Bûldan: Destê xwe ji ser jinan vekişînin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di fînala kampanya "Têkoşîna Jinan li her derê ye" de bang li desthilatdariyê kir û got, “Destê xwe ji ser jinan vekişînin.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di fînala kampanya "Têkoşîna Jinan li her derê ye" de bang li desthilatdariyê kir û got, “Destê xwe ji ser jinan vekişînin.”
Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya “Têkoşîna Jinan li her derê ye" de li pêş Navenda Operaya Sureya ya Kadikoyê ya Stenbolê kom bûn û meş li dar xistin. Ewil zedeyî sed jin bi tilîliyan li dora erbanê kom bûn, bê navber dirûşmeyên "Jin Jiyan azadî" berz kirin. Jinan li vir berdilkên xemrî, spî, kesk, zer yên li ser wan "Tekoşîna jinan li her derê ye" "Jin dem dema azadiyê ye" "Hevserokatî xeta me ya xemrî e" û "Efûya îstîsmarê nabe" nivîsîbû li xwe kirin.
Dema Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hat qade jinan bi yek dengî dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Piştî Pervîn Bûldan hat qadê, jinan li Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan Pankarta mezin a "Têkoşina Jinê li her derê ye" vekirin û dirûşmeya "Em bêdeng nabin, emnatirsin, em îteat nakin" berz kirin. Pişt re nûnerên Dayikê Aştiyê Meclisa TJA, Hevberdevka HDK'ê, Nûnera ESP'ê û gelek nûnerên din ên rêxistinên jinan axaftin kirin. Jinan diyar kirin ku ew li dijî tundiyê tu carî serî natewînin û dê her tim li qadan têkoşîna xwe bilind bikin. Jinan xwest tundiya li ser jinan bi dawî bibe.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî herî dawî axaftinek kurd kir û got: "Em îro fînala kampanya xwe li Aydin, Dêrsim û Stenbolê li dar dixin. Di vê kampanyayê de ji bo azadî û wekheviyê li qadan diaxivin. Em dizanin ku em ne ewqas in. Em bi milyonan in. Lê ji ber şewba pandemiyê em hejmareke hindik li hev kom bûn."
Bûldan, anî ziman ku îqtidar, îqtîdara dijminê jinan e û wiah got: "Ev îqtîdar xwedî feraseta ku kesên jinan qetil dikin, zilmê li jinan dike bê ceza dihêle. Ev îqtîdar dijminê jinan e. Em bang li milyonan jinên li Tirkiyeyê dikin. Nêrîn, fikr, bawerî û rengê we çi dibe bila bibe, tişta tê kirin li her kesî tê kirin. Divê hûn bêdeng nemînin.. Tişta îro li Rojbîn Çetîn, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak tê kirin dê sibê li we jî bê kirin. Roj nabe ku jin neyên qetilkirin. Roj tune ku jin bi tundiyê re rû bi rû nemînin. Jin di her qada jiyanê de bi berdêl û têkoşînên pir mezin hatin îro. Lê yên vî welatî bi rê ve dibin maf û destkeftiyên jinan desteser dikin. Qeyûmên tayînî şaredariyên HDP'ê dikin karê wan ê ewil dest dirêjî keda jinê û destkeftiyê jinê dikin. Stargeh û destkefiyên jinan digirin û hebûna xwe berdewam dikin."
Bûldan, herî dawî bal kişand ser peymana Stenbolê û wiha bi dawî kir: "Vê îqtîdarê di sala 2011’an de Peymana Stenbolê îmze kir. Lê her çend îmze kir jî pêk neanîn. Li şûna pêk bînin her tim binpê kirin. Bi îşkenceya bi kuçikan a li Rojbîn Çetîn Peymana Îstanbul binpê kirin. Makbûle Ozbey a 72 salî girtin û Peymana Îstanbûlê binpê kirin. Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Fîgen Yuksekdag şandin girtîgehê û ev peyman binpê kirin. Em soz didin ku emê destûr nedin îmzeyê ji bin vê peymanê bikişînin. Em soz didin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."