Dayik û keça wê, ji aliyê zilamê ku dixwestin hev berdin ve hat revandin
Parêzer Turkan Gulistan Tekîn û keça xwe ya ku velayeta wê stendibû, ji aliye zilamê ku dixwestin hev berdin ve hatin revandin.
Parêzer Turkan Gulistan Tekîn û keça xwe ya ku velayeta wê stendibû, ji aliye zilamê ku dixwestin hev berdin ve hatin revandin.
Li gorî bûyera ku li ser rêya semta Dîclekentê ya navçeya Peyasa Amedê pêk hatiye, pêrêzer Turkan Gulistan Tekîn û keça xwe ya biçûk ji aliyê zilamê bi navê F.G. ê ku di pêvajoya hevberdanê de bûn, hatin revandin.
Ji aliyê din parêzer Tekîn îdia kiribû ku F.G. di meha adarê de keçika bi temenê 2 sal û nîv a bi biryara dadgehê velayeta wê dabû dayikê, ji malê biribû û mehekê tu agahî jê nehatibûn girtin. Parêzer Tekîn rastî hewldana êrişa F.G. hatibû û rewş bi bernameya KADES'ê ji polîsan re ragihandibû. Li ser giliyê parêzer polîsan F.G. destgîr kiribû û ew biribûn qereqolê. Her du alî piştî îfadeyên ku ji hev gilîkar nabin dan, polîsan keçik ji F.G. stendin û dan dayîka wê.