'Cezayê darvekirinê' ya li ser jinên Efrînî hat protestokirin

Li Şehbayê êrîş û cezayên “darvekirinê” yên li ser jinên Efrînî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hate şermezarkirin.

Meclisa Jinên Şehbayê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî êşkence û cezayên giran ên li dijî jinan a li Efrîna dagirkirî daxuyaniyek da. Hin çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî bi awayekî derhiqûqî cezayê darvekirinê li gelek jinan birî. 

Jinên ku li Şehbayê daxuyanî dan, kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan şermezar kirin. Endamên meclîsê, nûnerên partiyên siyasî û gelek şêniyên Şehba û Efrînê beşdarî çalakiya li Kampa Berxwedanê bûn.

Endama Meclîsa Jinan a PYD'ê Yildiz Mûsa daxuyaniyek da û got, "Em sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan li Efrînê pêk tîne, şermezar dikin. Armanca van sûcan şikandina vîna jinan e." 

Endama Kongra Starê Gulê Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî gelê Efrînê didomînin. 

Jineke ereb ya bi navê Lemya Ebas jî wiha got: "Em kuştina jinan li Efrîna dagirkirî red dikin. Em dixwazin jinên êsîr ên di girtîgehên di bin kontrola dewleta Tirk de ne, tavilê bên berdan. Di mijara sûcên li dijî jinan û cezayên darvekirinê navbera Tirkiye û Îranê de tu cudahî nîne.”