Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin

Li bajarê Metz ê Fransayê, li bajarê Modena yê Îtalyayê û li bajarê Bern ê Swîsreyê bi wesîleya 8'ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Metz ê Fransayê, li bajarê Modena yê Îtalyayê û li bajarê Bern ê Swîsreyê bi wesîleya 8'ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.

METZ: Li bajarê Metz ê Fransayê, tevî astengiya faşîstên AKP'yî jî, bi şiyara 'Jiyana azad wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve' çalakiya 8'ê Adarê hat lidarxistin. Nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ên Bajêr jî tevlî çalakiyê bûn û peyam dan. Her wiha bi zimanekî tund hikûmeta Fransayê hat rexnekirin, ji ber ku destûr daye mîtînga AKP'yiyan. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Axîn Gulo jî bal kişand ser referandûma 16'ê Nîsanî û destnîşan kir, ku ji bo ew dengê 'NA' bidin gelek sedemên wan hene. Di çalakiyê de peyamên parlamenterên jin ên HDP'yî yên girtî hat xwendin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan azadî", "Bijî berxwedana YPJ'ê" qediya.

MODENA: Li bajarê Modena yê Îtalyayê bi wesîleya 8'ê Adarê çalakî hat lidarxistin. Piştî nirxandina wate û girîngiya 8'ê Adarê, qisekeran bal kişandin ser girîngiya referandûma 16'ê Nîsanê. Di vê çarçoveyê de komîteyên xebatên hatin avakirin.

BERN: Li bajarê Bern ê Swîsreyê, semîner û hevpeyvînek li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin. Di semînerê işaret bi asta şîdeta li jinê hat kirin û hat gotin, sedema zêdebûna şîdeta li jinê, dibe ku zanebûn û xurtkirina têkoşîna li dijî sîstam baviksalariyê be. Piştî pirs û bersivan semîner bi stran û gerandina govendê qediya.