Botan: Werin bibin Egîd, Delal, Bêrîtan, Zîlan

Yek ji fermandara YJA Starê Sîdar Baran Botan şehîdên Heftiya Lehengiyê bi bîr anî û got, ''Ji bo dahatuya azad banga min; nebin robotên pergalê, pê nexapin, di nav de nehelin. Werin bibin Egîd, Delal, Bêrîtan, Zîlan.''

Yek ji Fermandara YJA Starê Sîdar Baran Botan ji bo Heftiya Lehengiyê ji radyoya Dengê Welat re axivî.

Botan pêşengiya Sema Yuce, Mazlûm Dogan, Zulkuf Gezen û Fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr xist û bal kişande ser destkeftiyên têkoşîna jinan ku bi şexsê Çîçek Botan, Delal Amedan pêk hatî. Her wiha diyar kir hêzên YJA Starê û HPG'ê 2020'an wê çalakiyên karîger bikin, wê taktîk û rêbazên nû hebin.

'GIYANÊ APOGERÎ Û JINA AZAD JI NÛ VE VEJIYA'

Botan bal kişande ser berxwedniya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) û got, ''Bi berxwedaniya Fermandar Mahsûm Korkmaz a bi taybetî li Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê Botanê, dîroka Kurdistanê ji nû vjeîn bûye, giyanê fedayî yê Apogerî û giyanê jina azad şîn hatiye.''
Botan şewata li Imraliyê bi bîr xist û got, ev hewldana koployî di serî de bi çalakiyên hêzên YJA Starê û HPG'ê, piştî ku gelê Kurd û gelên çewisandî derketine meydanan hatiye pûçkirin.
Botan got, ''Hemû hewldanên derbarê Imraliyê ne jirêzê ne, bi hêzên komploger re têkildar in, gavên ku têne avêtin îdeolojîk in û beşekî ji şerê taybet in.'' û bi berdewamî got, ''Lê belê plana hêzên komploger a artêşa Tirk a dagirker hatiye pûçkirin. Negihan armanca xwe. Bi pêşengiya jinan gelê Kurd û gelên çewisandî xwe berdane meydanan. Li çar parçeyên kurdistanê, li Ewropayê bûne yek dil, yek deng û çalakiyên mezin kirin. Jinên ku xwe berdan meydanan bi dirûşmeya, ''Bê Serok jiyan nabe'' ji bo xaka xwe, nasname û jiyaneke azad û wekhev meşiyan.''

'ARMANCA ME EW E KU EM BI RÊBER APO RE BIJÎN'

Botan gotina, ''Ez dixwazim ji 8'ê Adarê heta bi 21'ê Adarê bibim pira azadiyê'' ya Sema Yuce bi bîr xist û got, careke dî nasnameya jina azad bi Newrozê re derktiye holê, berxwedana  Mazlûm Dogan sembola Kawa ye û domand, ''Bi van Newroz nû bûye. Li ser şopa Sema Yuce, Zulkuf Gezen, fermandare mezin Mahsûm Korkmaz dîrok hatiye nivîsîn. Ji ber vê em Heftiya Lehengiyê dinivisin. Ev ji bo me heftiyeke watedar û taybet e. Di  Heftiya Lehengiyê de gavên îdeolojîk hatiye avêtin û gelek serkeftin çêBûne. Armanca me ya sereke ew e ku bi giyanê berxwedana Nwrozê ya 2020'an em her gav bi Rêber Apo re bijîn, bi her gava xwe re em lê bifikirin û wiha tevbigerin. 24 saetan bi Rêber Apo re bijîn. Çalakiyên li Serhed, Heftanîn, li çar parçeyên Kurdistnê bi giyanê Newrozê bersiv li dijî artêşa Tirk û hêzên komploger e.''

'MEŞA LI SER RÊYA MAHSÛM KORKMAZ PÎROZ E'

Botan bi domdarî got hê dema zarok wê Fermandarê Efsaneyî Egîd dîtiye, dema ku dihate mala wan, li axaftin û rabûn û rûniştina wan dinerî, dilgermî û jidilbûna wan pir bandor li ser wan kiriye û jiber vê jî piştre li çiyayên Gabarê tevlî nav refan bûye, demeke dirêj li Gabarê gerîlatî kiriye. Botan got, ''Helbet pîroz e ku mirov bibe peyrevê hevrê Mahsûm Korkmaz, bibe şagirtê wî û li ser şopa wî bimeşe. Li hemû qada Botanê, li ser hemû keviran û axa wê şopa wî heye. Her wiha bîranînên wî di nivîsên wî de hene. Pêngava 15'ê Tebaxê li dîrokê hatiye neqişandin.

'EGÎDBÛN GIYANÊ AZAD E'

Yek ji Fermandara YJA Starê Sîdar Baran Botan herî dawî got li çar parçeyên Kurdistanê û li nav tevgera azadiyê ji bo afirandina fedaiyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza YJA Starê ava bûye, di şexsê Çîçek Botan û  Delal Amedan de li çar parçeyên Kurdistanê artêşa jinê hatiye avakirin, li nav tevgera wan gelek jinên pêşeng bi rola xwe rabûn, nexasim di şexê Delal Amed de nasnameya Kurd hatiye ispatkirin, nasnameya xwe, vîna xwe û helwesta xwe daniye holê.

Botan bi berdewamî got Delal Amed li gelek qadan pêşengî kiriye, herî dawî çûye qada Mahsûm Korkmaz Botanê, armanca wê ya sereke ew bûye ku pêşengiya vî şerî bike û giyanê hevrêyên xwe bid jiyîn. Botan got, ''Em Egîdbûnê bi zayendî nanirxînin, Egîdbûn giyanê azad e. ''

'HETA KU TECRÎD HEBE WÊ LEHENG ZÊDE BIBIN'

Botan bi berdewamî got Çîçek Botan demeke dirêj li Botanê pêşengî kiriye, gihaye giyanê Elîşêr û Zarifeyan, ew nikarin vê tenê mîna giyên binirxînin, her wiha afirandin û serkeftina azadiyê ye û domand, ''Ji bo vê jî pêşengî weke heval Bêrîtan, Zîlan, Egîd, Mazlûm fedaîbûn e. Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker hevrê Delal, Berxwedan Goyî û Yekbûn bi têkoşînê rawestiyane. Heta ku ev qirkirin û êrîş hebin wê têkoşîn hebe. Heta ku tecrîda li ser Imraliyê were girankirin wê leheng zêdetir bibin.''
Botan herî dawî got: ''Çiyayên azad ên Kurdistanê diyar in; Botan, Gabar, Besta, Cûdî, Zagros, Heftanîn. Ji bo dahatuya azad bang min; nebin robotên pergalê, pê nexapin, di nav de nehelin. Werin bibin Egîd, Delal, Bêrîtan, Zîlan.''