Botan: Li Şêx Cuma berxwedaneke bêhempa hate jiyîn

23-24’ê Adara 2012’an li Şêx Cuma navçeta Mutkî ya Bedlîsê yek ji şahida berxwedanê ya ku gerîlayên YJA Starê nîşan da, gerîlayê HPG’ê Xwînrêj Botan got 2 rojan artêşa Tirk ji hêla gerîlayên jin ve hate şikandi.

23’yê Adarê piştî nîvro artêşa Tirk êrîş bi ser ser baregehên gerîlayên YJA Starê yên Şêx Cuma, di êrîşan de şer du rojan dom kir. Di v îşerî de artêşa Tirk derbên giran xwarin. Di v îşerî de endamê Konseya Leşkerî ya YJA Sarê û Fermandara Eyaleta Xwerzanê Leyla Altan (Arjîn Garzan) gerîlayên YJA Starê Perîhan Parlak (Berîvan Samsur), Selma Avci (Berfîn Roza), Meyaser Orbay (Diljîn Cilo), Ayşe Ehmet (Silav Soran), Ozlem Atsak (Ronahî Dersim), Güulistan Basutçu (Yêrivan Azadî), Asiye Gunduz, Asuman Mücel (Viyan Dirok), Şukran İmaç (Mizgîn Garzan), Yildiz Cimo (Rojda Afrîn), Gurbet Altun (Rojevîn Amed), Aklîme Sezer, Fatma Karayıl, Mizgin Aratemur (Hêvi Roj) bi berxwedaneke mezin jiyana xwe ji destr dan.

Gerîlayê HPG’ê Xwînrêj Botan ku yek ji şahidan wan rojan bû vegot:

 ‘DI PÊNGAVA 2012’AN DE HEVALÊN JIN ROLEKE AKTÎF LÎSTIN'

‘’Dijmin di salên berxwedanê yên 2011-2012’an de li pêş gerîla neçar mabû û ji bo ku xwe ji vê neçariyê xilas bike ketibû nav lêgerînê. Gerîla di vê pêvajoyê de hema hema li her deverê derbên giran li artêşa Tirk dixisitn. Êdî artêşê pê derdixist ku ji hêla leşkerî ve qels dibe. Li Bakurê Kurdistanê jî hem derbên xwe li hêzên leşkerî û hem jî li yên emniyetê dihatin xistin. Li eyaleta Xerzanê jî tevgera gerîla zêde bû. Ji bo şerê şoreşgerî yê gerîla were xurtkirin û serfirazî were bidestxistin gelek çalakî dihatin kirin. Dîsa di vê pêvajoyê de hevalên me yên jin çalakiyên bindaor dikirin. Ev ji bo eyaleta Xerzanê jî wiha bû. Hevalên jin hay ji pêvajoyê hebûn. Ji bo jî me hedef digirt ku tim derbê li dijmin bixin û zexta li ser Rêberî û gelê Kurd kêm bikin. Li çar parçeyên Kurdistanê rewş ev bû, li her deverê dijmin hatibûn tengezarkirin’’

Botan piştî van gotinan dibêje artêş neçar mabû û ji bo vê jî bi rêya sîxuran baregehên gerîla deşîfre kirine, plan kir ku bi ser niqteyan de bigire  û bi vî awayî jî berê xwe da gerîla.

Botan dibêje di pêngava 2012’an de gerîlayên jin roleke aktîf pêk anîne û wiha didomîne: ‘’Payizî komeke hevalên jin çalakiya xwe ya dawiyê pêk anîn. Di çalakiya sabotajê de encameke erênî standibûn. Bi vê moral û kêfê li eyaleta Xerzanê dema bicihbûnê çêbû, verastkirinên nû çêbûn. Hevalên jin ketin kampekê û em jî li baregeheke dî bûn. Hevalên jin digotin ji ber çalakiya ku pêk anîne bi moraleke mezin ketine kampê û biharî bi moralekî baştir ew ê dest bi pratîkê bikin.’’

