Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Arjîn Amed hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Star'ê Şukran Turk (Arjîn Amed) a di encama şerekê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 mehan û şûnde nû hat teşxîskirin. Cenazeyê Turk li Amedê hate veşartin.

Cenazeyê Şukran Turk (Arjîn Amed) a gerîlaya HPG’ê ku di şerê 27’ê Hezîrana 2017’an ya li bejahiya navbera Amed-Çewligê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate teşxîskirin û şûnde li Amedê hate veşartin.

Piştî wecîbeyên ayînî, cenazyê Turk li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Goristana ku cenazeyê Turk lê hate veşartin ji aliyê sedan polîsên tîmên taybet ve hate dorpêçkirin.

Dayik Laîke, bav Cemal Turk, li gel endamên malbatê MEYADER, rêveberên HDP’ê û DBP’ê tevlî merasîma cenaze bûn.

MEYADER sersaxî ji malbatê re xwes, diyar kir ku êşa wan parve dike.