Dayika Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Ronahî rehmet kir

Dayika Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî, Fatma Yildirim li gundê Şaqûllan a Bazarcixê rehmet kir.

Fatma Yildirim a bi salan bû li bajarê Strasborûg a Fransayê dijiya, li gundê Şaqullan a Bazarcixê rehmet kir.

Dayika Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî, Fatma Yildirim bi salan bû li Strasboûrgê dijiya.

Fatma Yildirim a sala 1926’an hatibû dinê, berî çend mehan hatibû gundê Şaqullan a Bazarcixê.

Îro piştî saetên danê nîvro ji ber pirsgirêkên tenduristî û temenê xwe Fatma Yildirim rehmet kir.

Keça Fatma Yildirim Selver Yildirim jî li girtîgehê ye.