 ’KAMPA RESEN HEDEFEK BI ZANEBÛN BÛ’

Botan dibêje di navbera kampên wan û kampên gerîlayên jin de tenê mesafeyeke 15 deqeyan hebû û dibêje, ‘’kampên me pir nêzî hev bûn lê ji ber sedema şertên zivistanê derfetên me nebûn ku em hev bibînin. Beriya ku em ji bo zivistanê bi cih bibin, hin pêdiviyên xwe bi rêya milîsan me pêk dianî. Bi giştî gelê welatparêz di vê mijarê de bi me re dibû alîkar. Di wê pêvajoyê de jî zilamek hebû ku pêdiviyên me dabîn dikirin. Ev zilam beriya ku em bi cih bibin kampa hevalên jin diîtibû. Di ber pereyan de ev kampa ku dîtî ji Fermandariya Alayê ya Bedlîrê re gotibû. Bi vî rengî jî kamp deşîfre kiribû.’’

Botan dibêje piştî ku kamp deşîfre bûye tîmeke ku ji hêla Fermandariya Alayê ya Bedlîsê ve hatibû peywirdarkirin bi navê nêçîrvaniyê ji bo ku têkildarî kampê agahiyê bistînin derketibûn araziyê û wiha dibêje: ‘’Kamp payizê hatibû deşîfrekrin. Lê dijmin payizî operasyon nekir. Dijmin xwedî taktîkên qirêj ê şer e. Ji bo ku dizanîbû di payizî de wê ti encamê ji mudaxeleyê netsîne li bena pêvoya zivistanê, zêdebûna berfê ma. Eyaleta Xerzanê jî berçav kirine û plan kirine ku 24’ê Adarê bi ser kampê de bigirin. Hevalên jin ji bo ku payizî derbên xweş li dijmin xistibûn kampa resen bi zanebûn kiribûn hedef.’’

Botan dibêje ji bo ku dizanîbûn di şerekî de gerîla wê li ber xwe bdiin û gelek leşker wê werin kuştin artêş ji bo vê li benda vê pêvajoyê maye û diyar dike, leşker ji bo ku armanc kirine ku di berfê de bi ser wan de bigirin, gerîlayên jin teslîm bigirin an jî bi temamî îmha bikin di berfê de operasyon pêk anîne.

Botan wê rojê wiha dibêje: ‘’23’yê Adarê ber bi nîvro bû. Saet 11.00 bû. Me ew didîtin. Ji bin kampê wesayit derbas dibûn. Dijmin ji bo ku wesayitên zirxî derbas bike rê vekir. Dora kampê girtin û kirin xelek. Gelek qorîcî anîbûn. Kincên spî li xwe kiribûn û li eraziyê belav bûbûn. Saet 12.00’an dijmin tevgeriya. Xwestin ku nêzî kampa hevalên jin bibin.’’

Botan dibêje di operasyonê de artêşa Tirk li dijî gerîlayên jin hemû teknîka di dest de bi kar aniye û wiha dibêje: ‘’Şer du rojan dom kir. 23’yê Adarê saet 11.00’an dest pê kir û 24’ê Adarê bi dawî bû. Bi hêza hewayî jî operasyon destek kirin. Skorsky leşkerî li qadên datanîn. Jixwe tangan jî bênavber êrîş dikirin. Di kampê de 15 hevalên jin hebûn. Di destê wan de ji bilî keleşê û bombeyên destan tiştek nebû. Heval wê rojê ji bo ku ketin şer li dijî hemû teknîkê û yekîneyên leşkerî li ber xwe dan û şer kirin.’’

‘DIJMIN DEMA KU DÎT EW HATIyE FERQIRIN ŞOK BÛBÛ’

Botan dibêje piştî ku gerîlayên jin leşker kuştibûn û ew deşîfre kiribûn şer dest pê kir û dibêje: ‘’Dijmin hesab kiribû ku her tişt wê rehet be. Baweriya bi teknîka xwe dianîn û ji ber ku kamp dorpêç kiribûn ji avantajên vê jî bawer dikirin. Lê hevalan hê zû baskên êrîşê yên pêşî dîtibûn. Dijmin dema ku dît ku ew hatine ferqkirin şok bûbûn. Dema ku fêhm kiribûn ku ew hatine dîtin nikarîbûn bikevin kampê û ji hewayê ve jî nikarîbûn êrîş bikin. Ji ber ku mesafeya navberê pir kêm bû. Heval wê demê tim plan dikirin û derb li dijmin dixistin û mewziyên xwe diguherandin.’’

