Cenazeyê Eynê Yildirim hate veşartin

Cenazeyê xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Eynê Yildirim li Goristana Amarayê hate veşartin.

Xwişka Rêberê Gelê Kurd  Abdûllah Ocalan Eynê Yildirim ku ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê li goristana gundê Amarayê hat definkirin. Di merasîma cenaze de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlementerên HDP’ê Sîbel Yîgitalp, Ahmet Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê, endam û rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de gelek kes amade bûn. Kefiya kesk, sor û zer avêtin ser darbesta Yildirim û li ser milan birin goristanê.


Piştî wacibên olî cenaze hate veşartin.  Piştre Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî spasiya kesên tevlî merasîma cenaze bûne kir û wiha axivî: “Eynê dayikek ku pir êş kişand û piraniya temenê xwe li xerîbiyê derbas kir. Ew dayîka şervanan bû. Vê malbatê gelek zilm û zordarî dît. Gelekî li ber xwe da, em minetdarê keda vê malbatê ne, ji ber ku wan gelekî ku navê wî hatibû qedexe kirin, dan jiyîn. Em jî sozê didin ku rêya tekoşînê ya vê malbatê bibin serî. ”

 
Xwarziya Eynê û Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî axivî û diyar kir ku dayîka wan Eynê gelek êş kişand, gelekî li ber xwe da û wiha got: “Ew careke din jî nexweş ketibû, lê ji bo ku li Kurdistanê bijî li ber xwe da. Xwesteka wê ew bû ku li Kurdistanê bijî, hesreta wê ya herî mezin jî ew bû ku kurên xwe yên gerîla û birayê xwe Ocalan bibîne. Lê ji ber zilma dewletê tenê karî 10 salan li welatê xwe bijî û bi hesreta bira û zarokên xwe mir. Dilê wê êdî nekarî vê hesratê rake û şevê din jiyana xwe ji dest da. Em naletê li vê dewletê dibarînin ku, nehêla bira û xwişk hevdu bibînin.” 


Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî axivî û wiha got; "Ev gel bi saya serê dayîkên wek Eynê hatiye vê rojê. Jiyana wê bi êş û berxwedaneke mezin derbas bû. Ji bo gelekî ku di bin betonê de hatî fetisandin ked da û di vê rêyê de zarok û malbata xwe da. Em ê wê hesreta ku wê jiyana xwe li ser derbas kir, bînin cih. Wan bi hejmarek kêm dest pê kir, lê niha gihişt milyonan.” 


 Konê sersaxiyê li baxçeyê mala Eynê ya li Amarayê hat danîn û sersaxî wê 3 rojan bidome.