Biryarên Konferansa Jinên Êzidî
Di Konferansa Jinên Êzidî ya Navneteweyî de, ku li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê pêk hat, hin biryar hatin girtin.
Di Konferansa Jinên Êzidî ya Navneteweyî de, ku li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê pêk hat, hin biryar hatin girtin.
Di Konferansa Jinên Êzidî ya Navneteweyî de, ku li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê pêk hat, hin biryar hatin girtin.
Biryarên di konferansê de hatine girtin, bi vî rengî ne:
-Hewldan bê dayîn, ku komkujî û koçberiya li Şengalê li Êzidiyan hat kirin, li qada navneteweyî bi rengekî fermî weke qirkirinê bê naskirin.
-Ji bo ronîkirina qirkirina di 3'ê Tebaxê de dest pê kir, tespîtkirin û darizandina berpiryaran û di serî de NY û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar bi erka xwe rabin, hewldan bên kirin.
-Ji bo kes û hêzên di qirkirina Şengalê de cih girtine û berpirsyariya xwe hene werin darizandin, bi pêşengiya jinan kampanyayeke navneteweyî were destpêkirin û ji bo vê jî koordînasyonek were avakirin.
-3'ê Tebaxâe roja destpêkirina êrîşa DAIŞ'ê li Şengalê weke Roja Têkoşîna Navneteweyî a li dijî Qirkirina Jinê bê qebûlkirin û her sal bi vê armancê çalakî werin lidarxistin.
-Ji bo 3 hezar jin, keç û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de ne bên rizgarkirin, têkoşîn bê dayîn.
-Bi bîr û baweriya 'bi xweparastinê civak dikare xwe ji qirkirinên nû biparêze' Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) weke hêza xweparastinê ya rewa ya Jinên Êzidî bê naskirin.
-Ji bo gelê Şengalê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, Şengal bibe xwedî statuya herêma xweser a demokratîk û pîvana rêveberiya xwecihî di çarçoveya demokrasiyê de bi cih bê anîn.
-Derfet bên dayîn ku civaka Êzidî li ser axa xwe ya li Şengalê bijîn û ji bo vê jî desteka pêwîst bê dayîn ku Şengal ji nû ve were avakirin.
-Banga vegerê li Êzidiyên ku di dema qirkirinê û piştî wê de neçar man Şengalê biterikînin, bê kirin.
-Ji bo çareserkirina pirsgirêkên psîkolojîk, civakî, aborî û tenduristiyê yên ji ber şer û komkujiyê rû dan, piştgirî ji gelê Şengalê re were dayîn.
-Ji ber ku baweriya Êzidiyan piştî fermanê bi hêzên li derveyî Şengalê nema ye, bang li Neteweyên Yekbûyî were kirin, ku ji bo Şengalê biryara parastinê bide. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî were krin, ku ji bo ewlekirina mafê diyarkirina çarenûsa xwe, vîna xwe ya siyasî û mafê xweparastinê, bikeve dewrê.
-Saziyên pêwendîdar ên neteweyî û navneteweyî, çekên ku ji bo PDK'ê dane bişopînin û danekirinan li ser bikaranîna van çekan li derveyî armanca xwe, bên ferzkirin. Di vî warî de bi taybetî Elmanya bê hişyarkirin.
-Hêzên navneteweyî heyeteke serbixwe bişînin Şengalê, aloziya di 3'ê Adarê de rû da lêkolîn bikin û ji bo êrîşên nû rû nedin, tedbîran bigirin.
-Bang bê kirin, ku li herêma Nînovayê, ji bo parastina çand û baweriya gelên Asûrî, Suryanî, Kakayî, Tirkmen, Şîa, Şebek û Ereb, xelekeke parastinê ya navneteweyî bê avakirin.