Botan dibêje ji ber sedema berfa zêde nikarîbûn biçin cihê şer û wiha didomîne :’’Dijmin jixwe hesab dikir ku êrîşê vê kampê bike û hemû kampên derdorê deşîfre bike. Ji ber ku li erdê berf hebû me nikarîbû xwe bilivînin. Heke berevajî vê em tevbigeriyane me yê planên dijmin rast derbixistana. Ev rewş ji bo me pir giran bû. Dema ku me berxwedana hevalên jin didît ji bo ku em neçin cem wan me bi zorê bi xwe karîbû, hêrsa me radibû.

Ji bêtêla ku dijmin di operasyonê de bi kar dianî me hewl dida ku agahiyê werbigirin. Di axaftina cîhazê de dihate gotin du baskên pêşî yên ku bi ser hevalan de girtin hatine îmhakirin. Hevalan derbên xweş li wan dixistin. Piştre dengê qîrewîra qorîciyan hat. Pir ditirsiyan. Leşkerên ku tevlî operayonê bûbûn tekmîl didana Fermandariya Alayê ya Bedlîsê û digotin 40 ji wan mirine. Bi dijmin re ew fikir çêbûbû ku wê nikaribe hevalan îmha bike. Ji ber ku her ku diçû şer giran dibû û dijmin teknîka zêde bi kar dianî.

Piştî ku berrf heliya ji zarokên qorîciyên ku tevlî operasyonê bûn me hewl da ku agahiyan bi dest bixin û em çûne kampa hevalên jin. Hevalên ku ketibûn kozan, ketibûn kozên dijmin jî. Jixwe heval Arjîn, Hêvî û hevalek din ji bo ku ji kampê derkevin tevdigerin. Lê bi panzêrên li derdora kampê bi termalan dîmen distandin. Heval bi guleyên panzêrê şehîd dibin. Hevalên din heta bi guleya dawî şer dikin. Heval Gulbahar û du hevalên din jî ji bo ku guleyên wan diqedin zêdetir nikarin şer bikin. Ji bo ku nekevin destê dijmin jî bombeyê bi xwe de diteqînin. Hevalek bi birîndarî tê zextkirin û ji bo ku serê xwe ji dijmin re netewandinye bi êşkenceyê şehîd dibe. Heval Slav bi hevalek dî dema ku mewziya xwe diguherîne çeka xwe dixe lêreşandinê bi fedaî bi ser mewziya dijmin de diçe û li wir şehîd dibe. Heval Toprak di dema şer de birîndar dibe. Lê şer didomîne. Qorîcî bang li heval Toprak dikin ku şer neke û teslîm bibe. Heval Toprak jî dibêje, ‘’we li kûderê ditiye ku jina Kurd teslîm bûye û niha hûn dibêjin teslîm bibe. Ez teslîm nabim’’ û heta bi guleya dawî şer dike û li wir şehîd dibe.’’

Botan dibêje artêşa Tirk hiqûqa şer jî li vir binpê dike û piştî ku şer qediya jî êrîşa kimyewî kirine û wiha dibêje: ‘’Dijmin li pêş berxwedanê neçar mabû, ji bo vê jî madeyên kîmyewî jî bi kar anî. Hin heval bi bandora vê madeya kîmyewî şehîd bûne. Dijmin dema ku êmin bû ku her kes şehîd bûye êvarî bi Skorskyan cenaze bir û kire amûra propagandayê. Lê li Şêx Cuma berxwedaneke mezin çêbûbû. Em bûne şahidê vê. Piştre qorîciyên ku tevlê operasyonê bûbûn j îtiştên bûyin, berxwedan ji her kesî re gotibûn.’’