Buldan: 2020 wê bibe sala serkeftinê

Konferansa Jinan a Mezin a HDP'ê ya 3'yan li Enqerê dest pê kir. Di konferansê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan got sala 2019'an bû sala berxwedanê û wê sala 2020'an jî bikin sala serkeftinê.

Konferansa Jinan a Mezin a HDP'ê ya 3'yan li Enqereyê dest pê kir. Konferans bi dirûşma "Em li azadiyê rawestiyane, li ser têkoşînê biryardar in” hate lidarxistin. Di konferansê de Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, Nûnera Partiya Çep a Kesk Fatma Çetintaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren, Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalîstan (SYKP) Canan Yuce, Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konukçu, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û bi tevahî 400 jin amade bûn. Di konferansê de derbarê têkoşîna 2019'an sînevîzyonek hate nîşandan. 

Di konferansê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî. Buldan, bal kişand ser qetilkirina Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez û wiha got: “Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez dema me hevdîtinên ji bo çareseriyê dikirin hatin qetilkirin. Xwestin rêya diçe aştiyê bigirin. Xwestin pêvajoya  çareseriyê ku me bi Birêz Ocalan re dest pê kir, qut bikin. Ev komkujî pir bi plan û organîze bû. Hêzên li dijî çareseriyê û li dijî aştiyê ev plana qrêj sazkar kirin. Ez li vir Sakine, Fidan, Leyla, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar jî di nav de hemû jinên hatin qetilkirin bi bîr tînim. Jiyan û têkoşîna wan dê rêya me ronî bike. Ji bo em vê rêya wan bigînin serkeftinê deynê stuyê me ye. Dîsa ez Nurcan Bakir a ku ji bo zextên li dijî girtiyan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî bibîr tînim. Heta ku HDP hebe têkoşîn wê bibiryar ber bi serkeftinê ve biçe. Dîsa salvegera rêzdar Hrant Dink e. Ez li vir bi hurmet wî bibîr tînim. Têkoşîna me ya edaletê wê biryar bidomîne. 
 
Ji sala 2006'an heta niha me pergala Hevserokatiyê li rêxistinên bajar û navçeyan da rûniştandin. Di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 2014’an de jî me li şaredariyan jî xist meriyetê. 
 
SALA 2020'AN  WÊ BIBE SALA SERKEFTINÊ 
 
Buldan, anî ziman ku wan sala 2019'an kir sala berxwedanê û dê sala 2020'an jî bikin sala serkeftinê û wiha got: "Bila desthilat baş zanibe ku ev qad ne vala ye. Ev welat ne bêxwedî ye. Em HDP, jinên ber bi pêşeroja ronî ya welat ve têdikoşin vala nasekinin. Em hay jê hene  ev bar giran e û berpirsiyarî mezin e. Lê têkoşîna me ya dîrokî hêzê dide me. Bawerî û wêrekiya me heye. Jinên HDP'yî wê mafê xwe biparêzin û geş bikin. Tayinkirina qeyûman darbeya siyasî ye. Hatiye çespandin ku HDP'ê li tu şaredariyan tiştên nelirê nekiriye. Lê AKP'ê li hemû şaredariyan rantê dixwe û bertîlê dixwe.." 
 
'EM LI DIJÎ ZILM Û ZORÊ HER DEM BI HEVRE TÊKOŞÎYANE' 
 
Piştî Buldan, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay peyama Yuksekdag xwend û wiha got: "Em bi zanebûna xwişkbûnê, her tim li cem piştevaniya bê sînor a jinan ya ku rêya me ronî kirine cih digirin. Li dijî zext û zordariyan, li dijî zaliman û li dijî serdestiya mer a dijmin, jin bi ruhê şoreşgeriyê her tim bi hev re têkoşiyane. Jin îro bûn ruh û dilê HDP'ê û ji dîrokê re dikenin. Divê neyê ji bîr kirin ku ti demê ev qas bi hêzeke mezin û wateyeke kûr pêk nehatibû. Em îro li qadên têkoşînê yên polîtîk û li girtîgehan di bin tecrîdê jî bi hev re ne. 
 
Yuksekdag bi berdewamî got, ''Meclîsa Jinan a HDP'ê û dê li meclîsê, li rêveberiyên herêmê, li kolanan, li dibistanan dê bibin hêviya azadiyê ya bi mîlyonan mirovan. Di serî de ji bo parastina pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev divê xweparastina rewa li pêş bikeve. Ez bawer dikim ku em ê bi hev re biguherînin. Ez rêhevalên xwe silav dikim û hezkiriyên xwe dişînim."