Danişîna doza jinên ku xesp protesto kirin pêk hat

Danişîna 23’ê jinên ku ji ber ku dagirkeriya qeyûman protesto kirin dihate darezandin pêk hat.

23 jinên ku li dijî tayînkirina qeyûm ên Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê derketin û daxuyanî dan, der barê wan de lêpirsîn hatibû vekirin. 1'emîn danişîna 23 jinên ku doz li wan hatibû vekirin li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê pêk hat.

Dadgehê bi hinceta Covid-19 jin nexistin salonê. Tenê parêzerên 23 jinan tevlî danişînê bûn. Heyeta dadgehê bi hinceta di nava 23 jinan de îfadeya 2 kesan nehatiye girtin ji bo îfadeya wan jî bê girtin danişîna dozê taloq kir.

Dadgehê xwest di danişînek din de 2 jinên din jî amade bibin. Heyetê danişîna dozê taloqî 9'ê Cotmehê kir.

JINAN DAXUYANÎ DA: EM Ê BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN

Piştî danişînê Platforma Em Bi Hevre Bi Hêz in li pêş Edliyê daxuyanî dan. Endama Platformê Fulya Karlidag, anî ziman ku tundî û êrîşa li dijî jinan bê navber didome û wiha got: “Hevalên me yên endam û rêveberên TJA û Komeleya Jinan a Rosa hatin destgîrkirin û girtin. Rojbin Çetin bi saetan di bin çavan de êşkence lê kirin. Lê derbarê êşkencekaran tu lêpirsîn nedan destpêkirin. Destkeftiyên jinan dikin hedef. Jin wê li dijî vê yekê bi hev re têkoşînê mezin bikin. Em li vir in û bi hev re ne."