Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn

Dayikên Şemiyê ji bo Abdurrahîm Demîr civiyan ê ku di 7’ê Tebaxa 1995’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, careke din tu agahî jê nehate stendin.

Dayikên Şemiyê ku cara 749'emîn xwestin biçin Qada Galatasarayê û li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin, careke din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser astengkirina polîsan çalakiya dayikan li kuçeya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê pêk hat. Dayikên ku ji aliyê polîsan ve li vir jî hatin dorpêçkirin, tîşortên ku wêneyên xizmên wan ên winda li ser wan bûn li xwe kirin û wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîlan hilgirtin. Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî piştgirî da dayikan. 
 
Vê hefteyê aqûbeta Abdûrrahman Demîr hate pirsîn ê ku di 7'ê Tebaxa 1995'an de hat destgîrkirin û careke din agahî jê nehate girtin. Daxuyanî ji aliyê xwişka Hansan Ocak ku di 21'ê Adara 1995'an de cenazeyê wî di goristana bêkesan de hat dîtin Masîde Ocak ve hat dayîn. Ocak bal kişand ser 4 kesên ku beriya demeke dirêj hatibûn windakirin û di 28'ê Tîrmehê de li Miduriyeta Polisan a Enqereyê derketinbûn holê û xwest ku sedema windakirina her çar kesan ji aliyê rayedaran ve baş bê lêkolînkirin. 
 
Ocak piştî vê yekê qala çîroka windabûna Abdûrrahman Demîr kir û ev tişt anî ziman: "Demîr li nuqteyeke venêrînê ya navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hat destgîrkirin û careke din agahî jê nehat girtin. Malbata Demîr ji ber pirsîna kurê xwe gef li wan hat xwarin û hat xwestin ku dev ji lêgerîna kurê xwe berdin. Dayika Demîr Kesîre Demîr heta 20 salan jî tim digot, 'Çi bû ji kurê min?' û bêyî ku aqûbeta kurê xwe hîn bibe, rehmet kir." Ocak xwest ku kesên destê wan di windakirina Demîr de hene bên darizandin û cezakirin. 
 
Di dawiya daxuyaniyê de dayika Mûrat Yildiz ku di 23'ê Sibata 1995'an hat windakirin Hanîfe Yildiz bertek nîşanî polîsan da û bi van gotinan bang li polîsan kir: "Ev edaleta ku em îro li digerin dibe ku sibê ji we re jî pêwîst bike.”