Dayik Koç: Bi rabûna tecrîdê re hesreta min a 30 salan wê biqede

Mîhrîban Koç (88) dayika Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ku li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku 30 sal in wê kurê xwe nedîtiye û got, "Dema ku tecrîd bi dawî bû hesreta min jî wê bi dawî bibe."

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêbreê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 aktîvîst û siyasetmedar li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 79 roj in di greva birçîbûnê ya bêdorveger de ne û rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe. Yek ji van siyasetmedaran ku rewşa wî ya tenduristiyê krîtîk e, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç e. Dayika Koç Mîhrîban Koç tevî emrê xwe yê dirêj, ji bo piştgiriyê bide kurê xwe li Stenbolê li nava konsolosxaneyan digere.

Dayika Mîhrîban a 88 salî, ku ji ber zext û zora dewletê kurê wê li Ewropayê bûye penaberê siyasî û 30 sal in kurê xwe nedîtiye, ji ber zexta cerdevaniyê sala 1993'an bi hevser û zarokên xwe ji gundê xwe yê Erdexanê koçî Stenbolê kir.

'50 SAL IN EV ZILM LI ME TÊ KIRIN'

Dayik Mîhrîban got, "Dema ku xezûrê min ê extiyar sê caran hate destgîrkirin û êşkence lê hate kirin Yuksel zarokekî biçûk bû" û wiha dewam kir: "50 sal in ev zilm li me tê kirin. Xezûrê min dema ku 3 caran hate destgîrkirin û êşkence lê hate kirin 97 salî bû. Ji wê rojê û vir ve ji bo me tiştek nehatiye guhertin.

Em li Erdexanê malbateke naskirî bûn. Xezûrê min reîsê eşîrê ya jî axa nebû, lê belê mal û milkên xwe hebû. Ji ber zilma dewletê her yek ji me belavî cihekî bû. Hinek jê li Ewropayê, hinek li gund, hinek jî li Stenbolê ne. Hevserê min bi derd û hesreta ku kurê xwe bi salan nedîtiye jiyana xwe ji dest da.

'KURÊ MIN BIRÇÎ YE, LEWMA BARIYEK DI QIRIKA MIN DA NAÇE XWARÊ'

Koç dema qala kurê xwe dike rondik ji çavên wê tên dibare. Dayika Mîhrîban dibêje, di vê demê de ku kurê wê birçî ye parî ji qirika wê naçe xwarê û her roj dua dike ji bo nifşên nû vê êşê nekişîne.

Dayik Koç 10 roj in bi telefonê bi kurê xwe neaxive, ji ber ku kurê wê bi zehmetî diaxive û got, "Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yuksel hene, ji cegera xwe nexweş e. Xwezî tişta li wî tê bihata serê min." Koç gilî û gazinê ji xemsariya desthilatdarî û meclîsê dike û dibêje, divê saziyên mafên mirovan û welatên Yekîtiya Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê.

'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BI DAWÎ BIBE WÊ AŞTÎ BÊ'

Dayik Mîhrîban diyar dike ku bi tecrîda li Îmraliyê re her kes tecrîdkirî ye û wiha dewam dike: "Dema ku tecrîdkirina Apo biqede wê her kes ji tecrîdê rizgar bibe, bêhn bê ber her kesî û aştî wê were. Eger îro nikarim kurê xwe bibînim, ev jî tecrîd e. Eger yek neçar dimîne dest ji cih û warê xwe berde û biçe Ewropayê ev jî tecrîd e."

Dayik Koç anî ziman ku ew heta dawiyê bi kurê xwe re ye û bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî rabin. Koç xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe û grevên birçîbûnê biqedin û got, "Dema ku Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe dît, hingî em ê pê bawer bin ku ji bo rakirina tecrîdê gavek hatiye avêtin. Eger tecrîd rabe wê hesreta min a 30 salan jî bi dawî bibe."

'TECRÎD 81 MILYON KESÎ ELEQEDAR DIKE'

Birayê Yuksel Koç Vûral Koç jî anî ziman ku ji bo dîtina kekê xwe wî 3 caran serî li Konsolosxaneya Elman a li Stenbolê daye, lê belê daxwaza wî ya vîzeyê nehatiye qebûlkirin. Koç diyar kir, tecrîd ne tenê Kurdan eleqedar dike, 81 milyon mirovên li Tirkiyeyê eleqdar dike û got, malbata wan heta dawiyê li pişt kekê xwe ye. Koç anî ziman daxwaza ji bo rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye û got, "Her kêlî gelekî girîng e." Koç bang li her kesî kir ku bêyî dereng bikevin xwedî li vê berxwedanê derkevin.