Dayika şehîda Newrozê Zekiye Alkan jiyana xwe ji dest da
Dayika Zekiye Alkan ku beriya 33 salan li Amedê di Newrozê de bedena xwe da ber agir û şehîd bû, Îsmet Alkan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Dayika Zekiye Alkan ku beriya 33 salan li Amedê di Newrozê de bedena xwe da ber agir û şehîd bû, Îsmet Alkan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Jinnewsê, Îsmet Alkan roja Yekşemê li Îzmîrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku Îsmet Alkan piştî krîza dil rakirin nexweşxaneyê, lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Îsmet Alkan wê nîvro li Cemxaneya Narlidere merasîm bê lidarxistin.
Cenazeyê Îsmet Alkan wê li Goristana Narlidereyê bê veşartin. Piştî merasîma veşartinê jî wê li cemxaneyê xwarin bê dayin.