‘Dayika Gulê’ jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Gulistan Alagaş ku weke ‘Dayika Gulê’ tê naskirin, li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.

Dayika Aştiyê Gulistan Alagaş ku weke “Dayika Gulê” tê naskirin, demek berê felca mejî bûbû û jiyana xwe ji dest da. Dayika Gulê 2 hefte bû li nexweşxaneyeke Dîlokê dihat tedawîkirin. Dayika Gulê duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Alagaş, di sala 1993’yan de ji ber zexta dewletê tevî malbata xwe ji gundê Erkent ê Berwarî ya Sêrtê koçî Edeneyê bû. Alagaş, têkoşîna xwe ya aştiyê li vir jî domand. Kurekî Alagaş tevlî refên PKK’ê bû û di sala 1999’an de şehîd bû lê cenazeyê wî nehat dîtin. Alagaş, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, binpêkirinên li girtîgehan û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek caran kete greva birçîbûnê.

Her wiha Alagaş tevlî çalakiyên Mertalên Zindî bû û li Cûdî û Newala Qesaban tevlî meşan bû. Herî dawî jî di Komkujiya Gara Enqereyê de ji lingê xwe birîndar bû.