Bûldan: Wê jin tecrîdê bişkînin!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtînga 8’ê Adarê de ya li Amedê axivî û got ku “Wê jin tecrîdê bişkînin.”

Mitînga ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi şîara "Em berxwedanê bi rêxistin dikinin, ber bi azadiyê ve diçin" li Qada Stasyonê li dar dixin, dest pê kir. Jin ji Mêrdîn, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û bajarên derdorê di saetên zû de gihîştin qada mitîngê, bi kincên neteweyî bala her kesî kişandin. Jinan bê navber dûrişmeyên "Jin jiyan azadî", "Îtaat tune berxwedan heye", “Bê Serok jiyan nabe”, “Bêdeng nebe qîr bike jin hene" û "Em jiyana bê jin bi serê wê de hilweşînin" berz kirin. Mîtîngê bi rêzgirtin û axaftinan dest pê kir.

‘JIN ŞERAN RED DIKIN’

Di mîtîngê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan axivî û hemû girtiyên zindanan silav kir. Bûldan, anî ziman ku jin şer red dikin û wiha got: "Jin şer red dikin û aştiyê dixwazin. Em dibêjin çi karê we li Idlibê heye. Şer kuştin e, şer hêsirê çavan e, şer tunekirin û koçberî ye. Ji ber vê yekê em jin li dijî şer in. Jin şer red dikin û aştiyê dixwazin." Bûldan, bal kişand ser girîngî û wateya yekîtiyê û wiha axivî: "Îro ji her demê bêtir pêdiviya gelê Kurd û gelan bi yekîtiyê heye. Divê em li dijî şer, li dijî kuştin, talankirin û wêrankirinê bibin yek.

‘EM TECRÎDÊ JÎ RED DIKIN’

Bûldan, anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: "Em tecrîdê red dikin. Em dixwazin demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Çawa ku li hemû girtî xwedî maf in ku bi parêzer û malbatên xwe re hevditin bikin, divê Birêz Ocalan ji karibe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Îro tu hincetên hiqûqî û zagonî tune. Em bi pêkanînên keyfî re rû bi rû ne. Em dixwazin demek berî demekê dawî li van pêkanînan bînin."

‘JIN BIMEŞE WÊ JIYAN JÎ BIMEŞE’

Bûldan bal kişand ser têkoşîna jinê û wiha got: "Jin bimeşin, dê jiyan jî bimeşe, Jiyan bimeşe, dê azadî pêş bikeve. Lê jiyan raweste dê rizîn û genîbûn pêş bikeve. Ger ku jin raweste dê jiyan jî raweste. Ji ber vê yekê em dixwazin her roj bibe roja têkoşina jinan. Ji bo ku jin mafê xwe bi dest bixin divê tu carî têkoşîna azadiyê ranewestînin. Em carek din dibêjin divê her roj û her der bibe qada tekoşîna azadiya jinê. Ger ku em têbikoşin em bawer dikin ku jin dê li cîhanek azad govendên azadiyê bigerînin."

GOKKAN: SILAV LI HEMÛ JINAN!

Piştî Bûldan, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî derket ser dikê û bajar bi bajar silavkir û wiha got: "Em bi hevre bêjin: Silav Qamişlo, Silav Kobanê. Slav Muhahabad, Silav Nisêbîn û Cizîr. Silav Gewer û Wan. 8'ê Adarê pîroz be. Bi taybetî silav şengal. Silav li Zindana Amedê, Silav li Îmraliyê, Silav li hemû zindanan. Silav Sakîne Cansiz, Silav Herîn Xelef, Clara Zetkîn û Luksembûr, heta Berîtanan em dibêjin 8'ê Adarê pîroz be. Silav li Emerîqa Latîn."

Gokkan, anî ziman ku dewleta netew îro têk çûye û wiha lê zêde kir: "Dewleta Netew îro êdî qatîlan dike mexdûr û mexdûran dike qatîl. Dewleta Netew êdî têk çûye. Em sala 2020'an êdî raperîna azadiya jinê xurt dikin. Jin wê jiyan û azadî be. Li dijî bîrdoziya mêr ê mêtînger, têkoşîna azadiya jinê bilind dibe. Li Botan, Rojava û Rojhilata Navîn bilind dibe. Hemû Kurdistan we silav dike. Silav ji Amedê."

TECRÎD SÛCÊ MIROVAYETIYÊ YE

Gokkan, li ser tecrîdê jî rawestiya û wiha got: "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rûreşiya netewedewletan e. Heta Ocalan azad nebe cîhan azad nebe. Azadiya rêzdar Ocalan Azadiya gelan e. Îro jin li dijî qetilkirinê li ser piyan in. Em îro jinên Kurd, Êzîdî, Suryan, Ereb, Elewî, Mehelmî û hemû jinên cîhanê dixwazin bibin yek û bimeşin. Îro êrîşên li ser sînor rûneşiya netewedewletan e. Em dibêjin tu carî destûr nadin ku jin bibin koçber. Em ê li azadiya xwe axa xwe û rêberê xwe xwedî derkevin."

Mîtîng bi axaftin û muzîkê didome.