, di hefteya 840’emîn de ji ber pandemiyê bi awayekî online lidar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta xwendekarên zanîngehê Mehmet Soner Gul û Husamettîn Yaman ku di sala 1992’an de li Stenbolê dema destgîrkirî winda bûbûn pirsîn.

Di çalakiyê de kekê Husamettîn Yaman axivî û da zanîn ku dema birayê wî winda bûye 22 salî bûye û wha got: “Goristana Husamettîn tuneye. Rexmî vê jî tişta ku bê axaftin li şûna windabûnkirina laşî ya Husamettîn, windakirina hiqûq û edaletê ya Komara Tirkiyeyê ye.”

Daxuyaniya ku ji bo çalakiyê hatibû amadekirin ji mirovên şemiyê Betul Sînanoglû xwend. Sînanoglû, diyar kir ku rêbazên kêfî yên malbatên xizmên wan winda bûne bi êşên wan re rûbirû dihêle, desthilat diguherin jî weke rastiyeke neguhêrbar didomin. Sînaoglû da zanîn ku Husamettîn Yaman û Mehmet Soner Gul ji ber xebatên xwe yên li zanîngehê hatine destgîrkirin, êşkence li wan hatiye kirin û gefa kuştinê li wan hatiye xwarin.

Di berdewamê de Sînanoglû, destnîşan kir ku Yaman û Gul di 4’ê gulana 1992’an de bi hev re li Findikzade ya Stenbolê hatine destgîrkirin û û bi van gotinan qala pêvajoya windabûna Yaman û Gul û têkoşîna malbatên wan kir: “Malbatên Yaman û Gul, destpêkê serî li Miduriyeta Polisan a Stenbolê û piştre jî li saziyên dewletê yên eleqedar dan. Komeleya Mafê Mirovan û Rêxistina Efûyê ji bo wan ketin nav hewldanan. Lê destgîrkirina Yaman û Gul nehat qebûlkirin. Piştre Ayhan Çarkin di lixwemikûrhatinên xwe yên derbarê windayan de got ku Yaman û Gul hatine destgîrkirin û piştî li devereke daristan lêpirsîna wan hatiye kirin hatine înfazkirin.”

Sînanoglû, bi lêv kir ku piştî lixwemikûrhatinên Ayhan Çarkin parêzerên malbatan careke din gilî kirine û xwestine dosya careke din bên vekirin û ev tişt got: “Piştî lixwemikûrhatinên Ayhan Çarkirin li şûna dosya zêdetir bê lêkolînkirin ber bi demboriyê ve hat defindan. Kevneşopiya di dosyayên windayan de bêcezahiştin û reşkirina rastiyan berdewam kir. Bidawîkirina bêcezahiştinê ya di dosya Yaman û Gul de peywira makeqanûnî ya Komara Tirkiyeyê ye. Em daxwaz dikin ku di dosyaya Yaman û Gul de li gorî şertên hiqûqa navxweyî û navneteweyî darizandin bê destpêkirin.”