Dayikên Şemiyê ji bo ‘Doza Kerboranê’ bang kirin

Dayikên Şemiyê ji bo ‘Doza JÎTEM a Kerboranê’ ku wê 2’yê Mijdarê pêk bê, banga hestyariyê kir.

Dayikên Şemiyê, bi armanca aqûbeta kesên dema destgîrkirî hatine windakirin bipirsin û hesab ji sucdaran bê pirsîn di hefteya 814’an de daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê dîsa ji ber vîrûsa corona li ser medya dijîtal daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser Davut Altunkaynak, Seyhan Dogan, Nedin Akyon, Mehmet Emin Aslan, Abdurrahman Olcay, Abdurrahman Coşkun û Suleyman Seyhan ên di navbera 29'ê Cotmehê û 8'ê Mijdara 1995'an de li navçeya kerboranê hatin destgîrkirin û piştre windakirin. Dayikan, di daxuyaniyê de diyar kirin ku doza JÎTEM'ê ya Kerboranê wê di 2'ê Mijdarê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê bê dîtin û bang li hemû hêzên demokrasî û mafên mirovan kir ku hişyar û hestiyar tev bigerin. Dayikan xwest kesên bûne sedema windakirin û kutştinê û 25 salin bê ceza ne, bên darizandin û cezakirin. Dayikan xwesd di doza Kerboranê de edalet û hiqûq pêk bê.

Birayê Seyhan Dogan a dema destgîrkirî hat windakirin Kadrî Dogan axivî û wiha got: "Xwişka min ji aliyê leşker û cerdevanan ve hat destgîrkirin û wihda kirin. Piştî leşker û cerdevanan xwişka min destgîrkirin, me carek din agahî jê negirt. Dayika min tenê edalet xwest. Di têkoşîna edaletê de hat binçavkirin. Piştre hat Stenbolê û tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê bû. Dayika min 20 sal berê jiyana xwe ji dest da. Piştî dayika min, bavê min hat qadê û edalet xwest. Bavê min jî 10 sal berê jiyana xwe ji dest da. Em bang li hemû kesan dikin ji bo danişîna ku li Semsûrê bê dîtin her kes hişyar û hestiyar nêzîk bibe."

Birayê Abdurrahman Coşkun Mehmet Coşkun ji anî ziman ku li welatekî wisa dijîn, ne edalet û ne hiqûq heye û wiha got: "Em pir li edalet û hiqûqê geriyan. Lê me edalet nedît. Di sala 1995’an de 7 kes hatin destgîrkirin û windakirin. Me zarokên xwe winda kirin. Raste me hestî dîtin, Me qatil jî dîtin. Lê heyet û dadgeha ku van qatilan bigire û ceza bike tune ye. Me edaleta van kesên sucdar ceza bike nedît."

Bavê Davut Altunkaynak, Abdulaziz Altunkaynak jî bal kişand danişîna doza ku di 2'ê Mijdarê de li Semsûrê bê dîtin û wiha hgot: "Em ê di 2'ê Mijdarê de li wir bin û edaletê bixwazin. Heta ku edalet pêk bê em dest ji vê dozê bernadin. Em ê pêşiya qatil û kujeran bernedin."

Parêzerê doza JÎTEM'a Kerboranê Erdal Kuzu jî anî ziman ku doz bi hinceta ewlehiyê birine Semsûrê û wiha got: "Doz bi hinceta ewlehiyê 5 salin li Semsûrê tê dîtin. Di vê pêvajoyê de gelek heyet hatin guhertin. Ji ber heyetên dozê tên guhertin pêvajo jî tên guhertin. Di doza JÎTEM'ê ya Kerbaranê de 7 welatî bi fermî hatin binçavkirin. Dosyayê dozê yên hatine înfazkirin hene. Cenazeyê 7 mirovên hatin qetilkirin hatin dîtin. 7 kesên hatin kuştin, çawa û bi kîjan rêbazan hatin kuştin? Her ku lêkolîn tê kirin derdikeve holê. Ev sûcê vê dozê nîşan dide ku cînayetên di salên 1990’an de ji aliyê dewletê ve pêk hatine yek ji wan e. Em dipên ku heyeta dadgehê tespîtan bike û rastiyê dîne holê. Em têkoşîna hiqûqî li gel malbatan didin. "

Vê hefteyê ji Dayikên Şemiyê Saliha Şanli, daxuyanî xwend. Şanli jî bal kişand ser doza JÎTEM'ê ya Kerboranê ku 2'ê Mijdarê de li Semsûrê pêk bê, bang li her kesî û raya giştî kir ku hestiyar û hişyar tev bigerin.